'PKK’ê ji bo me rojbûneke nû ye'

Hevseroka Navçeya Sirînê Fatma El Mele 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li tevahî gelan pîroz kir û got, “Damezrandina PKK’ê ne tenê ji bo gelan, ji bo jinan jî bûye rêya rizgariyê.”

Hevseroka Navçeya Sirînê Fatma El Mele derbarê 27’ê Mijdarê 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de ji ANF’ê re axivî.

El Mele diyar kir ku damezrandina PKK’ê ji tevahî netewên herêmê re bûye hêviya jiyaneke nû û got, "Damezrandina PKK’ê ji bo netewa me ya Ereb jî vejîneke. Mîna netewa Ereb, em jî koleyê desthilatdariyê bûn û li ser me jî her cure tundî dihate ferzkirin. Bi derketina tevgera Apoyî û ragihandina Rêveberiya Xweser jiyanek nû ji bo me hat avakirin. Ji ber vê yekê ev rojbûna me ye jî. Tevgera PKK’ê bi 6 kesan destpê kir, vaye îro gihaye bi milyonan. Rêber Apo rêberê tevahî netewan e. Ji bo tevahî gelên bindest têkoşîna azadiyê dide.” 

El Mele destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avakirina tevgerê re jin jî ji koletiyê rizgar kiriye û wiha domand, “Rêber Apo çavê me li hemberî pergala koletî û zilmê vekir. Rêber Apo ne tenê civakê ji qirkirinê rizgar kir, di heman demê de jin jî ji wê pergala koletiyê ya bi hezaran sal rizgar kir. Bi derketina tevgerê re her tişt hate guhertin. Em ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dimeşin. Ev yek jî bi saya Rêberê me ye. Em roja damezrandina PKK’ê li tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Ev rojbûna me ye û em bi vê rojbûnê şanaz in.”

El Mele di dawiyê de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got, “Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bikaribe fikra Netewa Demokratîk biçewisîne û hêza me ya gerîla tine bike bi her rêbazê êrîş dike. Divê bê zanîn ku wek gelê Ereb jî em ê heta dawiyê li dijî van êrîşan derkevin û xwedî li hêza xwe derkevin.”