'PKK destanek e ku bi ked û fedakariyeke mezin hatiye afirandin'

Koordînasyona KJK'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "PKK destaneke ku bi ked û fedakariyeke mezin hatiye afirandin."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 39. salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "PKK destaneke ku bi ked û fedakariyeke mezin hatiye afirandin. Em salvegera 39. a damezrandinê di serî de li Rêber Apo, li gelê xwe yê welatparêz, jinên ku sembola ked û fedakariyê ne, li ciwanan, ji heft heta heftê salî li tevahiya gelê xwe, berxwedêrên li zindanan û hemû şervanên azadiyê yên li çeperan li ber xwe didin pîroz dikin."

BI FELSEFEYA RÊBER APO RE BÊHN HAT BER JINAN

KJK'ê bi bîr xist ku modenîteya kapîtalîst li her devera cîhanê hewl dide civaka dîl bigire û rêbazên xwe weke şêweyeke jiyanê ferz bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji van rêbazan a sereke jî şîdet e. Hewl dide jinan bê çare, bê parastin û reben bike, bi vî rengî teslîm bigire û bide qebûlkirin ku ji bilî kapîtalîzmê ti jiyan nîne. Di serî de gelên li erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn, bûne hedefa bingehîn a kapîtalîzmê. Ji ber ku yên herî zêde li dijî kapîtalîzmê li ber xwe didin, gelên Rojhilata Navîn e. Yek ji rêyên teslîmgirtina gelên herêmê jî, qutkirina jinên azad ji jiyanê ye û bê nasnamehiştina wan e. Jinên li herêmê ku li hemberî vê yekê bi bêdengî li ber xwe didan, bi felsefeya Rêbe Apo bêhn hate ber dan, xwe ji rebeniyê rizgar kirin û gihîştin asta rêbertiyê. Di vir de Rêber Apo bi rista herî mezin rabû. Jinên Kurd jî bi mîsyona xwe ya pêşengiyê, ne tenê ji jinên Kurdistanî re, lê ji hemû jinên cîhanê re pêşengiyê dikin. Ji ber vê yekê, jin her roj bi perspektîfa parçekriina sîstema Îmraliyê tevdigerin. 25'ê Mijdarê jî yek ji van rojane." KJK'e destnîşan kir ku bi xweparastina jinê, ew dikarin li dijî her şêwe şîdetê bi ser bikevin.

EM Ê PÊNGAVA XWE BI PÎROZBAHIYÊN SALA 40. BIMEŞÎNIN

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hat gotin, "Em zanin ku tecrîda li ser Rêber Apo, her şêwe êrîşên li dijî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo xwe dispêrin emperyalîzm, dewleteperestiya netewe, neteweperestî, zayendperestî û olperestiyê. Şîdeta li ser Rêber Apo yekser pêwendiya xwe bi şîdeta li dijî jinê heye. Ji ber ku Rêber Apo hêvî da gelan, jinan, komên baweriyan û bindestan ku di bin zext û zordariya modernîteya kapîtalîst de ne. Ji bo hemû cihêrengiyên civakî jî rê û rêbaza jiyana azad pêşkêş dike. Ji ber vê yekê me azadiya Rêber Apo li navenda jiyana xwe bi cih kir. Di 8. civata xwe ya giştî de me pêngava bi navê 'Sonda me ye: Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Bi Rêber Apo re azad bijîn' dan destpêkirin. Em derbasî qonaxa duyemîn a pêngava xwe dibin. Em ê vê qonaxa duyemîn a pêngava xwe ku heta 15'ê Sibatê wê bidome, tevî pîrozbahiyên sala 40'î ya PKK'ê bimeşînin. Bi coş û armanca azadiya bi Rêber Apo re ya sala 40. a partiya me, me kar û çalakiyên xwe bi rêxistin û plan kir.

DIVÊ JINEK BI TENÊ JÎ BÊ RÊXISTIN NEMÎNE

Li ser vê bingehê, ji şehîdên me yên sala 40'î Delal Amed, Azê Malazgîrt, Berçem Cîlo, Gulnaz Egeler berpirsyariyên nû dane me. Van hevrêyên me hişmendî, ruh û biryardariya xweparastina jinê nîşanî me dane. Her şêwe şîdeta li dijî jinê weke êrîşên bi rêk û pêk nirxandine û bi biyardariya ku 'divê jineke bi tenê jî bê rêxistin nemîne' têkoşiyane. Em van hevrêyên xwe weke pêşengên vê pêvajoyê dibînin."

EM Ê SÎSTEMA ÎMRALIYÊ PARÇE BIKIN

Koordîsyona KJK'ê destnîşan kir ku wan qonaxa duyemîn a pêngava xwe di roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê dana destpêkirin û got, "Şîdeta herî mezin ew dîwar in ku hewl didin di navbera Rêber Apo û me de lê bikin. Di rojeke vî rengî de em careke din biryardariya xwe nîşan didin ku em ê sîstema îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn. Em hemû jin û hêzên heta niha çalakî li dar xistin bi rêzdarî silav dikin. Di karê wan de ji wan re serketinê dixwazin."