PKK:Cejna vejînê pîroz be

PKK:Cejna vejînê pîroz be

PKK’ê 29’emîn salvegera cejna vejîn û berxwedanê 15’ê Tebaxê pîroz kir û  got bi 15’ê tebaxê re Gelê Kurd ji nûve vejiyaye.

PKK’ê di salvegera 15’ê Tebaxê de bi hezaran fermandar, şervan û welatparêzên jiyana ji dest dane bibîranî û got: “Wan ji bo Kurdistaneke azad canê xwe feda kir. Em careke din soza xweya bo şehîdên xwe didin k heta azadî û serkeftin pêk neyê dê têkoşîna me bê navber bidome.

Komîteya PKK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku pêngava 15’ê Tebaxê wek mînaka qehremaniya mezin di dîroka Kurd û Kurdistanê de ji niha de cihê xwe girtiye û got : “15’ê Tebaxê hem riya têkoşînê nîşan daye û hem jî  qezenca bi îradeyê detxistin nîşanê hemû cîhanê daye.

Daxuyaniya komîteya PKK’ê wiha ye:

15’ê Tebaxê di sala 1984’an de bi rêxistina Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) û pêşengiya PKK’ê pêş ketiye û mînaka herî mezin ya qehremaniya têkoşîna azadî û rizgariya gelê Kurdistanê ya bi serdegirtinên Eruh û Şemzînanê di dîroka kurdan de cihê xwe girtiye.

15’ê Tebaxê navê têkoşîn afirandina azadî û parastina hebûan gelekiye. Fermandarê Mezin Egît (Mahsum Korkma) bi  cesareteke mezin li dijî pergala mêtînger a tirk sekiniye. Ji ber vê 15 Tebaxê hem riya têkoşînê nîşan daye û hem jî qezecnkirina azadiyê çawa pêk tê nîşanê hemû cîhanê daye.

Îro em 29’emîn salvegera 15’ê tebaxê pîroz dikin. Di serî em heval Egît, Erdal, Bedran,  fermandaran, şervan û şehîdan bibîrtînin.

Em soza xwe ya bilindkirina têkoşîna wan careyeke din dubare dikin û dê bê navber têkoşîna me bidome.

Ev 29 sale ev têkoşîn bê navber didome û pratîka şoreş û têkoşînê, partibûna gelê kurd, yekitiya netewî a demokratîk û azadbûna jinê nîşanê her kesî daye.

Di serî de keda mezin a Rêber Apo, berxwedana şehîdên me û tevlibûna bi biryar ya gelê me, qirîna mezin a 15’ê tebaxê heta roja me ya îro aniye.  Her kes vê dikare di rola kurdan a li Rojhilata  Navî ya di sedsala 21’ê de bibîne.

15’ê Tebaxê ku di şoreşa kurdan de wek ‘guleya yekemîn’ watedar bûye, li mêtîngerî, neheqetî, paşverutiya dewleta tirk hatiye barîn.

Têkoşîna parastina rewa ya bi Egît û Erdalan destpêkiriye, bi Bêrîtan û Zîlanan gihiştiye lutkeyê û îro nirxên mezin derxistiye holê.

Ruhê berxwedana 15’ê li her çar parçeyê Kurdistanê, Bakur, Başur, Rojava û Rojhilat partîbûn, rêxistina netewî, parastina rewa pêk aniye û li başûrê Kurdistanê pozîsyona hêza girîng ya yekitiya netewî a demokratîk afirandiye.

Di Newroza 2013’an de Rêber Apo manîfestoyeke îlan kir û pêşkêşî hemû gelên Rojihilata Navîn kir. Bi mîlyonan kes xwedî lê derket û azadiya Rêber Apo xwestin.

Di vê dema ku em cejna vejînê bi coş û kelecaneke mezin li her qadê pîroz dikin,li Rojava komkujiyeke mezin pêk tê û divê em bi ruhê seferberiyeke mezin li dora gelê Rojava bibin xelek. Em careke din hêzên çteyan lanet dikin.

Em careke din cejna Vejînê di serî de li Rêber Apo û hemû heval3en xwe yên têkoşînê û gelê xwe pîroz dikin.