PKAN: Leyla Guven rûmeta Kurdên Anatoliya Navîn e

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), ji bo wekîla HDP'yî Leyla Guven got, "Ew rûmeta Kurdên Rojhilata Navîn e."

Rêveberiya Meclîsa Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, li Danîmarkayê civiya. Di encama civînê de ku 20 endamên meclîsê lê amade bûn, li ser greva birçîbûnê ya wekîla HDP'ê Leyla Guven ku di roja 42'an de ye daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniya PKAN'ê de hate gotin, tevî 'tifaqa dewleta kûr û Erdogan' ti Kurd û demokrat bê hêvî nebûne.

PKAN'ê ji bo Leyla Guven got, "Rûmeta Kurdên Rojhilata Navîn e" û ev bang kir:

"Di serî de Kurdên Anatoliya Navîn, em bang li gelê me yê li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê, demokratên Tirkiyeyî, karker, karmend, mezlûm û mexdûran, bi kurtasî bang li mirovahiya pêşverû dikin ku xwedî li daxwaza Leyla Guven derkevin. Daxwaza Guven wê jiyan û paşeroja me biguherîne. Em bang li gelê xwe yê li derveyî welat dikin, ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên heta niha bêdeng in bikevin nava liv û tevgerê, tavilê çalakiyan li dar bixin."