PKAN'ê berxwedana Leyla Guven silav kir

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) berxwedana Leyla Guven silav kir û got, "Leyla Guven jineke wêrek a Kurd e ku li deşta Anatoliya Navîn mezin bûye."

PKAN'ê li ser berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "PKAN destekê dide çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û daxwaza wê ya bi rûmet. Di şexsê Leyla Guven de dixwaze girtiyên siyasî yên Kurd hemû bên berdan ku ev yek esasê parastina mafên mûxalefeta legal e û ji bo demokratîkbûna welêt nebe nabe."

'MIROVÊN BI WIJDAN NIKARE LI BER ZILMÊ BÊDENG BE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berxwedana Leyla Guven nîşan da ku ti ji Kurdên bi wijdan nikare li pêşberî zext û zordariyê bêdeng bimîne û hate gotin, "Leyla Guven jineke wêrek a Kurd e ku li deşta Anatoliya Navîn mezin bûye. Tevî ku dûrî welêt mezin bû jî, timî li ber zext û zordariyê helwest nîşan da. Di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de her tim li refên pêş cih girt."