PJAK: Nakokiyên di navbera Îran û DYE’yê de eniyek ya nû ya şer vedike

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser hevdîtinên dîplomasî yên li Başûrê Kurdistan daxuyaniyek da û bal kişand ku nakokiyên di navbera Îran û DYE’yê de eniyeke nû ya şer vedike.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser hevdîtinên Wezîrên Karê Derve ya Emerîka û Îranê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

PJAK destnîşan kir ku Emerîka û Îran Iraqê û Herêma Kurdistanê weke qadekî siyasî ji bo xwe bikar tîne û ji bo pêkanîna daxwaziyên xwe li Iraqê di nava pêşbaziyeke metirsîdar de ne.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê ‘Trafîka dîplomatîk li Başûrê Kurdistanê çi destkeftiyê xwe ji bo Kurdan heye? de bal kişand ser van xisûsan:

“Şer û pevçûn li Rojhilata Navîn û trafîka dîplomatîk di navbera hêzên hegemon yên cîhamê û herêmî derbasê qonaxekî nû û metirsîdar bûye. Her yek ji wan hêzan ji bo balansa desthilat û berjewendiyên xwe bi bernameyekî nû, di balansên siyasî de guhertinan çê dikin û her dewletek bi darê zorê dixwaze di paşeroja herêmê de rola xwe hebe û hegemona xwe li ser gelan dewam bike. Lîstokvanên serke yên vê bernamê ji bo parvekirina desthilat, balansa siyasî di navbera hêzan û berjewendiyên xwe ber çav digirin. Di pêvajoya piştî DAÎŞ’ê de, serdemekî nû ya pêşbirkê di navbera DYE, Rûsya û hevalbendên wan dest pê kiriye. Ev pêvajo jî bi qûrbanîkirina pirsgirêka Kurdan dest pê kir, Kurdên ku di şerê dijî terorê de rolekî girîng lîstin. DYE ji bo di Rojhilata Navîn de bigihîje armancên xwe, a lewazkirina Heyva Şîî di herêmê de hedef girtiye û wê weke astenga herî dawî li beramber projeyên xwe dibîne û dixwaze hegemona Îranê di herêmê de bi dawî bîne. Destpêkirina dora duyem ya embargoyên DYE li dijî Îranê jî di çarçoveya vê bernamê de pêk hatiye. DYE ji bo di Rojhilata Navîn de bigihîje armancên xwe bi kerta dîplomasiyê ligel welatên Erebî yarî dike û dixwaze hevpeyêanî li dijî Îranê bihêz bike, bi rêya NATO’ya Erebî û destwerdanekî nû hikûmeta Îranê bixe di nav kirîzekî kûr.

NAOKOKIYÊN NAVBERA ÎRAN Û DYE WÊ ŞERÊ NÛ BI XWE RE BÎNE

Berfirehbûn û kûrbûna nakokiyên di navbera Îran û DYE wê eniyên nû yên şer di herêmê de veke û ev yek îhtimala jinûve derketina DAÎŞ û komên weke wê zêde dike. Îran ji bo ligel her îhtimalekî xwe hazir bike, dixwaze bi dije-êrîşekî dîplomatîk di warê xweragiriya faşîzma mezhebî de qehîm bike. Her yêk ji van aliyan ji bo di qada Şerê Cîhanî yê Sêyem ser bikevin, weke destikên şetrencê bi dewlet û hêzên herêmê lîstok dikin. Hatina wezîrên karê derve yên DYE, Îran û hinek welatên din ji bo Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê di çarçoveya xwedîkirina balansa hêz û dabînkirina rola Herêma Başûrê Kurdistanê piştî binketina giştpirsiya Barzanî pêk hatiye. Avanebûna hikûmeta nû li Iraqê û kabîneya nû ya Herêma Başûrê Kurdistanê di encama berjewendiyên aborî yên hejmarek ji sermayedarên Herêm û Iraqê û pêşbirka DYE û Îranê ye.

ÎRAN Û DYE IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ JI BO XWE WEKE QADEKE SIYASÎ BIKAR TÎNE

Rewşa ku niha di herêmê de heye, bi awayekî şer ê desthilat û berjewendiyan e. Îran û DYE, Iraq û Herêma Kurdistanê weke qadek ji bo pêkanîna siyasetên xwe bi kar tînin û di pêşbirkekî nesaxlem ji bo ferzkirina hegomoniya xwe hewl didin. Ji ber ku Iraq û Herêma Kurdistanê siyasetekî serbixwe û demokratîk nedane ber xwe, weke amûrekî ji bo armancê hêzên din tên şuxulandin. Trafîka dîplomasî ku ser navê siyaset li Herêma Başûrê Kurdistanê de dimeşe, xêncî stûrkirina xeta îxanetê û binpêkirina nirxan û destkeftiyên gelê Kurd tu pênaseyekî din tune ye. DYE ji bo destwerdana li Îranê, bêyî ku ji bo Kurdan statûyekî qebûl bike, dixwaze wan bide şuxulandin, û Îran jî bi heman mêjî dixwaze ji Kurdan di demên giran de weke rêya bêhn standinê bi kar bîne.

DESHILATA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI ŞÛNA LI GEL ENIYA KURD CIHÊ XWE BIGRE, LI GEL ÎRAN Û TIRKIYE YE

Desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ji bo ku carekî din ji aliyê dewletên cîran û hêzên cîhanî rolek ji wan re were dayîn, li şûna ku cihê xwe di eniya gelê Kurd de bigirin, îradeya xwe teslîmê Îran û Tirkiyê kirine. Ji bo razîkirina van hêzan bi serbilindî ligel destkeftiyên Kurda li beşên din yên Kurdistanê dijayetî dikin. Tirkiye li ser navê kêmkirina zextên xwe li ser Yekîtiya Nîştimanî (YNK) dixwazê vê partiyê ji eniya netewî ya Kurdan dûr bike û bi rêya zext ji bo qedexekirina çalakiyên Tevgera Azadî û destgîrkirina çalakên siyasî û sivîl, desthilata YNK’ê ji holê rake. PDK ji bo qezenckirina baweriya Îranê ji bo rayedarênm wî welatî ferşê sor raxistiye û soz daye ku danûstandinê xwe yê aborî, dîplomatîk û îstixbaratî li gel rejîma Îranê zêde bike.Partiyên desthilatdar bêyî ku helwêstên Tirkiye û Îranê li beramber giştpirsiya Başûrê Kurdistanê û siyasetên wan li hember Kurdan li Sûriyê, Tirkiye û Îranê bînin bîra xwe, van du dewletên dagirker weke dostên kevn û hevpeymanê stratejîk yên Kurdan bi nav dikin. Helwêsta rayedarên Başûrê Kurdistanê li beramber Tirkiye û Îranê helwêsta teslîmiyetê bûye û bi beşdarbûna xwe di komployên navdewletî û di paxila dagirkerên Kurdistanê, gefan li destkeftiyên netewî yên Kurdan dixwun. Hevdîtina her du partiyên desthilatdar, bi pêşengtiya PDKê, ligel rayedarên Îran, Tirkiyê û hevalbendên wan, di demekî de ye ku Tirkiye tehdîdên xwe ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê zêde kiriye û qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê gîhandiye lûtkeya xwe û li Îranê jî pêla destgîrkirina çalakên siyasî, jîngeparêz, sivîl berdewam e. Di rewşekî wiha de hembêzkirina nûnerê rejîmekî ku destê wan bi xwîna hezaran ciwanên şoreşger yên Kurd sor bûye, ji aliyê rayedarên Başûr, xêncî şermê tiştek ji bo Kurdan tune.

DIVÊ YNK BI LEZGÎN DEV JI HELWESTA XWE BERDE,BERÎ BIKEVE XEFIKA TIRKIYE Û ÎRANÊ

Em hêvî dikin ku Partiya Yekîtiya Nîştimanî helwêstên xwe yê berê carek din ber çav derbas bike, nekeve xefika Tirkiyê û Îranê, li hember siyasetên înkar û serkûtkirinê yên wan hêza berteka xwe nîşan bide. Pêwîst dike PDK jî ji bo tenê desthilat û sûdkirina xwe, dawî li siyaseta qûrbanîkirina beşên din yên Kurdistanê bîne. Di dawiyê de ji hemû gelê xwe li Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, bi pêşengtiya partî û saziyên sivîl, rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamewan, pêşmergeyên kevn, ciwan û jinan dixwazin ku nerazîbûna xwe ji wan bernameyan ku dijî îradeya azad ya Kurdan e, nîşan bidin.”