PJAK'ê li Stockholmê rejîma Îranê şermezar kir

Li Swêdê, ji bo piştgiriya ji gelên li ber rejîma Îranê rabûne, çalakî hate lidarxistin.

Bi banga Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) duh li meydana Mynttorget a paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek hate lidarxistin, rejîma Molla hate şermezarkirin û piştgirî ji karker, kedkar û jinên li dijî rejîmê li ber xwe didin hate dayin.

Karwan Saîd li ser navê KNK'ê li qada çalakiyê axivî û komkujî û kiryarên hovane yên ji sala 1979'an û ivr ve li dijî gelên Îranê hatine kirin bi bîr xist. Saîd got, çalakiyên li Îranê tên kirin serhildanek li dijî rejîma Îranê ye.

Saîd ragihand, rejîma Îranê ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyekî ve bi rêbazên leşkerî tevdigere, li aliyê din jî ji bo jehrê bide ciwanan, bikaranîna narkotîkê zêde dike.

Ji Komîteya PJAK'ê ya Stockholmê Şîla Kalenderî jî anî ziman ku çalakiyên ev 9 roj in didomin serhildaneke bindestan e li dijî rejîma Molla û bang li raya giştî ya navneteweyî û gelê Swêdê kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên li Îranê û rejîma Îranê şermezar bikin.

Kalenderî işaret bi daxuyaniyên Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom kir ku piştgiriyê dide rejîma Îranê û destnîşan kir ku ev nêzîkatî ne ya qebûlkirinê ye. Kalenderî destnîşan kir ku weke PJAK'ê ew piştgiriyê didin xwepêşandêrên li Îranê.

Bi navê Yekîtiya Jinê ya Sara jî Ferah Bozcali peyivî û bi bîr xist ku jin, ciwan û karker pêşengiyê ji çalakiyan re dikin û bang li rêxistinên jinan û jinên Kurdistanî yên li Swêdê kir ku piştgiriyê bidin jinê ji bo mafên xwe yên bingehîn daketine qadan.

Di çalakiyê de alên PJAK û PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên li dijî rejîma Îranê hatin qîrîn.