PJAK’ê komploya navneteweyî ya li ser Ocalan şermezar kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Li hemberî komplo û tecrîdê berxwedana xwe geştir bikin.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniya PJAK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di serî de em 22 salvegera pîlangeriya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li hember Rêber Apo hatî meşandin lanet dikin, komplogeran bi kîndarî şermezar û mehkum dikin. Her wiha didin diyar kirin ku pîlangeran tişta ku bi dîlgirtina Rêber Apo re armanc kiribûn, têkoşîn û çalakiyên  ku bi rihê şehîdên bi dirûşma ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ vala derket. Hêzên ku bi pêkanîna pîlangeriya navnetewî hewl dan gele Kurd ji rûpelên dîrokê rakin, ev yek hesab nekirin ku gelê Kurd tu car dest ji azadiya xwe û azadiya Rêbertiya xwe bernade.

Hêzên sermayedarê cîhanî, serdest û dijminê civak û gelê bindest bi pîlan û pîlangeriyê tenê  Rêber Apo armanc negirtin. Di serî de gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, hemû gelên azadîxwaz, tevger û kesayetên demokrat, sosyalîst hatin hedef girtin. Rêbertî ji bo sîstema modernîteya sermayedar û dewlet-netewe astengî û metirsiya herî mezin e. Dewlet, hêzên serdest, hevkarên wan ji felsefeya Rêber Apo ya ku pergala sermayedar, statûkuparêz hilweşîne, ketibûn nava metirsiyek mezin. Di hemû cîhanê de ji dost û dijminê gele Kurd û tevgerên azadiyê yê gelê Kurd re hatiye îspatkirin alternatîfa herî bi hêz ya sîstema demokratîk û azadiya gelên bindest projeya Rêber Apo ya konfederalîzma demokratik û siyaseta xeta sêyemîn e. Îradeya ku li hember hemû êrişên dagirkeriya dewleta dagirkeriya li her çar beşên Kurdistanê li ber xwe dide bîrdozî, felsefe û rihê Apogerî ye. Bo vê jî di serî de gele Kurd hemû gel û tevgerên azadîxwazên cîhanê di vê baweriyê de ne ku ji bo bidawîbûna şer û aloziyên di Rojhilata Navîn û cîhanê de bi azadiya Rêber Apo re pêkan e.

Hemû hêzên nav-netewî ku di plangeriya Rêbertî bi dewletên herêmê bûne yek îro dîsan heman plangeriyê bi hev re di şexsê Rêbertî de bi ser gele Kurd de bi rê ve dibin. Hemû deskeftiyên ku tevgera azadiyê û civaka Kurd li ser xeta bîrdozî û xeta siyasî ya sêyem bi îtîfaqa gelan bi dest xistiye dîsa dixwazin tine bikin, bê vîn û sîstem bikin û çawa bixwazin bi rê ve bibin. Tecrîda girankirî û pêywendiya Rêbertiya me bi derve re qut kirin beşek ji vê plangeriyê ye. Êrişên dagirkeriyê yê li ser Başûr û Bakur û Rojava yê Suriyeyê tifaqa faşîst ya AKP û MHP beşek ji vê yekê ye. Îro qirkirinek siyasî û çandî li her çar beşên Kurdistanê ku bi zihniyeta hêzên komploger bi rê ve diçe dîsa negihiştiye armanca xwe.

 Dewleta Îranê ku bi kiryarên xwe yê dij-mirovahiyê li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, xwedî dîrokeke reş e. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi têgihiştineke bilind a di têkoşîna azadiyê de û ruhê welatparêziyê li dijî plangeriyê serî rakir û pir bedelên giranbuha jî da. Ev jî ji bo Rojhilatê Kurdistanê bû destpêkeke nû ya pêşxistina têkoşîna azadî û gihîştina mafên xwe yên rewa. Bi sedan ciwanên Kurd, keç û xortên leheng jî berê xwe dane refên têkoşîna azadiyê û ev yek jî hîmê rêxistinbûna partiya me PJAK’ê da avakirin. PJAK di esas de bi ruhê berxwedanya 26’ê Rêbendanê xwe kire rêxistin û bû dengê daxwaziyên azadiyê ya gelê me. Li ser vê bingehê em di şexsê şehîdên ku li Rojhilatê Kurdistanê bûne xelekek li dora Rêber Apo, hemû şehîdên ku bi diruşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” bedena xwe kirin mertalek ji agir, bi bîr tînin û sonda pêkanîna xeyalên wan a azadiya Rêber Apo dûbare dikin.

Em PJAK ku me tekoşîna xwe bi fkir û felsefeya Rêber Apo li Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin, ji bo vê jî xebata me ji bo şikandina tecrîd û azadiya Rêbertî ya sereke be. Em ê têkoşîna xwe bi vê armanca pîroz tacîdar bikin. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku bi vê perspektîfa şoreşgerî, berteka xwe li beramberî komplogeran û tecrîda giran raber bikin.”