PJAK’ê dagirkirina şaredariyan bi tundî şermezar kir

Hevserokatiya PJAK’ê desteserkirina şardariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî şermezar kir û têkoşîna gel silav kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê dagirkerina sê şaredariyê HDP’ê Amed,Wan û Mêrdîn a ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve şermezar kir. PJAK'ê got: “Ev tê wateya destdanîna ser vîna gel, nehiqîqî û biryareke dagirkerî ya polîtîk e.”

PJAK’ê ev got: “19’ê Tebaxê berbanga sibehê dewleta dagirker a Tirka li Bakurê Kurdistan û hîn bajarên Tirkan dest avêt li ser gelek malan û nêzî 500 kese destgîrkirin, her wiha bi destê waliyê mêtînger dest danîn li ser şaredariya bajrên Amed, Wan û Mêrdînê. Ev tê wateya destdanîna ser vîna gel, nehiqûqî û biryareke dagirkerî ya polîtîk e.

Dewleta Tirk a di bin serokatiya Erdogan û hevkarê wî Develet Bahçelî de ku ketine pey serpêhatiyên xeyalên xwe yên xwîn xwar, bê navber li Kurdistanê kiryarên xwe yên talan, destdirêjî, kuştin û şewitandinê dewam dike. Bi desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin Amed,Wan û Mêrdînê dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin, gel teslîm bigirin. Gelê Kurd çawa bi berxwedanê bê navber pêşiyên Erdogan şandine sergoyê, bê guman wê Erdogan jî bişînin sergoya dîrokê.

Em PJAK, êrîşa dagirkerî ya Tirkan bi tundî şermezar dikin, em ê li her qadê li cem gel xwey ê Bakurê Kurdistan bin. Her wiha em dizanin ku ev erîş ne destpêke ne jî ya dawî ye, lê ji bo van êrîşa em têk bibin, gelê xwe azad bikin, di şerê azadiya netewî de heta yekîtiya netewî pêk anîn ji her demê behtir weke nan av girîng e. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker stratejîya xwe li ser tunebûna gelê Kurd avakiriye. Êrişê her deskeftekî gelê Kurd dike, ev êrîş li ser çand, aborî, polîtîk, siruşt, derûnî û leşkerî ye. Li dijî van êrîşên li herêm pêk tên eger seknekî me yê netewî nebe, em nikarin bi ser bikevin. Li ser vî bingehî em bang li hemû sazî, rêxistinên Kurdistanî û kesayetên xwedîwijdan, civakên rewşenbîr dikin, di demeke zû de ji bo yekîtiya netewî erkê dikeve ser milê me em pêk bînin. Em dikarin bi berxwedana netewî dikarin êrîşan têk bibin.

Carekî din desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî şermezar dikin û têkoşîna gel silav dikin.”