Piyanîst Ceyhan hat binçavkirin
Ji akademîsyenên Konservatûara Dewletê ya Enqereyê piyanîst Dengîn Ceyhan, bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî hat binçavkirin.
Ji akademîsyenên Konservatûara Dewletê ya Enqereyê piyanîst Dengîn Ceyhan, bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî hat binçavkirin.
Ji akademîsyenên Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê piyanîst Dengîn Ceyhan, li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Ceyhan bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî hatiye binçavkirin.
Ceyhan, di berxwedana Geziyê de bi piyanîst Davide Martello re konserek dabû. Ceyhan ku di şahiyên bîranîna Geziyê de konserên xwe berdewam kirin, di şahiyên ku wê li Bûrsayê b ide zarokên karkerên di Somayê de jiyana xwe ji dest dane û tê plankirin li 7 bajaran şahiyên Piano for Soma bên lidarxistin bi piyanoya xwe beşdar bibû.