Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 129 rojên komployê de çû 5 welatan. Lê belê mîmarê van rojên ku bi dîlgirtina Ocalan bi encam bû 14 dewlet bûn. Tevî DYE, Îngilistan û Îsraîlê, Yewnanistan, Rûsya, Îtalya, Tacîkistan, Kenya, Misir, Elmanya, Hollanda, Îran, Belçîka û Efrîkaya Başûr wê bi roleke krîtîk rabûna.
DYE, Îngilistan û Îsraîl wê navê wan bi hev re bihata bîranîn, ji ber ku ev her sê dewlet wê ji destpêkê heta dawiyê weke hêzên global ên di nava vê meseleyê de bihatina qeydkirin. Di rojên komployê de ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û heta 15'ê Sibata 1999'an dewam klir, tevî rola diyarker a DYE'yê, 13 dewlet wê bi pozîsyona xwe di dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd de bibûna alîkar. Rol û nêzîkatiya van dewletan wê bi vî rengî li dîrokê bihatina nivîsandin.
ÎNGILISTAN
Tevî ku tevgera PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti hewldan û çalakî li dijî berjewendiyên Îngilistanê nekirin jî rêveberiya Îngiliz a demê bi rengekî çalak cihê xwe di nava komployê de girt. Lê belê cudahiyeke girîng a Îngilistanê ji DYE û welatên din hebû. Tevî ku di ser wan rojan re 21 sal derbas bûn jî rola Îngilistanê deşîfre nebû.
Piştî ku Ocalan li Romayê hate destgîrkirin, ji bilî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê hikumeta Tony Blaîr ji 9'ê Cotmeha 1998'an heta 15'ê Sibata 1999'an ne bi fermî n e jî ne bi fermî ti daxuyanî neda. Rêberê Gelê Kurd di parêznameyên xwe de wê li gel DYE'yê timî bal bikişanda ser Îngilistanê û wê qala vê bûyera di saetên destpêkê yên pêvajoya 9'ê Cotmehê bikira:
"Li ser biryara min a çûyîna Atînayê yanî Ewropayê, li gel sedemên giştî yên ku min eşkere kir, bi taybetî sozên Wezîrê Ragihandinê yê berê yê Yewnanistanê û Parlamenterê PASOK'ê Kostas Badûvas bi bandor bû. Di 6'ê Cotmeha 1998'an de li Şamê soz dabû ku wê min li Balafirgeha Atîna ya Badûvasê pêşwazî bike. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellînîkon a Atînayê daket, Badûvas li holê tune bû. Piştre eşkere bû ku di derxistina ji Sûriyeyê û ketina min a li xefika Yewnanistanê de di şexsê Badûvas de rola Îngilistanê heye. Badûvas ku ji aliyê Îngilizan ve hatibû perwerdekirin, vexwendina wî weke gava destpêkê ya komploya DYE-Îngilistan-Sîmîtîs ketibû dewrê."
Welatê sereke ku li pişt deriyên girtî tevlî konseptên tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, Îngilistan bû. Bi taybetî Îngilistan hêza sereke bû ku di nava salên 1990'î de bi qedandina şerê navbera PDK û YNK'ê re ev her du hêzên Kurd li dijî PKK'ê xiste nava liv û tevgerê. Di bihara 1994'an de li gel mutabaqata PDK û YNK'ê ya li Parîsê jî li Başûrê Kurdistanê şer jinûve dest pê kir. Vê carê jî Îngilistan-DYE tevlî bûn.
Di 9'ê Tebaxa 1995'an de bi beşdariya Îngilistan, DYE û Tirkiyeyê li Dûblînê hevdîtinên PDK-YNK'ê ji nû ve dest pê kir. Piştî hevdîtinên 3 rojan aliyan li hev kirin. Piştre yek ji xalên Peymana Dûblînê ya ji 11 xalan a dûre ji Enqereyê re hate ragihandin ew bû ku bi gotina 'Jiholê rakirina gumanên ewlekariyê yên Tirkiyeyê' derxistina hêzên PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê hate armanckirin. Ji havîna 1995'an heta bihara 1997'an li dijî qadên gerîla êrişên giran hatin kirin.
ÎSRAÎL
Îsraîl jî tevî ku weke Îngilistanê rola xwe bi temamî eşkere nebû û bi awayekî fermî deklare nekir jî yek ji wan dewletan bû ku bi rola krîtîk rabû. Rêveberiya Tel Avîvê ya wê demê beriya 9'ê Cotmehê soza piştgiriya siyasî, dîplomasî û îstîxbaratê da Enqereyê. Sala 1998'an, Serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz ku di hefteya destpêkê ya meha Îlonê de dest bi tûra Rojhilata Navîn kir, di rojeva wî de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû.
Di gera Tel Avîvê de Yilmaz ji bo 'şopandina Ocalan' di navbera Urdun, Îsraîl û Tirkiyeyê de hevkariyeke veşartî çêkir. Îstîxbaratên Urdun û Îsraîlê ku li qada Rojhilata Navîn serwer in, wê li ser Ocalan ê li Sûriyeyê û hêzên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê ji Enqereyê re ragihandibûna. Wê demê çapemeniya Îsraîlê nivîsand ku peyka Ofeq a Mossadê liv û tevgera PKK'ê ya li Iraq û Sûriyeyê dişopîne. Li gel servîsa nepen a DYE'yê CÎA, wê îstîxbarata Îsraîlê Mossad jî di tevahiya pêvajoya komployê de biketibû nava şopandineke ji nêz ve. Piştî 9'ê Cotmehê şefê Mossadê Semîh Batîkî bi awayekî eşkere got, dibe ku Ocalan li Rûsyayê be. Di medya Îsraîlê de bi berfirehî dihate nivîsandin ku Batîkî bi serkêşê MÎT'ê Şenkal Atasagûn re Ocalan dişopand.
Di rojên Naîrobiyê de jî tevî CÎA'yê wê Mossad jî biketa dewrê. Her wiha di pirtûka bi navê "Sîxurên Gîdeon"ê de ku sala 2010'an hate weşandin û qala dîroka veşartî ya Mossadê dikir, dihate îdîakirin ku Rêberê Gelê Kurd dema ku amadekarî dikir ji Kenyayê biçe Başûrê Kurdistanê ji aliyê 5 sîxurên Îsraîlî ve ku yek ji wan jin bû hatiye girtin. Dema ku pirtûk hate çapkirin, li gorî nûçeya rojnameya 'Daîly Natîon' a li Kenyayê tê weşandin, piştî ku Serokwezîrê Tirk ê wê demê Bulent Ecevît alîkarî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû xwest, Mossad kete dewrê. Yekane şertê Netanyahû ew bû ku îstîxbarata Tirk berpirsyariya operasyonê bigire ser xwe û rola Mossadê veşartî bimîne.
Rojnamevanên Elman Gunter Seûfert û Chrîstopher Kûbaseck di pirtûka xwe ya bi navê "Tirkiye: Siyaset, Dîrok û Çand" de ya sala 2004'an hate weşandin, li ser rola îstîxbarata Îsraîlê ya 15'ê Sibata 1999'an wiha digotin: "Bi ihtimaleke mezin Ocalan piştî ku ji Sefaretxaneya Bilind a Yewnan derket ji aliyê endamên Mossadê ve hate girtin û piştre radestî Tirkiyeyê hate kirin."
YEWNANISTAN
Bêguman di birêxistinkirina wê komployê de yek ji welatên ku bi rola sereke û diyarker rabû Yewnanistan bû. Hikumeta Yewnan ku destpêkê Ocalan vexwend welatê xwe û piştre tenê 5 saetan lê vehewand, di hatina cara duyemîn de hem li welatê xwe hem jî li Sefaretxaneya Bilind a li Kenyayê weke 'kesê nayê xwestin' ragihand û bi vî rengî gavên herî girîng ên komployê avêt. Di 29'ê Çileya 1999'an de bi rêya Amîralê Yewnan ê Teqawîtbûyî Amîral Naksakîs, Ocalan bi balafireke taybet ber bi Rûsyayê ve hat şandin, piştre cara duyemîn hat Yewnanistanê. Rêberê Gelê Kurd çû gundê Nea Makrî yê bi 40 kîlometreyî dûrî Atînayê û li mala nivîskar Vûla ma.
Ocalan di 31'ê Çileya 1999'an de bi fermana Wezîrê Karên Derve Teodoros Pangalos, birin paytexta Belarûs Mînskê. Bêyî ku ji balafirgehê derkeve bi balafireke din bir Girava Korfû. Ji îstîxbarata Yewnan serdar Savas Kanderîdîs li vê derê Ocalan pêşwazî kir û heta derxistina ji Sefaretxaneya Bilind a Yewnan a li Naîrobiyê wê bi Ocalan re bûya. Sibeha 1'ê Sibatê Pangalos bi rêya telefonê li Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Atînayê Nîcholas Bûrns geriya û jê re goit ku Ocalan li Yewnanistanê ye. Sefîrê Bilind ê DYE'yê Bûrns jî ferman da Pangalos û jê re got, "Hûn wî ji Yewnanistanê derxînin, piştre dest nedin rewşa piştre."
Sibeha 2'ê Sibatê saet di 05:30'î de balafira ku Ocalan tê de bû, dema ku Ocalan dibir Kenyayê, Kalenderîdîs got, "Em ê biçin Komara Efrîkaya Başûr", balafir hîn li hewayê bû got, "Efrîkaya Başûr serlêdana penaberiyê red kir, piştî ku demekê li Kenyayê man em ê şensê xwe ji nû ve biceribînin." Sefîrê Bilind ê Yewnanistanê yê li Kenyayê George Kostoîulas ku li Naîrobiyê Rêberê Gelê Kurd pêşwazî kir, bi taybetî hatibû hilbijartin. Kostoûlas li balafirgehê yekemcar li Ocalan rast hat û jê re got, "Ez serkêşê yekîneyeke NATO me ku 20 sal in timî te lêkolîn dike. Li ezmanan li te digeriyam, lê min te li erdê dît." Ocalan 13 rojan li avahiya Sefaretxaneya Bilind a Yewnanistanê ma û êvara 15'ê Sibatê hate derxistin. Di derxistina Ocalan de rola Kalenderîdîs û Kostoûlas girîng bû.
RÛSYA
Serpêhatiya destpêkê ya Ocalan a ber bi Rûsyayê ve ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û 12'ê Mijdara 1998'an bi dawî bû 33 rojan dewam kir. Rêberê Gelê Kurd wê piştî çend salan di parêznameya xwe de ya ji bo dadgeha Atînayê bi vî rengî qalê bikira ku rêveberên dewleta Rûs ên wê demê çawa ew dersînor kirin: "Serokwezîr Prîmakov û Serok Yeltsîn xayinên girîng ên reel sosyalîzmê bûn. Berjewendiyên têklidarî îstîxbarata veşartî-qirêj û aboriyê, rewşa min çiqasî stratejîk jî bû, ji bo wê demê ji firotinê re guncaw bû. Ji kesên ku sîstema mezin a Sowyetê firotin, eger ez li benda hurmeta li nirxên azadiyê bûma, ev ê bibûya xapandina xwe."
Rêberê Gelê Kurd dema ku li Moskowayê daket, Vladîmîr Jîrînovskî ew pêşwazî kir ku hingî alîkarê serokê Dûmayê bû. Abdullah Ocalan şeva destpêkê bû mêvanê mala Jîrînovskî, piştre jî ew ji wir bir maleke li çiyê. Di vê navberê de Rêberê Gelê Kurd serlêdana penaberiya siyasî li rayedarê Rûs kir ku ji ewlekariya wî berpirsyar bû. Lê belê 'mafê penaberiya siyasî' ku mafê herî xwezayî yê Ocalan bû û ji aliyê hiqûqa navneteweyî û qanûnên dewleta Rûs ve dihate naskirin, ji bo Ocalan bi cih nehate anîn.
Rojên ku dewleta Tirk bi rêveberiya Prîmakov re bazarî dikir, li Dûmayê ku baskê jêrîn ê Parlamenta Rûs e, serlêdana Ocalan a ji bo penaberiya siyasî kete rojevê û di 4'ê Mijdara 1998'an de biryar hate eşkerekirin. Li dijî yek dengê dijber bi 298 dengan, hema bêjin bi hevdengiyê daxwaza penaberiyê ya Ocalan hate qebûlkirin. Di encama zexta hêzên global bi taybetî jî zexta DYE'yê de û ji ber aciziya rêveberiya Prîmakov ev biryar nehate pêkanîn. Di 12'ê Mijdarê de Ocalan neçar ma ku berê xwe bide paytexta Îtalya Romayê.
Çûyîna Rêberê Gelê Kurd a cara duyemîn ji bo Rûsyayê jî di nava têkiliyên tevlîhev de bû. Di 17'ê Çileya 1999'an de Ocalan gihîşt Moskowayê û rayedarên Rûs jê re gotin, "Bêsedem divê hûn di nava sê rojan de Rûsyayê biterikînin, lê belê cihê ku hûn ê biçin em ê diyar bikin." Rayedarên Rûs ku pê hesiyabûn wê Wezîra Karên Derve ya DYE'yê Madeleîne Albrîght bê Moskowayê, bi lez û bez Ocalan bi zorê li balafireke kargoyê siwar kirin û derxistin derveyî sînorên Rûsyayê. Rojek piştî ku Albrîght ji Moskowayê derket di 29'ê Çileya 1999'an de Ocalan ji paytexta Tacîkistan Bîşkekê careke din anîn Moskowayê û bi balafireke taybet ew şandin Atînayê.
ÎTALYA
Ocalan di 12'ê Mijdara 1998'an de saet 22:00 bi balafireke Rêyên Hewayî yên Rûsyayê daket Balafirgeha Leonardo da Vîncî û bi vî rengî rojên Romayê jî dest pê kir. Ji Partiya Komunîst-Jinûve Avabûn bi alîkariay 2 parlamenterên dostê Kurd, Rêberê Gelê Kurd dest bi serpêhatiya Îtalyayê kir. Piştî ku ji balafirê daket serlêdana ji bo penaberiyê kir. Lê belê li şûna ku daxwaza wî ya penaberiyê bê lêkolîn, bi hinceta biryara girtinê ya li Elmanyayê li dijî wî hatiye dayin Ocalan hate destgîrkirin. Ji ber ewlekariyê Ocalan birin Nexweşxaneya Palestrîna ya bi 40 kîlometreyî dûrî Romayê û piştre jî ew li malekê hate bicihkirin.
Rêberê Gelê Kurd dema ku gihîşt Îtalyayê di daxuyaniya xwe ya destpêkê de got, "Em dixwazin dest bi pêvajoyeke aştiyane bikin û çareseriya polîtîk a vê pirsgirêkê gelekî lezgîn e." Lê belê welatên Ewropayê li şûna ku ji bo pêvajoya Ocalan qalê dikir bikevin nava liv û tevgerê, hikumeta Massîmo D'Alema jî bi tenê hiştin. D'Alema ku di 27'ê Mijdara 1998'an de li paytexta wê demê ya Elmanyayê li Bonnê destvala vegeriya, wiha got, "Ji ber ku li welatê me ti sûc nekiriye dozgerî wê li dijî Ocalan ti lêpirsînê nemeşîne. Hêvîdarim di mijara darizandinê de jî wê çareseriyeke navneteweyî bê peydakirin."
Hêzên global ên bi serkêşiya DYE, Îngilistan û Elmanyayê, ji bo 'çareseriya navneteweyî' ya ku D'Alema bal dikişand ser tiştek nekirin, di ser re kirin ku rêwîtiya Ocalan a Ewropayê li nava Efrîkayê bi dawî bibe. Di 2'ê Kanûna 1998'an de rojnameya Îl Gîornîale ya Îtalyayê nivîsand ku Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Lamberto Dînî bi vî rengî bertîl pêşniyarî Rûsyayê kiriye: 'Hûn Ocalan werbigirin em ê jî krediya ji 8 milyar dolarî ji we re vekin ku beşa destpêkê ya alîkariya 1998'an e û ji aliyê ÎMF'ê ve hatiye blokekirin.' Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Dînî bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Îgor Îvanov re kir, Ocalan di 16'ê Çileya 1999'an de ji nû ve çû Moskowayê ku vê yekê îdîaya hatibû kirin piştrast dikir. Hikumeta D'Alema jî piştî 66 rojan mîna ku bûyerên biqewime texmîn dikir belgeyek bi vî rengî bi Rêberê Gelê Kurd da îmzekirin: 'Ez bi daxwaza xwe ji Îtalyayê derketim'.
ELMANYA
Piştî ku ji Elmanyayê hate ragihandin ku Ocalan li balafirgeha Leonardo da Vîncî hatiye destgîrkirin, di saetên destpêkê yên 13'ê Mijdara 1998'an de yekîneya lêpirsînê ya 8'emîn a vardiya şevê ya Dozgeriya Federal a li Karlsrûheyê, dosyaya ku bi salan li refê hatibû bicihkirin daxist û hewl da daxwaza wergirtina Rêberê Gelê Kurd amade bike. Bûyerên ku bi vê yekê ve girêdayî biqewimiyan wê bibûya xala diyarker a rêveçûna komployê. Detayeke cuda ya ku balê dikişîne ew e ku Midûrê Giştî yê Emniyetê yê dewleta Tirk ê wê demê Necatî Bîlîcan wê sibehê li Elmanyayê bû.
Di 13'ê Mijdarê de çend saet beriya bidawîbûna kar, Serdozgeriya Federal a ku daxwaza wergirtinê amade dikir, ji bo biryar bê dayin dosya ji Dadgeha Federal re şand. Piştre jî di 16'ê Mijdarê de Wezîrê Karên Hundir Otto Schîly bi bayê bezê çû Romayê û bi hempîşeyê xwe Rosa Rûsso Îervolîno re hevdîtin kir; rojev jî karê wergirtina Ocalan bû. Baskekî li nava dewleta Elman -ku Schîly serkêşê wan bû- alîgirê wê bû ku Rêberê Gelê Kurd bînin Elmanyayê û darizîne. Piştî danûstandinên Schîly ên li Romayê, di 19'ê Mijdara 1998'an de Dadgeha Federal a Elmanyayê dosyaya dozgeriya federal lêkolîn kir û ji bo wergirtina Ocalan biryareke nû ya girtinê da. Ev yek nûkirina biryara girtina Rêberê Gelê Kurd bû ku yekemcar di 12'ê Çileya 1990'î de hatibû dayin.
Êdî dor hatibû pozîsyona hikumeta sosyal demokrat-keskan a bi serokwezaretiya Gerhard Schroder. Lê belê hikumeta Elman di vê mijarê de xwe sist kir. Li ser vê yekê Serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D'Alema di 27'ê Mijdarê de çû paytext Bonnê. Schroder ku D'Alema pêşwazî kir wiha digot, "Ji ber nifûsa zêde ya Kurd û Tirk a li welatê me em Abdullah Ocalan naxwazin. Ji bo çareseriyeke navneteweyî ya ji pirsgirêka Kurd re Wezîrên Karên Derve yên Îtalya û Elmanyayê wê li hev kom bibin û bernameyeke ji bo çareseriya pirsgirêkê amade bikin. Ocalan jî divê li dadgeheke Ewropayê bê darizandin." Ji bo wê hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ku Schroder qalê dikir ne Elmanyayê ne welatên din ên Ewropayê gavek neavêtin.
KENYA
Kenya jî ku di navbera 2'ê Sibatê û 15'ê Sibatê de Ocalan lê ma, ji bo biserxistina pêvajoya 129 rojî weke stasyona herî girîng hate qeydkirin. Hikumeta wê demê ya Kenyayê bi helwesta xwe ya bêîrade ji bo Rêberê Gelê Kurd bi rengekî korsanwarî ji avahiya sefaretxaneya bilind bê derxistin bû alîkar. Wezîrê Karên Derve yê Yewnan Pangalos ji rayedarên sefaretxaneya bilind re got, "Hûn wî ji avahiyê derxînin, dest nedin tiştên piştre biqewime'. Bi vî rengî nîşan dida ku Kenya wê vî karî bibe serî. Zexta herî giran ji xwe wê ji aliyê Kenyayiyan ve bihata kirin. Rêberê Gelê Kurd ji Kenyayiyan re digot, "Heta ku garantiya hikumetê nedin min ez dernakevim."
Îstîxbarat û hêzên ewlekariyê yên Kenyayê xwe nedidan ber garantiyeke bi vî rengî, her wiha ketin nava pozîsyoneke ku li ti exlaq û qanûnê nayê. Êvara 15'ê Sibatê Şefê Îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta got, "Balafir amade ye, tavilê derkevin. Dibe şev, nikarim garantiyê bidim ku bi şev çi bibe." Piştî vê gefê Ocalan ji sefaretxaneya bilind derket û li wesayita Toyota Land Cûrîser a polîsên Kenyayê hate siwarkirin û radestî îstîxbarata Tirk a li balafirgehê hate kirin. Tevî 22 sal di ser re derbas bûne jî balkêş e ku Kenyayê li ser revandina bi rengê korsanwarî hîn ti daxuyanî nedaye.
MISIR
Misir ku wê demê Husnu Murarek lê desthilatedar bû, beriya 9'ê Cotmehê bi roleke krîtîk tevgeriya. Di 3'ê Cotmeha 1998'an de Serokkomarê Misrê Husnu Mubarek ji bo nirxandina aloziya navbera Tirkiye û Sûriyeyê çû Erebistana Siûdî. Mubarek ku bi Qral Fahd re hevdîtin kir wiha digot: "Divê em rageşiyê rawestînin û kontrol bikin. Ez amade me ku di vê mijarê de li Enqere û Şamê bi her awayî hewl bidim." Rawestgeha duyemîn a Mubarek jî paytexta Sûriye Şam bû. Mubarek bi 2 saetan bi Serokdewletê Sûriyeyê Hafiz Esat re hevdîtin kir, lê bêyî ku daxuyaniyekê bide ji Sûriyeyê derket.
Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Amr Mûsa li Sûriyeyê mabû û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêkê em hewl didin rêya diyalogê bê vekirin. Di 5'ê Coteha 1998'an de Mubarek ê bi rola navbeynkariyê tevdigeriya berê xwe da Enqereyê. Mubarek bi Demîrel re rûnişt û têkildarî "Yên divê Sûriye bike" dosyayek pêşkêş kir û piştre jî got, "Eger bendewariyên me bi cih neyên anîn, em ê ya pêwîst bikin." Armanca Mubarek ew bû ku Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin û radestî Tirkiyeyê bê kirin, bi vî rengî her du welat 'pirsgirêkên xwe çareser bikin'. Rejîma Şamê ya wê demê bi navbeynkariya Mubarek şertên Enqereyê qebûl kir û heman piştî 9'ê Cotmehê mohra xwe danîn binê peymana Edeneyê û dest bi hevkariya bi dewleta Tirk re kir.
ÎRAN
Mîna Misrê, Îranê jî beriya 9'ê Cotmehê hewl da rêveberiya Şamê îqna bike. Îran li pêşberî gefên Tirkiyeyê, hevalbendê xwe rêveberiya Şamê bi tenê hişt. Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê wê demê Kemal Harrazî ku di krîza navbera Enqere û Şamê de bi rola navbeynkariyê tevdigeriya, destpêkê çû Sûriyeyê û bi Esad re hevdîtin kir, piştre jî 8'ê Cotmehê çû Enqereyê. Harrazî ku bi Demîrel re hevdîtin kir daxwazên dawî yên Şamê ragihand.
Rojên ku ji bo çûyîna Rêberê Gelê Kurd li welatekî dihate gerîn, li Îranê cînayetek hate kirin ku hîn sira wê eşkere nebûye. Di 21'ê Mijdara 1998'an de lîderê Partiya Mîllet a Îranê û Wezîrê Karên Hundir ê berê Darîûsh Foroûhar û hevsera wî Parvaneh Eskenderî li mala xwe ya li Tehranê bi kêrê hatin kuştin. Foroûhar ku dostekî Kurd bû çend roj beriya bê kuştin ji bo li ber Sefaretxaneya Bilind a Îtalyayê ya li Tehranê mîtîngekê li dar bixe serî li Wezareta Karên Hundir a Îranê dabû û bang li Îtalyayê kiribû ku mafê penaberiyê bide Ocalan. Piştî bi salan servîsa Farsî ya BBC ragihand ku Foroûhar li gel hevsera xwe ji aliyê îstîxbarata Îranê ve bi hevkariya MÎT'ê hatine kuştin.
EFRÎKAYA BAŞÛR
Rêberê Gelê Kurd dema li Romayê bû ji Neslon Mandela û Demond Tûtû re name nivîsand û piştî van nameyan çûyîna Efrîkaya Başûr kete rojevê. Heyeta dîplomasiyê ya Kurd li Brukselê bi nûnerên Efrîkaya Başûr re hevdîtin kir û ji bo çûyîna Ocalan bi erênî nêzîk dibûn. Lê belê Serokwezîrê wê demê yê Îngilistanê Tony Blaîr wê demê wê serdana vî welatî bikira. Bi hinceta vê serdanê helwesta Efrîkaya Başûr di kêliya dawî de hate guhertin. Ocalan ji xwe ji bo çûyîna Efrîkaya Başûr qebûl kiribû ku biçe Kenyayê.
Parêzerê Mandela Essa Moosa di hevpeyvîneke xwe de ya piştî bi salan wê çavdêriyên xwe yên beriya 15'ê Sibatê yên têkildarî bûyerên li Naîrobiyê wiha vegotibûya: "Ocalan ji welatekî derbasî welatekî dibû lê ji kesî mafê penaberiyê wernegirt. Efrîkaya Başûr amade bû ku vê bike, lê belê diviyabû Ocalan rêyek bidîta ku xwe bigihîne Efrîkaya Başûr. Eger Ocalan li Kenyayê mabûya û karîbûya xwe bigihanda Efrîkaya Başûr mesele dikarîbû cûda bûya."
BELÇÎKA
Di hîmê Romayê yê komployê de hin welatên rojavayî helwesteke tund nîşan dan. Ya destpêkê jî Belçîka bû. Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Erîk Deryeke got, "Em naxwazin Ocalan li Belçîkayê bibînin, ji xwe Kurd û Tirkên li welatê me li hev nakin, em naxwazin pirsgirêkeke nû rû bide." Bi vî rengî bi awayekî eşkere ragihand ku deriyê welatê wî li Rêberê Gelê Kurd girtiye.
HOLLANDA
Welatekî din ê Ewropayê ku tevî Belçîkayê sînorên xwe li Rêberê Gelê Kurd girt Hollanda bû. Ji ber ku di şeva 31'ê Çileyê û 1'ê Sibatê de li aliyê Hollandayê rewşeke balkêş qewimî. Rêberê Gelê Kurd di 31'ê Çileyê de bi balafireke hikumeta Yewnanistanê diçû paytexta Belarûs Mînskê. Armanca wî ew bû li vir li balafireke din siwar bibe û biçe bajarê Lahey ê Hollandayê. Rêgeheke bi vî rengî danî ber xwe. Lê belê Radyoya Hollandayê ragihand ku Ocalan xwestiye bê Hollandayê lê belê hatiye redkirin. Wê şevê tevî Hollandayê Ewropayê bi temamî qada xwe ya hewayî li Ocalan girt. Li Mînskê demeke dirêj hewl dan Ocalan ji balafirê bê daxistin, Ocalan ev yek red kir û ji balafirê peya nebû. Li ser vê yekê balafira Yewnanistanê 1'ê Sibatê saet di 04:00 de vegeriya Atînayê.
TACÎKISTAN
Rêberê Gelê Kurd di 20'ê Çileya 1999'an de bi bayê bezê ji mala li Moskowayê hate derxistin û ew birin derveyî sînorê Rûsyayê. Wê piştre bihata fêhmkirin ku ev dever paytexta Tacîkistan Bîşkek e. Rêberê Gelê kurd wê piştre di parêznameya xwe de bi vî rengî qala 8 rojên li Bîşkekê bikira: "Min ji Rûsan re got ku dixwazim biçim Kurdistanê. Destpêkê gotin 'Di ser Ermenistanê re em dikarin deynin ser sînor'. Lê belê heman piştre wiha gotin, 'Rewş hate guhertin. Em diçin Tacîkistanê'. Bi lîstik û zordariyê li balafireke kargoyê hatim siwarkirin û ez birin birin cihekî mîna gund ê li derveyî sînorê Rûsyayê. Ev yek revandina bi zorê bû. Li vê derê 8 rojan tecrîdkirî mam, têkiliyên min ên bi derve re bi temamî hatibûn birîn."