Piştî girtina wekîlên HDP'î li Colemêrgê çalakî hate qedexekirin!

Dewleta Tirk, piştî ku wekîltiya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven xist û ew girt, li Colemêrgê ji bo 15 rojan qedexe danî ser lidarxistina çalakiyan.

Wekîltiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari 4'ê Hezîranê roja Pêncşemê hate betalkirin. Her du wekîl şeva heman rojê hatin girtin.

Walîtiya Colemêrgê ji bo pêşî li nerazîbûna gel a li vê êrişa rejîmê bigire ji 5'ê Hezîranê û pê ve ji bo 15 rojan lidarxistina çalakiyan li bajêr qedexe kir.