Piştî 6 salan cihê ku Berkîn Elvan lê hate kuştin, hate lêkolîn!

Piştî 6 salan di derbarê kuştina Berkîn Elvan de ku ji hêla polîsên Tirk ve hate qetilkirin lêkolîna destpêkê hate kirin. 

Beriya 6 salan di dema berxwedana Parka Geziyê de polîsên Tirk, Berkîn Elvan qetil kiribû. 6 sal in doza di derbarê kujerên Elvan de didome û herî dawî dadgeha Tirk 10 Nîsanê biryar dabû ku li cihê bûyerê lêkolîn were kirin. Lewre berbanga sibê polîsên Tirk çûn cihê bûyerê dorpêç kirin.

DAYIKA ELVAN: WÊ BIBÊJIN SÛCDAR FÎŞEKA GAZÊ YE!

Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan diyar kir 6 sal in ev doz didome û hewl didin ku kesên din nemire.

Elvan kuştina Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi bîr xist, ku panzer ketibû mala wan û pê li her du birayan kiribû û got, "Weke ku hûn jî zanin di wê bûyerê de panzer weke sûcdar hatibû nîşandan, ne polîs. Dibe ku sibe dusib, vê carê çek an jî fîşeka gazê sûcdar bê dîtin."