BI DÎMEN

Piştgiriya greva birçîbûnê li Ewropa mezin dibe

Bi armanca piştgirîkirina berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di roja 60’an de didome, Kurdistaniyên ku li gelek welatên Ewropayê dijîn, çalakiyan lidar dixin û raya giştî hişyar dike.

LONDRA

Greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku bi armanca piştgirîkirina berxwedana girtiyan ku li Londrayê destpê kiribû di roja yekemîn de ye. Çalakgerên ku li pêşiya Serkatiyê kon vedane, îro veguhestin gara trenê ya Manor Hoûse.

Îro çalakî di pêşengtiya Ji bo Demokrasiyê Platforma NA û Meclîsa Gel a Bîrîtanyayê li gara trenê ya Manor Hoûse destpê kir û heta Woodgrenê meşek hate lidarxistin, çalakî dewrî koma din hate kirin.

GALLER

Çalakiya greva girçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Galler ve hatibû destpêkirin di roja 7’emîn de didome. Gelek nûnerên saziyan, dost û partiyên siyasî çalakiya greva birçîbûnê bi serdanên xwe piştgirî kirin.

BRÎGSTON

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Herêma Brîgston a Sûssex a Bîrîtanyayê hatî destpêkirin di roja xwe ya 4’emîn de didome. Gelek çapemeniyên herêmî, Rêxistinên Civaka Sivîl û partiyên siyasî çalakî şopandin û bi ziyaretên xwe piştgirî kirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê mîtîngek hate lidarxistin.

Meş û mîtînga ji aliyê DEM-KURD a Swîsre û saziyên dost ve ku ji bo piştgirîkirina çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyeê li Helvetîaplatzê hate lidarxistin. Di çalakiya bi sedan kes beşdar bûn de, daxwaz hate kirin ku daxwazên bi maf ên girtiyan bên qebûlkirin. Di mîtîngê de pankarta “Dîtatoriya Erdogan rawestînin” û “Deng bide dengê girtiyan” hate hilgirtin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate dayîn de, hate diyarkirin ku ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku ev gihişte 60 rojan li Toûlûse ta place darmenîeyê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine.

Endamên NCKD ên ku diyar kirin ku heta daxwazên bi maf ên girtiyên bê qebûlkirin wê Kurdistanî û dostên wan bi çalakî û aktivîteyên cuda cuda têkoşîna xwe bidomînin,bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Toûloûse û derdorî wê kir ku beşdarî çalakiya pişgtirîkirina greva birçîbûnê ya ku wê saet 18:00’an de pêk were kirin.

ÎNNSBRÛCK

Sazî û dezgehên ku xebatên xwe li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê dimeşînin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojna kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armaca piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya ku gihişt roja 60’an li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê ku 3 rojan bidome destpê kir.

Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk , ADHF, ATIK, PARTÎZAN û Komeleya Xwezaya Dersim beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne.

Di roja dawî ya çalakiyê de wê çalakger têkildarî rewşa dawî ya greva birçîbûnê dosyayekî pêşkêşî Parlementoya Eyaletê bike.