Piştgiriya bi Leyla Guven re zêde dibe

Rêxistinên HDP û BDP’ê yên navçeya Gever û Şemzînanê, greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlemetera Colemêrgê Leyla Guven dayî destpêkirin silav kir û bang li her kesê kir piştgirî bike.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Gever û Şemzînanê greva birçîbûnê ya bê dem û dorvger a ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a rehîn hatiye girtin dayî destpêkirin, silav kir û ji bo piştgirîkirinê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di civîna li avahiya navçeya Şemzînanê hate kirin de Parlemeterê Colemêrgê Saît Dede axivî û bal kişand ku Leyla Guven a li Colemêrgê di asta rekorê de deng girtibû destpêk berdan û piştre dîsa girtin. Dede got: “Bi vê yekê madeya 83’ê ya Destûra Bingehîn bipê dikin. Divê bi lezgîn bê berdan. Mînakên Mûstefa Balbay, Enîs Berberbeoglû, Sebahat Tûncel li ber çavan e. Piştî hatî hilbijartin ti hiqûqa girtinê nîne. Dewlet bi xwe hiqûqa derdixe bi xwe jî binpê dike.”