Pisporê Fransiz: li Efrîn serfirazbûna Tirkan ne pêkan e

Pisporê arîşeyên navnetewî û berevaniyê yê Fransiz Hadrîen Desûnî got Tirkiye ne pêkan e ku li Efrînê serfiraz bibe. Desûîn her wiha got li Sûriyê çareserî ne siyasî lê leşkerî ye.

Pisporê leşkerî Hadrîen Desûîn li ser êrîşên Tirk ên li ser Efrînê bersiv da pirsên ANF’ê.

TIRKIYE TI CARAN DAÎŞ JI XWE RE NEKIR HEDEF

Desûîn li ser têkiliya Tirkiye û DAÎŞ’ê got, ‘’DAÎŞ ti caran ji bo Tirkiyê nebû hedefa pêşî. Berevajî, Dewleta Îslamê gelek caran bû hevalendê objektîf ê Tirkiyê, weke di dorpêça Kobanê de. Ketina DAÎŞ’ê valahiyek çêkir û Tirkiye ji tirsa kus ê kantonên Kurdên Sûriyê bigihijin hev lezand. Piştre hêzên Kurdan li ber çavê Tirkan Reqa standin û di ber Firatê re xwe berdan heta bi sînorên Iraqê. Li gel şerê li dora Minbicê û Babê bi Amerîka û Rûsyayê rewşa di navbera Kurdan û Tirkan de aramî çêbû. Tirkiye Çile bi operasyona ‘Çeqlê Zeytûnê’ bi hesabên siyaseta navxwe însîyatîv kire dest xwe.’’

TIFAQA BI RÛSAN RE PIR KONJONKÛREL E, HER KÊLÎ DIBE KU BITEQE

Desûîn li ser têkiliya Rûsya û Tirkiye û rola wê ya di dagirkerinê de dibêje, ‘’Rûsya di dagirkirina Tirk de ti rol nelîstiye. Tenê bi wesîleya nîqaşên dîplomatîk ên Astana û Soçiyê ji bo ku navbeyna wê û Tirkan xira nebe, tercîh kir ku ji qada Efrînê vekişe û hişt ku balafirên Tirk bifirin. Di ber vê de jî derfeta ku li başûrê Idlibê û Gutayê operasyonan bidomîne.

Desûîn li ser dahatuya tifqa Rûs û Tirkan dibêje ‘li ber şikestinê ye, ji ber ku Tirkiye her wiha di nav tifaqa DYA’yê de û DYA jî di nav tifaqa QSD’ê de ye. Tifaqa Rûs û Tirkan tifaqeke demkî ye, pir konjonktrûl e, her gav dibe ku biteqe. Piştî ku Tirkiye şerîde 1 kîlometreyî yê bi sînorê kantona Efrînê re stabilîze kir û bi artêşa Sûriyê re hevrû bû tifaqa Rûs û Tirkan kete rewşeke hesas. Bi mantiqî diviya operasyon li vir rawestiya. Ji ber ku Rûsya wê nehêle ku di navber Tirkiye û Sûriyê de şerekî dijwar çêbibe. Bi taybetî jî piştî ku nîqaşên Soçiyê ne serkeftî bûn qet wê destûra vê nede.’’

GELEK KARTÊN KURDAN HENE

Li ser helwesta Amerîkayê ya li bara Tirkan Desûîn dibêje, ‘Weke Rûsan, Amerîkî jî li bara Tirkan pir sist in. Rûs jî Amerîkî jî ditirsin ku Tirkie bi hêlekê ve biçe. Beramberî hev di nav lîstikeke pir nazik de ne. Lê di dest Kurdan de di vê lîstikê de, xaka bi kontrola wan jî di nav de gelek kartên wan hene. Kurd bi rengekî hostayî ji bo ku Rûsya helwesta xwe ya li bara Tirkiyê hişk bike dibe ku ji Şamê derbas bibin. Ti sûda Tirkiyê li Soçiyê nîn e û bi rengekî cidî ne di kontrola xwedêgiravî muxalefeta Sûriyê de ye. Bi giştî DYA naxwaze bi Tirkiyê re bikeve nav pozîsyoneke şer.

SÛRIYA NE DI XEMA NATO’YÊ DE YE, DERDÊ WÊ ŞERÊ SAR Ê BI RÛSYAYÊ RE YE

Desûîn li ser helwesta NATO’yê li bara êrîşên dewleta Tirk a bi hevkariya çeteyên ‘cîhadîst’ û bikaranîna çekên wê yên di kuştina sivîlan de ya li Efrînê dibêje, ‘’Sûriye ne di xema NATO’yê de ye, tekane şerê ku wê têkildar dike şerê sar ê li dijî Rûsyayê ye.’

SERFIRAZIYA PÎRÛSÊ YA TIRKIYÊ

Desûîn got ji bo Tirkan mirov dikare behsa ‘serfiraziya Pirûsê bike ango bi gotineke dî ev êrîşên wiha yên ne temambûyî ne û maliyeta wê ji bo artêşa Tirk pir zêde ye û hêzên Tirk ne hazr n ku windahiyên însanî yên di şerê Efrînê de qebûl bikin û raya giştî jî serboriyeke wiha qebûl nakin.

SERFIRAZIYA TIRKAN NE PÊKAN E, DIBE KU BIKEVE PARASTINÊ

Desûîn bi domdarî dibêje, ‘’Kurd xaka xwe diparêzin û ji bo vê ji mirinê re hazir in. Di vê rewşê de pêkan e ku artêşa Tirk raweste û li gel daxuyaniyên şerxwaz ên rêveberên wan dibe ku bikeve lêgerîna stabilîzekirina eniyê. Niha piştî ku Kurdan zemîna tifaqê ku bi Şamê re Efrînê biparêzin dîtin li ser serfiraziya Tirkan guman heye, bi ser de ne pêkan e. Ji êrîşan dikare bikeve pozîsyona ku mewziyên xwe biparêze.’’

LI SÛRIYÊ ÇARESERÎ LEŞKERÎ YE, KÎ BI SER BIKEVE WÊ AŞTIYÊ FERZ BIKE

Desûîn herî dawî got, ‘’Berovajî ya ku ev 7 salên bawerî pê tê anîn çareseriya ji boş erê Sûriyê ne siyasî û dîplomatîk, leşkerî ye. Piştre jî yê serkeftî wê aştiyê ferz bike. Heke bidome ku di statûkoyê de bimîne wê parçebûn çêbibe û di Rojhhilata Nêz de wê nearamiyeke domdar çêbibe, ev jî nayê xwestin. Kurd jî di nav de divê Sûriyeyî serweriya xwe ya leşkerî dîsa bibînin û bi qedemeyî kî dibe bila bibe divê ji mudaheleyên herêmî xwe dûr bixin.’’

Hadrîen Desûîn kiye?

Hadrîen Desûîn li Fransayê xwendekarê berê yê dibistana leşkerî ya taybet a St-Cyr bû, piştre li Dibistana Efsferên Jandarma a Netewî perwerdehiya xwe domand. Desûîn li ser arîşeya Xiristiyanên Rojhilat û dîasporya wan mastira navnetewî û stratejîk kir. Her wiha 2005’an li Navenda Lêkolîn û Dekumantasyonê ya Aborî, Hiqûqî û Sosyal a Kahîrreyê mastira jeopolîtîkaya Misirê kir. Ji 2010’an heta bi 2012’an Desûîn malpera Fransî ‘LesConversatîons’ê bi rê ve dibe, îro jî di malpera ‘Causeur et Conflîst’ê xebatên dîplomatîk ên cîhanê dişopîne. 20172’an pirtûka xwe ya bi navê ,’’ La France atlantiste ou le naufrage de la diplomatie’’ (Fransaya alîgirê Atlantîk an jî têkçûna dîplomasiyê’) weşand.