Pisporê ewlekariya kar Bîlîr: Rewş ji ya tê dîtin bêtir xeternak e

Pisporê ewlekariya kar Bîlîr: Rewş ji ya tê dîtin bêtir xeternak e

Pisporê Ewlekariya Kar Ertûgrûl Bîlîr diayr kir ku li Tirkiyeyê salane 2-3 hezar mirov ji ber 'qezayên kar', 10-15 hezar mirov jî ji ber nexweşiyên pîşeyî jiyana xwe ji dest didin û got, "Ji ber kontrol baş nîne, karsaz jî tedbîrên pêwîst nagirin. Berdêla vê jî karker bi jiyan û tenduristiya xwe didin. Yanî rewş ji ya tê dîtin xeternaktir e."

Li Tirkiyeyê cînayetên kar ên di bin navê "qezayên kar" de rû didin, naqedin. Endamê Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê Endezyarê Makîneyê û Pisporê Ewlekariya Kar Ertûgrûl Bîlîr der barê ewlekariya kar de ji ANF'ê re axivî.

Bîlîr da xuyakirin ku ji ber li Tirkiyeyê sîstemeke baş a agahîwergirtinê nîne, baş nayê zanîn ka cînayetên kar çiqas e û destnîşan kir ku bawerî bi daneyên SGK nabe. 

Bîlîr ragihand ku ji aliyê giştî ve tê dîtin ku di dema dawî de mirina karkeran zêde bûye, lê belê raya giştî bi tenê bi mirinên komî yên karkeran re eleqedar dibe.

Bîlîr anî ziman ku "nexweşiyên pîşeyî" ji qezayên kar bêtir dibin sedema mirin yan jî ji hal ketina karkeran û da zanîn ku ev yek ji ber zehmet e bê tespîtkirin, nayê rojevê. Bîlîr da xuyakirin ku zext li karsazan nayê kirin, tazmînat nayê dayîn, mehane ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest didin re nayê dayîn û destnîşan kir ku kanser û nexweşiyên di wergirtina hilmê de, tê texmînkirin ku ji be cihê kar e. 

Pisporê ewekariya kar Bîlîr diyar kir ku li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, beramberî mirineke ji ber qezaya kar, 5 kes ji ber 'nexweşiyên ji ber kar' jiyana xwe ji dest didin. Bîlîr ragihand ku li Tirkiyeyê salane 2-3 hezar kes ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest didin, lê ji ber nexweşiyên pîşeyî salane 10-15 hezar mirov dimirin. Bîlîr destnîşan kir ku rewş ji ya tê dîtin xeternaktir e.

Bîlîr da xuyakirin ku kontrola kar ji aliyê dewletê ve kêm tê kirin, li cihê tê kirin jî baş nayê kirin û ev nirxandin kir: "Weke pisporekî kar, di lêkolînên xwe yên li hin cihan de min tespît kir ku kêmasiyên girîng ji aliyê mufetîşan ve nehatine tespîtkirin û di raporê de nehatine nivîsandin. Weke pisporên ewlekariya kar yan jî weke hekîmên cihê kar, eger em tespîta heman kêmasiyan bikin, wê belge bê betalkirin yan jî em ê bi dozên ceza, dozên tazmînatê re rû bi rû bimînin. Lê belê bi qasî ku em fêm dikin ji mufetîşên kar ên wezaretê re peyama 'karsazan nexin nava tengasiyê' tê dayîn. Bi kurtasî başnebûna kontrolan cesaretê dide karsazan û tedbîrên pêwîst nayên girtin. Berdêla vê jî ji aliyê karkeran ve tê dayîn, bi jiyan û tenduristiya xwe.