Pispor êrîşkarên Korkmaz teşhîs nekir

Pispor êrîşkarên Korkmaz teşhîs nekir

Heyeta pisporan a têkildarî dîmenên Alî Îsmaîl Korkmaz rapora xwe pêşkêşî dadgehê kir destnîşan kir  ku ji ber dîmen ne zelal bû û kalîteya dîmen kêm bû êrîşkar teşhîs nekiriye.

Heyeta pisporan a têkildarî  Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskişehirê hat qetilkirin hatibû wezîfedarkirin rapora xwe pêşkêşî dadgehê kir.

Rapor, ji nirxandin û agahiyên têkildarî dîmenên kamerayan a dema êrîşî xwendekarê zanîngehê Korkmaz dikin pêk tê.

Di raporê de hat destnîşankirin ku,  Alî Îsmaîl roja ku bûyer çêbûye di navbera demjimêr 01:28:17 û  01:31:00’an de bi hevalekî xwe re ketiye ber kamerayên ewlekariyê û di dîmenan de bûyerên pevçûn an jî derbkirinê nehatine dîtin.

Heyeta pisporan a têkildarî dîmenên hatine temaşekirin rapor amade kiriye, got, "Di encama temaşekirina CD û DVD'yan de ji ber ku kalîteya dîmenan a zelalbûnê kêm e, ji ber dema bûyerê tarî bû û kamera ji cihê bûyerê dûr bûn rûyên kesên bûyera birîndarkirin û derbkirinê pêk anîne nehatiye tespîtkirin."

Her wiha  di raporê de tê gotin ku, kesekî ku di destê wî de dar heye li yê çalakvan dixe, û paşê hin kesên ku tên gel jî bi dar li yê çalakvan dixin.

KESEKÎ BI DAR HAT GIRTIN

Di vê navberê de, Serkan Kavak ê hat tespîtkirin di nav koma ku li Alî  Îsmaîl Korkmaz xistiye de cih girtiye hat girtin û şandin girtîgehê.

Di lêpirsîna têkildarî mirina Korkmaz de, şoforê otobusê Serkan Kavak ê tê gotin di nav koma ku li Alî Îsmaîl xistibûn û derbkiribûn de cih digire, ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan li ser îtîrazê duh ji nû ve hat binçavkirin û birin edliyeyê.

Kavak ê têkildarî qetilkirina Korkmaz de der barê wî de biryara girtinê hat dayîn şandin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîr.