Pirtûkxaneya Ocalan tûra xwe ya Ewrûpayê li Strasboûrgê bi dawî kir

Pirtûkxaneya Ocalan a ku di 9’ê Cotmehê de ji Strasboûrgê bi rê ketibû, tûra xwe ya li Ewrûpayê bi mîtînga li Strasboûrgê temam kir.

Otobusa pirtûkxaneya Ocalan a ku herî dawîn ji Frankfûrtê ber bi Strasboûrgê ve bi rê ket, li bajarê Kehlê hate pêşwazîkirin. Ligel ku baraneke zêde dibariya, li ser rê bi posterên Ocalan û alayên PKK’ê hate pêşwazîkirin.

Otobus li qada çalakiyê ya li pêşiya Konseya Ewrûpayê bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji Ocalan re” hate pêşwazîkirin.

Di mîtîngê de hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur axivî û got, “Li gelek cihan hewldanên provakasyonê çêbû lê bi berxwedanê em gihiştin vê derê”

Parlementera HDP’ê Tûgba Hezer jî axivî û got, “Li dijî hemû zext û pêkutiyan, ez gelê me yê ku xwedî li îradeya xwe ya azad derket, silav dikin. Tecrîda li ser rêzdar tê wateya tecrîda li ser me hemûyan. Ji bo azadî û wekhevî û edaletê divê tecrîda li Îmraliyê ji holê were rakirin. Em ê li dij faşîzmê li ber xwe bidin.”

Mîtîng bi sloganên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.