Pirtûkxaneya Ocalan li Stûttgardê ye

‘Pirtûkxaneya Ocalan’ ku 9’ê Cotmehê ji Strasboûrgê bi rê ketî ji hêla Kurdistaniyan ve li Meydana Schlıssplatzê hate pêşwazîkirin.

Di standê de ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de cih digirin, posterên qasidên aştiya dinyayê yên Gandî, Mandela û Ocalan hatin vekirin.

Di bernameyê de li ser navê Meclîsa HDK-E’yê Necatî Abay axivî, Abay komplo şermezar kir û got, ‘’Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd lê her wiha hevrêyê gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn e. Em dixwazin ku Ocalan û hemû girtiyên azadiyê di demeke nêzîk de ji hêla fizîkî ve azad bibin.’’

Parlamenterê Dîe Lînke Gokay Akbulut jî got, ew dixwazin hevkariya gemarî ya Elmanya bi Tirkiyê/Erdogan re bi dawî bibe û got, ‘’Em tim li pişt Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bin û em dixwazin ku Elmanya firotina çekan a ji bo Tirkiyê demildest rawestîne.’’

Otobûsa pirtûkxaneya Ocalan saet 15.00’an ji Stûttgardê veqetiya û ber bi Salzbûrg a Avûstûrya ve çû.

Piştre komîteya Stûttgardê bi komên hevgirtinê yên Nav-Dem Baden Wurttembergê bi hev re saet 15.30’An ji partiyên FDP, Grunen, CDU û SPD’ê re derbarê kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan agahî dan, xebatên Ocalan hatin danasîn û hr wiha pirtûkên Ocalan ên di vê derbarê de hatine danasîn.

Dosyayek derbarê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî dane rayedaran.