Pirsgirêkên Kurdên Feylî li Parlamentoya Ewropa ne

Li PE konferansek li ser pirsgirêkên Kurdên Feylî hate lidarxistin. Di konferansa ku hin daxwaz tê de hebûn de banga li YE û saziyên navneteweyî hate kirin ku qetlîam û qirkirinên li ser Kurdên Feylî nas bikin.

Li PE konferansek li ser pirsgirêkên Kurdên Feylî hate lidarxistin. Di konferansa ku hin daxwaz tê de hebûn de banga li YE û saziyên navneteweyî hate kirin ku qetlîam û qirkirinên li ser Kurdên Feylî nas bikin.

Li Parlamentoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê 1’emîn Konferansa Kurdên Feylî ya Navneteweyî hate lidarxistin. Konferans ji aliyê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) û Koma Tfaqa Sosyalîst û Demokratên PE hate organîzekirin. Di konferansê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, li ser navê KNK’ê Adem Ûzûn, Dr. Majeed R. Jafar, Anna Gomes, Thomas Schmîdînger, parlamenterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer û Hakîm Sofî di serî de gelek kesên bernas amede bûn. Di konferansê de têkîldarî rewşa Kurdên Feylî axaftin hatin kirin, hate xwestin ku pêkûtiyên hatine serên Kurdên Feylî di sehaya navneteweyî de wek qetlîam bêne qebûlkirin.

‘TINE HATIN HESIBANDIN’

Cîgira Hevseroka KNK’ê Zaînap Mûrad Sahrab, diyar kir ku wek pêvajoya rejîma Baasê, piştî hilweşîna rejîma 2003’yan jî ti guhertin di rewşa Kurdên Feylî de çênebûne. Sahrab wiha axivî: “Di serî de hikûmeta Bexdayê, ti hêzan rewşa Kurdên Feylî li ber çavan negirtin. Tine hatin hesibandin. Hêzên navneteweyî jî di nav vê de ne.”

Endamê Koma Tfaqa Sosyalîst û Demokratan, Parlamenter Josef Weîdenholzer jî peyamek bi dîmen şand konferansê. Weîdenholzer di peyamê de wiha got: “Em kêfxweş in ku li Parlamentoya Ewropayê konferansek wiha tê lidarxistin. Em hêvî dikin ku bi guftigoyê wê çareserî bê dîtin.”

Parlamentera PE Anna Gomes jî bal kişand ser rewşa Kurdên Feylî, wiha got: “Divê tevahî hêz têkoşîna demokratîkbûnê bidin. Pirsgirêkên kêmnetewên wek Feylî, Êzîdî, Kurd, Erep, Şîî, Asûrî-Suryanî bi vê şêwazî dikare bê çareserkirin.”

Dr. Thomas Schmîdînger jî ji dîroka Kurdên Feylî destpê kir, anî ziman ku Kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêkên pir cîdî dijîn.  

‘DIVÊ MAFÊ WAN BÊ DAYÎN’

Konferansa ku Shahla Hafed û Dîa Abdulsatar ê ku moderatoriya wê kirin, di axaftinên beşên bi navê “Dîrok, nifûs, rewşa heyî û daxwazên wan” bal kişandin ser qetlîam û zextan.

Dr. Majeed R. Jafer, li ser nifûs û dîroka Kurdên Feylî rawestiya û ev anîn ziman: “Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên Kurdên Feylî ji 1. Şerê Cihanê ve destpê kiriye, lê di dema rejîma Baasê de dijwar bûne. Niha di navbera 3-5 milyon Kurdên Feylî hene. Li Iraq û Îranê dijîn. Herî zêde li derdorî Bexda dijîn. Di tevahiya dîrokê de di bin zextên Ereban de jiyane. Di vê demê de 600 hezar Kurdên Feylî sirgûnî deverên cuda bûne, şandine qampan. Di demê rejîma Baasê de 20 hezar Kurdên Feylî hatine qetilkirin. Kurdên Feylî li Iraqê pirsgirêkên wan ên cidî hene. Li Iraq û Îranê nasnameyên Kurdên Feylî nîne.

Qetlîamên ku me li Iraqê jiya weke qetlîam nabînin. Ev di cihanê de jî wisa ne. Êşên me hê jî nû ne, hê jî xwîn jê tên.”

Ji Zanîngeha Viyana Dr. Mejeed R. Jafer diyar kir ku ji ber zextan Kurdên Feylî li cihanê belav bûne. Di roja me de li herêmên weke Ewropa, Kanada, DYE, Awûstûryayê dijîn.

 ‘DI ÇAVKANIYA PRISGIRÊKÊ DE NETEW-DEWLET HEYE’

Hakim Assoo Sofî destnîşan kir ku divê qetlîamên li ser Kurdên Feylî weke qetlîam bêne bidestgirtin. Sofî wiha got: “Di cihanê de bi vî awayî qetlîam hatine kirin û weke qetlîam di qada neteweyî de hatine bidestgirtin. Divê qetlîamên li ser Kurdên Feylî hatine kirin jî di navneteweyî de jî bên qebûlkirin.”

Dr. Akram Hawas da xuyakirin ku di qanûnên dewleta Iraqê de maf ji bo gelên din nayê dayîn. Kurdên Feylî û gelek beşên gelên din tim rastî zextan tên .

Dr. Hawas diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkan ji netew-dewletê tê. Hawas got dixwazin kêmnetewan bikin Ereb.

Thana Bassam behsa êşên Jinên Kurdên Feylî yên li sirgûnê kir. Bassam îfade kir ku jinên li Iraq û Îranê dijîn rastî kiryarên dijmirovane tên.

Dr. Samîr Cheragwandî jî wiha anî ziman: “Kurdan jî me ji bîr kirin. Em, ne ji ti netewan in. Em Kurd in. Divê Kurd û partiyên Kurdan êdî me bibînin.”

Jina bi navê B.Feîlî ya ku du birayên wê di qetlîamên Sedam Huseyîn a li hember Kurdên Feylî de hatine qetilkirin jî demboriya xwe vegot. B. Feîlî wêneyên birayên xwe yên hatine qetilkirin nîşan da. Feîlî wiha axivî: “Ez nikarim tiştên ku me jiyane bi hevokan bînim ziman”. Feîlî ji bo qetlîam û êrîşên li ser Kurdên Feylî weke qirkirin bêne dîtin bang li dezgehên navneteweyî kir.

Di beşa nirxandinên konferansê de bal kişandin ser pirsgirêkên Kurdan ên navxweyî. Konferansê bal kişand ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û li gel yek tevger bikin. Li ser dîroka Kurdên Feylî, qetlîam û pirsgirêkên wan belgefilmek ji 15 deqeyan hate nişandan.

‘DIVÊ KURDÊN FEYLÎ LI IRAQÊ XWEDÎ GOTIN BIN’

Di konferansê de hin daxwazên derketin pêş wiha ne:

“-Divê pêkûtiyên li ser Kurdên Feylî di qada navneteweyî de wek qetlîam bêne nasîn,

-Kurdên Feylî parçeyekî Iraqê ne û divê wisa jî bêne dîtin,

-Pêwîst e biryarên 2003’yan ku têkîldarî Kurdên Feylî hatibûn girtin, bikevin meriyetê,

-Divê Kurdên Feylî di seranserî Iraqê de xwedî gotin bin,

-Divê agahiyên Kurdên Feylî yên hatine windakirin, radestî malbatên wan bêne kirin,

-Ji bo parastina Kurdên Feylî divê mîlîs bêne aktîfkirin.”

...