Her ku em nêzî dawiya Şerê Cîhanê yê Sêyem ê li rojhilata Navîn rû dide, dibin, pê re jî pirsa ka hevsengiyên nû û statuyên nû wê bibin çi xwe dide der, careke din li ber çavan diyar û eşkere dibe ku pirgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd bi xwe ye. Pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd e. Ev sed sal in ku bi vê pirsgirêkê re digelice; ji ber vê yekê di nava xwe de li der ve pirsgirêkên wê hene. Ji xwe, ev 45 sal in ku pirsgirêkên ku ji ber pirsgirêka Kurd didin der, Tirkiye xistine nav bêîstîqrariyeke misêwa. Hebûna pirsgirêka Kurd, ev 60 sal in Iraqê bi xwe dilebikîne. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi têgihiştineke demokratîk tam nehat çareserkirin, niha veguherî pirsgirêka sereke ya Iraqê. Li Sûriyê, li paş jî mabe, weke Tirkiyeyê Kurd xistine nava sîstema qirkirinê. Bi Şoreşa Rojava re Kurdan xwe bi rêxistin kir û veguherîn hêzeke siyasî, îdeolojîk û eskerî ya bi tesîr; ev jî wê rastiyê nîşan dide ku ew karîgera sereke ne ji bo çareseriya vê pirsgirêkê û diyarkirina siberoja Sûriyê de. Mijara, ka ev pirsgirêk wê di nava sînorên Sûriyê de çawa bê çareserkirin, ne tenê mijara ka Sûriye wê çawa bi gewde bibe, lê pirsa ka Rojhilata Navîn wê çawa bi gewde bibe, ji nêz ve elaqedar dike.
Pirsgirêka Îranê jî ya herî sereke pirsgirêka Kurd e. Îran jî ji ber ku pirsgirêka li ser hîmekî demokratîk çareser nake, dest diavêje rê û rêbazên zordariyê. Ji bo ku Kurdan di bin nîrê desthilatdariya xwe de bigirin, rê û rêbazên zordariyê diceribînin, ev jî dibe faktora sereke ya asteng li pêşiya demokratîkbûna Tirkiye, Îran û Sûrî. Ji ber vê yekê çaresernekirina pirsgirêka Kurd veguheriye cezayekî li welatên Rojhilata Navîn hatiye birrîn.
Tevgera Rizgariya Kurd timî gotiye, pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e, heta pirsgirêka Kurd neyê çaresernekirin, li Rojhilata Navîn aştî û îstîqrar ne mumkin e. Li ser mijarê mijarê timî îfade kiriye ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwedî rola kilîtê ne. ev tesbîta Tevgera Rizgariya Kurd careke din hat piştrastkirin. Dawiya Şerê Cîhanê yê Sêyem ê li Rojhilata Navîn dewam dike, jî dîsa veguherî pirsgirêka Kurd. Ji ber vê yekê ka wê rewşa Kurdan li Sûrî, Iraq, Tirkiye û Îranê bibe çi, siberoja Rojhilata Navîn jî elaqedar dike. Ev yek bi awayekî serbixwe ji helwêsta partî, tevger û ferdan wisa ye. Li aliyê din hesreta azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û têkoşîna wî ya ji bo vê yekê jî kiriye ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn veguhere pirsgirêka kilît a gu divê bê çareserkirin. Wî ev rastî wisa daniye ber tevahiya dinyayê.
Di qonaxa em niha lê de, bi awayekî pirr baş hatiye dîtin ku pirsgirêka Kurd bi tepisandinê, hişkirinê û zilmlêkirinê çareser nabe. Tu rabî hesreta azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, hesretên wî yên mîna xwerêvebirinê, xweserî, federasyonê bitepisînî, encama vê bi tenê wê bibe giranbûna pirsgirêkan. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi zêhniyeta neteweperest û dewleta netewe jî ji ber ku li aliyekî hevsengî û hesabên din ên siyasî dixe dewrê û li aliyê din çareseriya li temamê cografya û nifûsa Kurdistanê nahewîne, pirsgirêkên nû diafirîne. Dema ku mirov bi tenê ji bereya Kurdan li meseleyê binihêre jî mirov dibîne ku kapasîteyeke wê ya çareserkirina nîvê nifûsa Kurdan jî nîne. Ev rastî hemû nîşanî me didin ku hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo dewletên herêmê rêya herî rast a çareserkirina pirsgirêka Kurd ew e ku di çarçoveya demokratîkbûnê de Kurd li welatên lê bêyî sînorên dewletan biguherin, li ser hîmê azadiya nasname, ziman û çandê, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji bo Kurdan jî rêya herî rast û ji bo wan desketiyan bîne, ev e.
Demokratîkbûn wê yekê îfade dike ku ti gel rastî zordariyê neyê, neyê ewêdîkirin, her gel bi nasname û çanda xwe bi azadî bijî. Ji bo gel û civakan jiyana azad, jiyana di demokrasiya bêkêmasî de ye. Dema mirov bifikire ku ev yek, pirsgirêka Kurd jî tê de ne xwediyê wê kapasîteyê ye ku pirsgirêkan çareser bike, hingê mirov ji demokrasiyê bawer nake. Girêdana di navbera demokrasî û jiyana azad de yekser e. Maneya demokrasiyê her şêwazê azadiyê ye. Ji ber vê yekê, mirov bixwaze ku pirsgirêka Kurd di nav demokratîkbûneke cidî û rastî de bi çareserkirin, hingê stratejiya herî rast a rizgariya neteweyî ew e ku Kurd di serî de xwe demokratîk bikin û bibin hîmê çareseriyeke bi vî rengî. Ji ber vê yekê hebûna stratejiyeke demokratîkbûnê yek bi yek ji bo dewletan û ji bo tevahiya Rojhilata Navîn ji erkên sereke yên vê demê ne. Jixwe, Rêberê Gelê Kurd di paraznameyên xwe nîşan daye ka stratejiya azadiyê ya Kurdistanê û ya gelên Rojhilata Navîn divê çi be.
Halê hazir Şerê Cîhanê yê Sêyem dewam dike. Lê xuya ye pirsgirêk wê di pirsgirêka Kurd de asê bibe. Ev yek jî li ser Kurdan ferz dike ku baldar, hişyar û bi tedbîr bin. Ew divê ji her şêwazê êrîşan re amade bin. Amadekariya herî girîng jî tifaqa neteweyî ye. Di vê demê de çêtir me dît ku tifaqa neteweyî tedbîr û amadekariya herî baş e. Amadekarî û tedbîr girîng in, lê belê stratejiya rast û siyaseta rast ji vê jî girîngtir e. Stratejiya rast û siyaseta rast nebe, ti tedbîr û amadekarî nikare tehlûkeyan berteref bike. Ji ber vê yekê xuya dibe ku amadekariya herî baş di serî de elaqedarî stratejî û siyaseta rast e. Ev jî li ser xeta neteweya demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd e bi demokratîkbûnê, şoreşa demokratîk û bêyî ku destê xwe bide sînorên dewletên heyî. Rastbûna vê xetê her roja xwedê çêtir tê fêmkirin.
Bêguman, Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin di nava demokrasiyê de û bi wî rengî ku mafên xwe yên demokratîk ên sereke li ser esasê azadiyê bi dest bixin. Lê belê dema ku koletî û qirrkirin li gelê Kurd hat ferzkirin jî ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heger di dawiyê de Şerê Cîhanê yê Sêyem veguherî pirsgirêka Kurd, hem Kurd û hem welatên herêmê divê di biwara pirsgirêkê de bibin xwedî siyaseteke rast. Ewên ku hewl didin pirsgirêkan çareser bikin bi siyasetên Kurdan dixin bin desthilatdariya xwe de, ew mehkûmê wê yekê ne ku ileh bi bin kevin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA