'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'

Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê di roja duyemîn de ye. Qisekeran bal kişandin ser polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gotin, divê pêkanîn lê bên ferzkirin. Her wiha gotin, pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna herêmê dikare çareser bibe.

16'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ku Parlamenta Ewropayê malovaniyê jê re dike, di roja duyemîn de ye. Dagirkeriya dewleta Tirk û DAÎŞ rojeva roja duyemîn a konferansê ye.

Rûniştina destpêkêya roja duyemîn ji aliyê Evîn Încîr a Swêdî ya ji Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Dmeokratan (S&D) ve hate birêvebirin. Destpêkê di çarçoveya panela "Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava" rewşa li Rojhilata navîn hate nirxandin.

Încîr diyar kir, di demekê de ku êrişên dagirkeriyê li ser Rojava hene, lidarxistina vê konferansê girîng e û got, "Civata navneteweyî di mijara Rojava de xwe li ker û laliyê daniye." Încîr ragihand, ji bo zext li ser Yekîtiya Ewropayê û welatên yekîtiyê bê kirin, konferansên bi vî rengî girîng e û bi bîr xist, ku li Rojava paqijiya etnîkî tê kirin.

ARMANCÊN TIRKIYEYÊ YÊN DAGIRKERIYÊ

Ji Zanîngeha Tennesse ya li DYE'yê Kirmanc Gundî di roja destpêkê de axivî û armancên belavkarî û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê nirxand. Gundî bal kişand ser armancên Împaratoriya Osmanî ya nû yên rejîma Erdogan.

Gundî destnîşan kir ku zehmet e Tirkiye van armancên xwe pêk bîne û got, "Tirkiyeyê bi israr rastiya guhertina cîhanê ji nedîtî ve hat. Qebûl nekir ku Împaratoriya Osmanî di dîrokê de maye. Tirkiye mozaîk e (...) Lê belê ji ber nêzîkatiyên nîjadperestiyê, er wiha ji ber Destûra Bingehîn a nîjadperest hem li hundir hem jî li derve di nava şer de ye." Gundî diyar kir ku beriya her tiştî divê destûra bingehîn a nîjadperest a Tirkiyeyê bê guhertin û nasnameyên etnîkî hemû esasî bibin. Gundî got, "Ji bo vê jî divê dewletên Rojavayî dawî li durûtiya xwe bînin. Eger dewletên Rojavayî êrişkariya dewleta Tirk nepejirandibûna ev rewş nedibû. Ji bo bidawîbûna vê polîtîkaya dagirkeriyê divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

SONDERGAARD: PIRSGIRÊKA KURD BI DEMOKRATÎKBÛNA HERÊMÊ ÇARESER DIBE

Ji Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarkayê Soren Sondergaard jî li ser pirsa "Kurd girê Gorîdon e yan jî ew mifte ye ku dikare her tiştî veke?" nirxandin kir. Sondergaard diyar kir ku hêzên emperyalîst naxwazin pirsgirêkên li herêmê çareser bibin. Sondergaard destnîşan kir ku çareseriya meseleya Kurd wê aştiyê bîne herêmê û got, "Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna herêmê dikare çareser bibe." Sondegaard got, "Divê pêşveçûna pêşverû ya tevgera Kurd bidome (...) Divê piştgirî ji nêrîna konfederalîzma demokratîk re bê dayin (...) Divê şerê li dijî Rojava tê kirin bê rawestandin."

'PÊWÎSTE TIRKIYE VEKIŞE, PÊKANÎN LÊ BÊ FERZKIRIN'

Sondergaard dema qala serdana xwe ya li Rojava kir bal kişand ser êrişên dewleta Tirk, gund û bajarên hatin valakirin û got, "Eger Erdogan ewqasî ditirse, hingî divê em daxwaza hêzeke aştiyê bikin. Divê Tirkiye vekişe. Ji bo vê armancê divê em hin pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bikin."

CHAÎBÎ: FRANSA Û YEKÎTIYA EWROPA DEYNDARÊ KURDAN E

Ji koma Çep a Yekbûyî/Çep a Kesk a Bakur (GUE/NGL) Leîla Chaîbî ıya Ffransayî jî dagirkeriya Tirk nirxand. Chaîbî anî ziman ku di dema dagirkeriyê de li Fransayê nerazîbûneke girîng derkete holê, lê belê Serokkomarê Fransayê tenê bi devkî nerazîbûn nîşan da. Chaîbî êrişên DAÎŞ'ê yên li Fransayê bi bîr xist û got, "Em zanin ku ev êriş li Sûriyeyê hatin plankirin. Eger ne ji têkoşîna Kurdên li Rojava bûya, wê êrişên cuda jî bihatina kirin. Kurdan berdêleke giran dan. Lewma Fransa û Yekîtiya Ewropa deyndarê Kurdan e. Beriya her tiştî deynekî me yê demokratîk heye. Kurdan li herêmeke tevlîhev modeleke aştiyane xistin meriyetê (...) Tecrûbeya Rojava bû çavkanî ji Ewropayê re."

ÇETÎN: DAÎŞ LI QADÊN DESTHILATDARIYÊ YÊN KU EWROPA LI PIŞT E AFIRÎ

Ji Belçîkayê rojnamevan Ferda Çetîn jî got, "Kurd piştgiriya ku hêjayî wê ye hîn jî nedîtine" û anî ziman ku civaka navneteweyî di pratîkê de piştgiriyê nade. Çetîn anî ziman ku DAÎŞ hîn gefê dixwe û ragihand, niha li gelek herêmên cîhanê bi dehan 'DAÎŞ' hene. Çetîn bal kişand ser welatên ku DAÎŞ'ê xwe lê bi rêxistin kiriye û piştgiriya Ewropayê ya ji bo wan welatan û got, "DAÎŞ li herêmên desthilatdariyê yên ku Ewropa piştgiriya wan dike derdikeve holê, bi pêş dikeve."