Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastinên xwe de sedemên pirsgirêkên li heremê vegot û her wiha projeyên çareseriyê danî holê ku mirov çawa dikare ji rewşa krîz û kaosê derkeve, ku ji ber pirsgirêkên heyî giran bûne.
KRÎZ Û SÊ QONAXÊN PIRSGIRÊKAN
Tespît û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ên derbarê pirsgirêkên li herêmê wiha ne:''Mirov dikare krîz û pirsgirêkên li nav Rojhilata Navîn bi 3 beşan bi qutebirî bibêje. A pêşî, pergala şaristaniya navendî ye, ku beriya Mîladê bi 3500 salî li derdora diyardeyên mîna xanedanê ku xwe bi rengekî diyar kirî, hîyerarşî, bajar, desthilat û çînayatiyê geş dibe. Ji derve bi pergala qebîleyê û ji navxwe jî bi pergalên Ibrahîmî û Zerdeştî hewl hatiye dayin ku bersiv were dayin. Qonaxa duyan jî li dijî pirsgirêkên ku ketine ser hev a pergala şaristaniya navendî, ku bi şaristaniya Îslamê re rabûna xwe ya dawî dike, ber bi salên 1200'î bi Ronesansa ku danî holê tam heq jê dernakeve, piştî ku pêşengiyê bi dest şaristaniya bajêr ve ya ku li Nîvgirava Italî radibe, berdide, dikeve nav pêvajoyeke wiha ku krîz û pirsgirêk hê girantir dibin.
Ber bi roja me ve qonaxa sêyan ku niha bi navê ''Pirsgirêka Şerqê'' tê jiyîn, piştî ku pergala şaristaniya navendî ya Ewropayê hegemonyayê bi dest dixe û berê xwe dide herêmê ji salên 1800'î û vir ve tê jiyîn. Lêgerînên çareseriyê yên kevneşopî û modernîst ku xwe spartine ser modernîteya kapîtalîst jî, pirsgirêk zêdetir giran kirine, krîz rê li ber nebaşiyan vekiriye ku heta bi qirkirin û xwekuştinê ve aniye.
ÇANDA ROJHILATA NAVÎN, KAPÎTALÎZM Û ÎSLAMA KU HATÎ AVAKIRIN
Ti nirxekî kapîtalîzmê nîne ku bi pergalî bandoreke baş li ser çanda Rojhilata Navîn bike. Herêmê bi hezaran salan şahidî ji yên mîna kapîtalîzmêre kiriye.Çandinî, bazirganî, pere û kapîtalîzma sinayî li herêmê hatiye jiyîn û xwedî mêjûyeke domdirêj e. Di çanda herêmê de nirxandina civaka sincî û polîtîk hatiye kirin. Şoreşa Îslamê belkî jî dikarîbû tiştekî li vê çandê zêde bikira. Lê ji ber ku di destpêkê de mîna endustrîyalîzmê îdeolojîk danî, bi rengê hilweşînê diyar bû. Encama ku wê endustrîyalîzmê di çanda Rojhilata Navîn de rê li ber vekira, wê girankirina rewşa xirab bûye, ku ji xwe bi zorê li ser piyan dima. Çolbûn, xela, bêkarî û gemarî (di hewa, av û bejahiyê de) ji wexta ku endustrîyalîzm li herêmê bi cih bûye û geş bûye jixwe zêde bû, bi hemû xirabiyên xwe bi tempoyeke ku zêde dibe vedireşe.
Heke em vê 'Îslama nû'' ku ji kevneşopiyê wêdetir, bi rengê diyardeyeke modernîzma van dused salên dawî hatî geşkirin, bi çarçoweya netew-dewletê binirxînin wê watedar be. Bi girîngiyeke kilîdî ye ku mirov wiha fêhm bike ku ev Îslam ne mîna rêçeke dînî lê mîna milliyetgiriyekê hatiye avakirin. Prototîpa milliyetgiriya herêmî ye û mohra oryantalîzmê li ser heye. Îcada oryantalîstan e ku bi jiyana Îslamê re ti têkiliya xwe nîne. Bi berbelavbûna li herêmê ya hêzên hegemonîk ên Ewropayê re têkildar e, nexasim bi hegemonyaya Elman re têkildar e. Vê dema dawî li dijî Rûsyaya Sowyetan bi hegemonyaya DYE'yê re têkildar e. Pir girîng e ku mirov wiha fêhm bike ku ev îslama ku hatiye îcadkirin ti têkiliya xwe bi çanda Îslamê re nîne, ev rengê Îslamê millliyetgirî ye, armanca wê ye jî ew ku berxwedana çandî parçe bike û herêmê ji hêzê bixe.
Îslama siyasî îdeolojiyeke milliyetgiriyê ye ku olîgarşiyên netew-dewletê yên van dused salên dawî maske dike. Komara Îslamî ya Îranê ev rasteqînî bi rengekî beloq daniye holê. Îslama Şiî ji ser ta pê milliyetgiriya Îranê ye, îdeolojiya hegemonîk a rêça Împaratoriya Îranî ye. Lê Îslam bi rengê çanda orjînal, bi dîrokî hem cihê ye û hem girîng e. Heya ku analîza bi vê rasteqîniyê ya Îslamê neyê kirin, ne pêkan e ku mirov analîza çanda Rojhilata Navîn bike, wê ji hev veqetîne û ji hin çareseriyan re bike mijar. Mîna peywirekê ya ku li benda çareseriyê ye deryayeke bêhempa ya çandê ye. Nexasim di serî de Hz. Mihemmed, dîroka ku ji çêbûna wê û heta niha Îslama ku mîna hêmaneke demokratîk û mîna hêmaneke desthilatdarxwaz ji hev vediqetîne, li ser vê bingehê, li bendê ye ku dîroka gelan, heyinên xwecih û herêmî ji nû ve were nivîsandin. Geşkirina dîroka civakê ya bi vê paradîgmayê di roja me e bi nirxekî zêde yê ronîkire û mîsoger e. Eynî şîrove dema ku ji bo Yahûdîtî, Xiristîyanî, Zerdeştiyê (sentezên mîna Manîheîzmê jî girîng in), mirov wê bikaribe çanda Rojhilata Navîn nêzî rastiyê analîz bike û ev ê rê li ber zengîniya maneyê bike.
KURD LI BER QIRKIRINÊ HATINE HIŞTIN
Yahûdîtî ne tenê dînamîkeke kaosê ya têkilî Filîstînê û Ereban e, hêzeke wiha ya geş e ku bi gelek taybetmendiyan e û hêlên wê yê ronak jî hene. Li gel van weke yek ji wan hêzên sereke ya li herêmê ya avakirina demokratîk jî mirov divê bi girîngî li ser bisekine. Em ji bîr nekin, yek ji wan hêzên sereke ye ya rêça avakirina a pêxemberî û kevneşopiya dînê yek xwedayî û hilgirê wê.
Kurd, ku gelê herî dêrîn ên herêmê ne, tim qirkirina çandî li ser wan hatiye kirin. Nehatiye hiştin ku Kurd ji pozisyona ‘serê kwînêrê’ derkevin, politikaya dabeş bike- rê ve bibe ya li ber destan tim mîna kozekê hatiye bikaranîn. Îran navxweyî tim rageş hatiye hiştin û wiha hewl hatiye dayin ku were rêvebirin. Mîna ku ev ne bes be di tehlîla dawî de bi şêwaza jiyanê ya laîk û dînîgiriyê ku herdu jî hevkarên aresteyî ne, kriz siyasî, kaos zêdetir giran bûye.
DYE Û RÛSYA KRÎZÊ TENÊ GIRAN DIKIN
Heke me bala xwe dabiyê, di krîza desthilat û hêzê de di serî de ya DYE, Rûsya û Elmanya, em li ser rola nûnerên din ên modernîteyê nesekinînin. Sedema wê jî ew e bi qasî ku em rola diyarker a modernîteyê derxînin holê, dayina navan hêzekê zêde li vegotinê nakin. Ya dî, hêzên wiha, nexasim DYE û Rûsya, destwerdana wan a piştî Şerê Cîhanê yê Duyan krîza desthilatê girantir kirine, ev niha hê baştir tê fêhmkirin. Di serî de Iraq, Îran, Sûriye, Lûbnan, Israîl û Filîstîn, asta krîzên siyasî ya li welatên din ên Rojhilata Navîn, vê nêzîkatiya me piştrast dike.
MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST ÇI DIKE?
Nakokiya Şiî-Sinî: Reheka wê her çendî heta bigihe destpêka şaristaniya Îslamê (Îslama desthilatdarxwaz) jî, şerê du mezheban ên serdema me têkildarî modernîteyê ye. Nexasim şerê Îran û Iraqê yên dema dawî heke bi forma netew-dewletê û têkilî emperyalîzmê were nirxandin wê rast were vegotin. Bi ser de nakokî û şerê Îslamiyet-Mûsewîtî, Îslamiyet û Xiristaniyê û Xiristanî û Yahûdîtiyê bi çarçoweya proto-modern jî mirov bi rehetî dikare analîz bike. Sedem û formên dînan a beriya modernîteya kapîtalîst, di bin dilqê pozîtîvîst de, bandora xwe li ser modernîteyê jî kiriye. Nexasim sê dînên yek xweayî yên bi reheka Rojhilata Navîn divê miro mîna pêş-milliyetgiriyê binirxîne. Cihêtiya van dînan a ji milliyetgiriyên modernîteyê ew e ku maskeya teolojîk dane ber xwe.
Dema ku mirov paradîgmaya oryantalîst parçe bike em ê bibînin dawiya 'şerê sar' ji bo Rojhilata Navîn wê şerê germ bîne asta herî zêde. Şerê Kendavê yê 1991'an piştî bidawîbûna şerê sar bi salekê bû, ev jî vê vê ramanê piştrast dike. Dema ku ji hêla 'dema dirêj' ve em bala xwe bidin ser, ji bo Rojhilata Navîn şerê modernîteyê piştî ku Napolyon destpêka salên 1800'î gava xwe davêje Misrê dest pê kiriye, bi afirandina netew-dewletokan, bi avakirina acenteyên kapîtalîst û di serî de petrol bi talankirina kanên jeoekonomîk ên ji hêla endustyarîlzmê ve hatiye asta herî zêde. Vegotina modernîteyê ya bi xêtên stûr wiha ye. A mayî kitekit in û çîrokên kurt ên pir li xwe vegerok in.
Heta ji min tê ji bo herêmê têgehên krîz û kaosê ji bo herêmê naxwazim bi kar bînim. Heke rastiya ku tê jiyîn şerê germ be, naxwe wê şaş be ku mirov vê bîne asta krîz û kaosê. Bêguman şerê niha naşibe şerê serdema pêşî û navîn, ne jî dişibe şerê modernîteyê yê şerê cîhanê yê pêşî û duyan. Nexasim bi şerê cîhanê yê pêşî û duyan şer bûne girseyî. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyan bû civakî. Li gorî rastiya nû ya modernîteyê ye ku şrê bi bi meşa cinawirê sê ling bi cihêtiya xwe ya navxwe û derve ya li derveyî civakî bidawî bûye, serdema nû ya modernîteyê jî şerê navxwe û derve di nav civakê de bi rengekî yekgirtî tê kirin. Pir girîng e ku mirov rastiya şer a bi giştî li hemû Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li bi rengê ku derketî holê ya Filistîn-Israîlê, Efganîstan-Pakîstanê, Îran û Iraqê bi çarçoweyê analîz bike. Bûyer û pêvajoyên ku aqilê mirov nagirin, bi analîzên bi vê çarçoweyê wê baştir werin fêhmkirin.
Pirsgirêkên li nav civakên neteweyên Fars an jî Îranî ji ber şaristaniyên dîrokî û ji hewldanên modernîteya kapîtalîst a van dused salên dawî ne. Li Îranê rêçeke şaristanî heye ku sê guhartoyên îdeolojiya rahibên Sumerê bandor lê kiriye. Li gel ku nasnameya orjînal pêk tîne jî, rêça Zerdeşt û Mîtrayê bi guhartoyên Îslamê hatiye bêbandorkirin. Manîparêzî ku mîna senteza Musewîtî, Îsewîtî û ekoloya felsefeya Grekê derketiye holê, li dijî îdeolojiya şaristaniya fermî karîger nebûye, a rast, ji bilî xurtkirina rêça serhildêr wêdetir neçûye. Îranê rêça Îslamî veguherandiye ser rêça mezheba Şiîtiyê, mîna îdeolojiya şaristaniya dawî lê aniye. Niha jî hêmanên modernîteya kapîtalîst bi Şiîtiyê parnizandiye (weke rengê modernîzma Konfuçyuzma Çînê) hewl dide ku modern bibe.
ÎRAN
Îran hem ji hêla etnîk û hem ji hêla dînî ve bi pirnasnameyiya xwe xwedî çandeke zengîng e. Malxweyîtiyê li hemû nasnameyên netewî û dînî yên Rojhilata Navîn dike. Zor lê dibe ku pirnasnameyan bi serê xwe, bi hegemonyaya eslê û îdeolojiya dînî li hev ragire. Bi rengekî pir tenik û zirav rengê milliyetgiriyê yên li ser dîn û eslê tê bicihanîn. Li aliyê dî, li gel ku modernîteya kapîtalîst bi cih tîne jî, dema ku li hesabê wê be, propagandaya antî-modernîst jî dike. Bûye hosta ku geşedanên şoreşger û demokratîk di nav çanda şaristaniya kevneşopî de bihelîne. Rejîmeke despotîk bi hostatî tê bicihanîn. Li Rojhilata Navîn di nav wan dewlet û civakan de ya bi nokek û rageş, di serî de ye. Kanên petrolê her çendî rageşiyan hinekî nerm dike jî, hebûna netew-dewletî ya Îranî, pir musaît e ku ji hev belawela bibe. Di vir de nelihevkirinên bi hegemonyaya DYE û YE'yê re, ku aktorên sereke yên modernîteya kapîtalîst in, pir karîger e.
Îran di pirsgirêkên civakî yên Îranê de dema ku bi rengekî jêhatî teoriya modernîteya demokratîk bi cih bîne wê rê li ber enamên baş ên dahurîner veke. Li gel hemû hewldanên navendîparêziyê jî, ji bin ve hema hema Îraneke federal tê jiyîn. Dema ku bi hêmanên şaristaniyan demokratîk hêmanên federalîst (Ezerî, Kud, Ereb, Belûcî, Tirkmen) bigihin hev, projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare bibe xwedî manyekê û bi rehetî dikare bibe navenda dilkêşiyê. Tevgera azadiya jinê û rêçên komunal jî di nav vê projeyê de wê bi rolên girîng rabin. Îran tenê ku bi hêmanên modernîteya demokratîk re (demokratîk, ekonomîk û civaka ekolojîk) bigihije hev û li ser vê rabe, dikare dahatuya ronak û rista dîrokî ya li Rojhilata Navîn bi dest bixe. Potansiyela civaka netewî ya Îranê ji bo vê têra xwe xurt e û rasteqîniya netewiya demokratîk a Îranê jî vê hewce dike.
ROJHILATA NAVÎN TEHMANDINA BIYANÎ QEBÛL NAKE
Şaristaniya Rojhilata Navîn ji bo veguherînê wiha bi rehetî tehimandina biyanî qebûl nake, hinekî dişibe mîna dara ku zêde emr kiriye nema karibe tehimandinê ragire. Ji bo ya nû ya tu yê dara berê bi temamî ji holê rake yan jî tu yê rêbazeke dî ya tehmindanê bibînî. Herdu jî nabin. Cara pêşî 1900'î Jonturk û Kemalîstan xwe li tehimandinê ceribandin. Çawa ku sosyalîzma real negirtibe, tehmandina Rojava ya ku di nav milliyetgiriyê hatî kirin, li gel ku 80 sal di ser re derbas bûye jî ti berhem negirtiye. Şahîtiyên Îran û Efganîstanê dema ku bi rûdêna modernîst rabûn di cih de hilweşiyan.
Milliyetgiriya Ereb diferfite. Rewşa ku li Iraqê dijî, diçespîne ku rakirina cenazeya wê jî çendî giran e. Milliyetgiriya Israîlê ya Siyonîst jî di rewşeke wiha de ye û problema Israîl-Filîstînê tam bûye wehşet. Xwe girtina radîkal û dîsa li Îslamê li dijî pêngava herî mezin a global a kapîtalîzmê, ji bilî meyla xwekuştin û ferfitînê ya ku ji bêhêvîtiyê tê, nayê ti maneyeke dî. Rewşeke wiha nîne ku hêzeke cihê û çareseriyeke derkeve holê.
.Dema ku mirov Rojhilata Navîn bi rengekî yekere bibîne, mirov wê bi şêwaza Ewropayê li çînan dabeş bike ev ê zehmetiyan bi xwe re bîne. Yekerebûn û resenî têra xwe rûniştine. Dabeşkirinên bi zorê yên siyasî bi qasî nirxên ku ji hêla dîrokî ve hatine afirandin ne xurt in. Sînorên siyasî yên ku piştî Şerê Cîhanê yê Pêşî hatine danîn, bûye sedem ku têgîna welêt berevajî bibe, a rast bûye sedem ku problêm niştimên derkevin holê. Rastiya siyasî ya yekere ya Rojhilata Navîn nexşeya siyasî ya îro rasteqînî nake. Dînamîka siyasî yekerebûna qadên cografî yên cihê hewce dike. Mîna Filistîn-Isarîl û Kurdistana Iraqê. Rêça împaratorî ya Rojhilata Naîn bêhtir nêzî federalîzmê ye. Ji împaratoriya pêşî heta ya dawî Împaratoriya Osmanî avaniya îdarî, siyasî û ekonomî ya li herêmê federatîf e. Federasyona li ser herêmên xweser ên berfireh dişibe DYE'ya niha. Pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn a derbarê niştimên ew e ku nayên ser rewşa federaliya kevneşopî û di navbeyna gelek netew-dewletên beleheq de, bi rengekî ne rast parçe dibin. Heta ku mirov xwe ji vê rewşê dernexîne zehmet e ku mirov bigihije fikra rasteqîn a welêt û welatîbûnê.
Li Rojhilata Navîn çîn bi avaniyên xwe bi rengekî tazî dernakevin holê. Tim bi rengekî ku cilika etnîk, dînî û mezhebî bi xwe de kirine, derdikevin pêşberî me. Divê mirov çînayatiyê di nav nixumandinên kûr ên îdeolojîk, etnîk û mezhebî de bibîne. Di têkoşîna cemeat û fikir de ya etnîk, dînî û mezhebî de tim sîsika çînayatiyê heye. Li Rojhilata Navîn a berdest çînayatî, mînak li Iraqê li ser dewletê hev dikişkişînin, di têkilî û nakokiyên di navbeyna Elewîtiya Ereb û Şiî û mezhebên Sinî û etnîsîteya Kurd û cemeatê din ên kêmaran de jî tê jiyîn. Çînayatî di kûrahiyên îdeolojîk, dînî û avaniya etnîk a dewletê û tebeaya wê gel de tê jiyîn. Ji ber vê partiyên çînayatiyê yên bi rengê Rojava pir vekirî zêde ne xwedî maneyekê ne. Bêyî ku mirov çînayatiyê zêde paşguh bike, lê bi rengê ku mirov diyarbûna wê ya resenî xwe bi rengekî rasteqînî çavdêriyê lê bike û zêde nekeve nav hişmendiya daxistinparêziyê, çînayatiya qebe û yên mîna çîna karker û gundî de, mirov dahurîne û pratîkan geş bik wê zêdetir encamgir be. Berevajî vê çawa ku di roja me ya niha de tê jiyîn, diyardeya çînayatiyê wê neçareseriyê kûrtir bike.
Partiyên komunîst ên klasîk, demokratên sosyal û rizgariya netewî, ji ber sedema nêzîktêdayinên modern ên çînayatiyê ji têkçûnê xilas nebûne. Sedema ku li Îran, Iraq, Tirkiyê, Misrê û Sûriyê partiyên komunîst, sosyal demokrat û milliyetgirên radîkal bi ser neketin, berevajî, li gel hemû hewldanên wan ên girîng jî, heke li bara bizavên Şîi, Birayên Misilman, Heman, Hîzbûllahê û hwd. ku di têkoşîna desthilatê de ku dîn mîna rûberekê bi hostatî bi kar anîn, têk çûbin, rola vê nêzîkatiya qebe diyarker e.
Li dijî rasteqiniya xanedanê ku di roja berdest de ku di hawîrdoara hişmendî û madî de hê jî hebûna xwe didomîne, mirov dive ne bi helwesta înkarkirinê be û ne jî berzkirinê be. Rêya herî rast ew e ku mirov mîna diyardeyeke civakî bibîne, hewl bide ku wê ber bi zemîna civakî ya demokratîk ve bikişîne. Divê mirov nekeve pey hezkirina li xanedaniyê, mirov mîna realîteyeke civakî bibîne û wiha nêzîkatî lê bike an na ev dibe ku rê li ber pirsgirêkên giran Ên siyasî û civakî veke û krîzê giran bike. Heke mirov herî dawî nexweşiya xanedaniyê ya Sedam a li Iraqê bi bîr bîne û nîşan bide bê ka rê li ber trajediyên çendî giran vekiriye, wê demê giringiya mijarê wê zêdetir were fêhmkirin.
NE ÇARESERÎ LÊ GIRÊKA KOR TÊ ÇÊKIRIN
Rewşa kaotîk a Rojhilata Navîn ku reheka wê xwe digihîne rabirduyê rastiyek e. Di navbeyna dubendiya rehekên xwe yên şaristaniyê yên bi hezaran salan û şaristaniya 200 salî ya Ewropî ne çareseriyê lê girêka kor çêdike. Şaristaniya Ewropî li hemû jeokulturê pergalên ku dikarin werin jiyîn danî holê lê li jeokultura Rojhilata Navîn bi ser neket. Pirsgirêk ji herêmîbûnê wêdetir e. Her çendî pir hatibe rexnekirin jî gotina Şerê Şaristaniyê ya Huntîngton ji hin aliyên xwe ve rastiyan jî vedihewîne. Şerê şaristaniyan heye. Lê ev ne şerê Îslam û şaristaniya Rojava ye. Rûdan hê kûr û berfirehtir e. Heke Îslam ji holê were rakirin jî hîmê şer wê bidome. Nexasim li Iraqê hemû neqenciyên ku ji Qotiya Pandorayê derketine holê, nîşan dide ku di bin de hin tişt hene. Analîzkarekî baldar di çirava Iraqê de an çareseriyeke dîrokî yan jî ji encamake mîna hîçê bigirin, wê pir zor lê nebe da ku fêhm bike her cur fîgûrên hevçax, ên civakî dîrokî li ser navê çareseriyê hatine ser dikê. Ên ku şer dikin, mîna ku hatiye karîkaturekirin ne Sedam û Bûsh in, gelek pergal in ku têkelî hev bûne. Pergalên ku ji serdemên neolîtîk û vir ve çêbûne, bi rengên etnîk, dînî û zayendî, di împaratoriya kaosê de ya bi pêşengiya DYE'yê, ji bo ku ji xwe re cihekî bibînin, ji cihekî rabin hewl didin.
Di şerê leşkerî de danîna hevsengê tê fêhmkirin. Di şerê şaristaniyê de jî tespîta hevsengan jî zehmet e. Naveroka şer tevlîhev e. Para bikaranîna çekên leşkerî sînordar e. Sedemên diyarker ên eslî di raçînkên hişmendî, siyasî û sosyal de dijîn. Encam dibe ku sedan salan jî bigirin. Çareserî ji restorasyonan bigirin heta bi guherînên radîkal dibe ku cihê bin. Divê mirov faktora zemên jî bîne ber çavan, ya ku du pergal têne pêşberî hev. Rojhilata Navîn her çendî bi şaristaniya dawî ya Îslamîk li ber xwe bide jî ev ji sembolbûnê wêdetir naçe.
HAYJÊÇÊBÛNA LI SER MEYLA GEŞBÛNÊ
Dewleta Rojhilata Navîn heke bi modêla Rojava ji nû ve were sazkirin, bandora wê ya li aboriyê wê kêm bibe. Ev rastiya di ekonomiyê de têgîna bazirgan a di tevahiya dîrokê de jî vedbêje. Geşbûna gelek şeran a li ser rêyên bazirganiyê, hilweşîna bi birîna rêyên bazirganiyê têkilî karakterê aboriyê ye. Dewleta Rojava geşedana xwe ya eslî li ser kombûna sermiyanê û sinayî ava dike, dewleta Rojhilata li ser bazirganî, destdanîn û rantê pêk tîne. Li şûna ku xwe bispêre ser kombûna sinayiyê, nirxên ku dayî ser hev ji bo ku dewletê rê ve bibe bi kar tîne. Bi ser de mîna ku milkê wê be dîtina hemû tiştên civakê, welêt, hemû dewlemendiyên binerd û serderd û mirovan û hewldana firotina wan, konetîya herî kevn a polîtîk e. Pir dişibe şêwaza parvekirina dizan.
Li ber ronkahiya van penaseyan li Rojhilata Navîn geşedana aborî encex bi feşkilîna statûkoya nav civakê dikare pêk were. Entegrebûna bi aboriya global re di bin avaniya dewleta berdest de zehmet xuya dike. Avaniya aborî ya pergala ku tam di nav krîz û kaosekê de ye, bi halê xwe yê berdest pir zehmt e ku feşkilîna bilez a civakî rawestîne. Jixwe sedema ku hewceyî bi rêbazên herî tund ên despotê dibîne, ji ber sedema rawestandina vê feşkilandinê ye.
Pergala Rojava demek dirêj bi vê sedemê destek da despotîzmê. Bi taybetî ji bo ji zengînbûna petrolê pareke mezin bistîne û ji bo tevgerên ku zorê li pergalê bike asteng bike. Lê ev rêbaz îor ji karê bêhtir ziyanê dide. Pir zêde hejarkirina girseyan hêza daxwazê kêm dike, hebûna xwe jî dike beleheq. Tiştên ku li dora rejîma Iraqê dibin vê mekanîzmayê baştir vedibêjin. Zehmet dibe ku girseyên ku ji hêza daxwazê bûne were kontrolkirin, avaniya despotî ya dewletê jî dikeve pozîsyona ku pergala global asteng bike. Asêbûna ji du aliyan ve hîmê madî yê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e.
STATÛKO HATIYE BER REWŞA KU NEMA DIKARE WER DOMANDIN
Bi qutebirî li Rojhialta Navîn a berdest statûko hatiye rewşeke wiha ku nema dikare were rêvebirin. Bi xwespartina ser hevsenga ku Elmanyaya faşîst û Rûsyaya Soweyetê temenê xwe bi qasî sed salê dirêj kir. Hilweşîna du pergalan jî polîtîkaya hevsengê pir sînordar kiriye. Dubendiyên mîna DYE û YE, DYE û Çînê bi wesfeke wiha ne ku rê nadin lîstikeke nû ya hevsengê. Van demên dawî piştevaniya ku Tirkiye hewl dide pêşengiya wê bike, ji ber eynî sedemê bi potansiyela geşedanê ne. Blokên desthilatê ku bi rastî jî bi rengekî ku werin qebûlkirin hatine movikirin, herêma dînamîk û herî talkoke ya cîhana me tînin holê.
Blokên desthilatê ku derfetê nadin azadbûna takekes û civakê û demokratîkbûna wê, ji bo pergala global a serwer hatine ber sînorê ku nema weirin qebûlkirin. DYE ku serkêşê împaratoriya blok û kasoê mîna ku ketine şerê cîhanê yê pêşî û duyan li Efganîstanê û Iraqê bi rengekî, şerê cîhanê yê sêyan dijî. Berê NATO'yê dide herêmê, hêzen girîng ên mîna Rûsya, Çîn û Hindistanê têne notralîzekirin. Bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hewl dide ku ji kaosê derkrve û çareseriyekê bîne. Li bara vê çareseriya hê demokratîk û azad û wekhev rojnae dibe ku gel jî dikarin bi vê vebijêrkan çêdikin.
CIHÊ GLOBALIYA SOSYAL DEMOKRATÎK LI HERÊMÊ ÇI YE?
Li dijî vê qels jî be globaliya sosyal demokrat ku bi Porto Allegre hewl dide deng bide vê, ji bo herêmê tê çi maneyê? Federasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk mîna utopyayeke rasteqînparêz dikare were sêwirandin? Federasyona Iraqê ya Demokratîk dikare bibe prototîpa vê meylê? Ji bo vê, di van serdemên dîrokî de gelek kar dikeve ser zanista sosyal û sincê. Zanista sosyal ku ji kontrola desthilat-zanînê derketî û wêrayî zanîna xwe ya gewherî ava bike, ji bo ku derketina ji kasoê çareseriyên biber hilberîne pir girîng e. Ji bo avakirina civakeke hê demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk beriya her tiştî hewceyî bi avaniya zanîna sosyal heye. Ya ku em hewl didin bikin pêşnûmeya vî karê biesl û kelecanî ye.
DYE bi maneya rastî a peyvê asê maye. Piştî 11'ê Îlonê gaveke wiha avêt, belkî ji ketina nav şerê cîhanê yê pêşî û duyan girantir encam çêbibin. Encamên piştî Şerê Cîhanê yê Pêşî ne zêde kûr û bi astê bûn ku bandorê li çarenivîsa pergalê bike. Giringiya DYE'yê danîbû holê. Heke di şer de têk biçûya jî, dikarîbû vekişe nav parzemîna xwe û bi rehetî hebûna xwe bidomanda. Dikarîbû pergala Sowyetê ya ku piştî şerê cîhanê yê duyan derketî pêşberî wê dorpêç bike. Her çendî di hin şerên mewziyan de têk çûbe jî hêza xwe parast û geş kir. Di herdu rewşan jî bi avnaiyên dewletan ên modern re dilebikî. Heman çanda Xiristiyanî par ve dikir. Sedemên ku şerê şaristaniyê giran bikin sînordar bûjn. Sedemên kaosê her çendî dabûn der jî ne bi wê astê bûn ku gefê li pergalê bixwin. Li Rojhilata Navîn sedemên ku van encaman bi bîr bixin mirov nikare bibîr bîne. Bi pergaleke destpotîk re ku ji 1250'î û vir be bûyî muxafazkar an wê şer bida ber çavan an jî bi paş ve vekişiya. Şerê mîna Efganîstanê û Iraqê ne bes e. Heta ku blokên desthilatê neyên şikandin, her gava ku wê were avêtin wê were maneya serneketina giran. Taktîkên ku xwe dispêrên ser dewleteke despotîk û bi vê daharandina ên din ne biber in. Çanda Rojhilata Navîn di van rewşan de ji bo hilberandina destpotîzmê jêhatî ye. Heke armanc bike ku bi tûmî birûxîne wê pirsgirêka ji kontrolêderketinê ya girseyên gel çêbibe. Xitimandia Iraqê bi qasî tiştên ku bûne her wiha ji bo tiştên ku wê bibin jî tije ders e. Demeke dirêj rejîma hate destekkirin. Encam jî ew bû ku problem hê girantir bûn. Hilweşand lê lê hawîrdora çandî yak u eynî avaniyan têr bike û blokên desthilatê hene. Îhtîmaleke zor e ku hawîrdora çandî ji takekesiya Rojava wêdetir biçe. Parçekirina blokên desthilatê jî wê were maneya pêngava şoreşger a rasteqîn. Diyalektîka asêbûnê ev e.
Serneketina koalîsyona bi pêşengiya DYE'yê jî wê problemên hê bêhtir stratejîk bi xwe re bîne. Ji bo DYE'yê bi asta global wê darbe çêbibe û pêvajoya paşvebirina împaratoriyê bîne. DYE ya ku li Rojhilata Navîn têk diçe, wê li hemû Esya, Ewropa û Efrîkayê jî têk biçe. Wê nikaribe Emerîkaya Başûr, Meksîka û Qenadayê jî mîna berê zevt bike û bikeve rewşa duyemîn Rûsyayê. Di hevsenga hêzê ya berdest de, dijî rastiya desthilatê ye ku DYE bikeve vê pozîsyonê. Ji ber vê helwesta stratejîk divêtiyek e. Çi qas bimesref jî be û bi asta cîhanê îtîraz werin kirin, divê bimîne û hin encamên dahurîner bistîne.
Heke em pirsgirêkên bi maweya dirêj, navîn û kurt ku pergala kapîtalîst a Rojava divê wan çareser bike bi texmînî li peyv hev rêz bikin bi maweya kurt wê Efganîstan û Iraq hebin. Federasyona Demokratîk îdea dikin. Mîna welatên modêl ên nû yên herêmê li ser wan tên fikirandin. Pêşnûmeyên destûrî yên ku hatine hazirkriin li ser kazexê mîna Pergala Federal a Demokratîk pêşniyara wan tê kirin. Diyar e ku nêzîkatiyeke bi îdea ye û bi naverokeke nû ye. Divê mirov bi meraq li bendê be bê ka bicihanîna wê, wê çawa be. Hevnasîna federalîzma demokratîk a gelek çand, komên dînî veguherîneke mezin a şaristaniyê ye. Ev bi rengekî wê bandora şoreşa Fransî û Rûs li Rojhilata Navîn bike. Nûjenkirina rejîmên berê yên destpotîk îhtîmaleke pir qels e. Di şertên împaratoriya kaosê de konfederalîzma demokratîk avaniyeke wiha ye ku zehmetiyên mezin wê rê ve biçe. Hêzên ku wê pêşengiyê ji vê re bikin wê ji kû werin peydakirin? Hêzên desthilatdxwaz ku bi kêmanî mîna rejîmên berê despotî in, ji wê formasyona hişmendî û siyasî dûr in ku karakterê etnîk û mezhebî veguherînin ser sentezê. Hê takekesê lîberal, azad di nav geşedaneke pir sînordar de ye. Îdealîstên demokratîk û sosyalîst bi qasî ku mirov bibêjin nîn in, kêm in. Ên berê jî bi qasî ku nikaribin xwe jî hilgirin teng in. Bêhtir baweriyê bi hêzên NY, NATO, YE û hêzên koalîsyonê tînin. Federalîzma demokratîk ya avaniya ku tim girêdayî derve ye wê pir binîqaş be.