Pîrozbahiyên Newrozê yên li derveyî welat dewam dikin
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, tevî dostên xwe Newrozê pîroz dikin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengê 'NA' bilind bû.
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, tevî dostên xwe Newrozê pîroz dikin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengê 'NA' bilind bû.
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, tevî dostên xwe Newrozê pîroz dikin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengê 'NA' bilind bû.
MOSKOWA
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, cejna Newrozê bi dostên xwe pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd û Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan ve hat organîzekirin.
Beriya konserê, stantên li ser çand û mutbexa Kurdan hatin danîn û xwarina Kurdan a ji herêmên cuda yên Kurdistanê li beşdaran hat belavkirin. Her wiha berhemên ji hunera destan, nîşaneyên Têkoşîn û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi Rûsî hatin wergerandin, hatin nîşandan.
Çalakiya li Salona Konserê ya Îzmaylovskî hat lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Tevî nûnerên Saziyên Kurdan ên li Moskowayê, nûnerên saziyên gelên cuda jî tevlî bûn.
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li ser girîngî û wateya rojê axivî û got, "Gelê Kurdistanê wê bi xurtkirina têkoşîna xwe re êdî azad bibe. Hêzên navneteweyî yên li pêşberî terora dewletê ya AKP'ê bêdeng dimînin, dibin şirîkê wê terorê. AKP'ê di şîdeta dijî Kurdan de zêdegaviyeke din kir û bi PDK'ê re bû yek û êrîşî Şengalê dike. Kurdên ku hiştin endamên MÎT'ê bi kincê pêşmergeyan êrîşî gelê Şengalê bikin, di nava xiyaneteke mezin de ne. Pêwîste gelê Kurd li dijî PDK a xiyanetê li Kurdan dike, helwestê nîşan bide û nîşan bide ku Şengal ne bi tenê ye."
Piştî axaftina Cotkar, Nûnerê Kantonên Rojava li Rûsyayê Rodî Osman, Nûnerê YNK'ê yê li Moskowayê Şaxawan Herkî, Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan Tara Qadir, Serokê Organîzasyona Kurdên Êzidî li Moskowayê-Êzdîxan Egîdê Fero û nûnerên saziyên gelên cuda yên li Moskowayê axivîn û Newroz li gelê Kurd pîroz kirin.
Li dû axaftinan, Mîroyê Qanat, Aynûr Babayeva, Ergîn Xelîkan, Bêrîvan Arî, koma govendê Nûjîn, Gîrîşa Amoyev, Serhat Çarnewa û Kemalê Amed bi dorê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdaran jî li ber stranên hunermendan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
CALÎFORNÎA
Kurdên li eyaleta Calîfornîa ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dijîn, Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya îsal a Newrozê, ji bo bîranîna şervanê Amerîkî Mîchael Israeîl ê li Rojava jliyana xwe ji dest da, li peravên Okyanûsa Pasîfîk hat lidarxistin.
Li ber sirûda "Ey Reqîq" deqeyek rêz hat girtin.
Dayik û bavê Israeîl jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bav Israeîl li vir axivî û diyar kir, kurê wî di dilê Kurdan de her dijî.
SYDNEY
Newroz li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi ruhê serhildanê hat pîrozkirin.
Parlamentera Partiya Karker a Eyaletê Jûlîe Fînn û encûmenên Şaredariya Blacktownê yên Partiya Karker Sûsan Benjamîn, Kathîe Collîns û nivîskarê Green Left Weekly Peter Boyle jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Hevserokê NAV-DEM'ê Ronahî Xendîl li vir axivî û got, "Em vê Newrozê diyarî dayikên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dikin."
Berdevkê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Taştan jî got, "Em ê bi ruhê Kawayê Hesinkar têkoşîna xwe geş bikin."
Di pîrozbahiyê de Koma Welat û Xêro Ebbas derketin ser dikê.
BONN
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de çalakî hatin lidarxistin û Newroz hat pîrozkirin.
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê, Meclîsa Jinê ya Sara û PYD-Bonnê ve hat organîzekirin, li Salona Sporthalle ya Dûîsdorfê pêk hat. Axaftina destpêkê ji aliyê Nûnerê PYD-Bonnê Celala Efrîn ve hat kirin. Piştre li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Faîk Dilo axivî.
Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan jî bal kişand ser qirkirina siyasî ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û diyar kir, di 16'ê Nîsanê de wê bi dengê 'NA' bersiv ji vê yekê re were dayîn.
Dogan işaret bi girîngiya Şoreşa Rojava kir û êrîşên PDK-AKP'ê şermezar kir.
Parlamenterê Eyaleta NRW ê partiya SPD'ê Felîx Von Grunberg û namzetê parlamenteriyê Peter Kock li vir axivîn û piştgirî dan Kurdan.
Peter Kock, qedexekirina nîşane û alên Kurdan ji aliyê dewleta Elman ve, şermezar kir.
Di çalakiyê de endamên Koma Rojava, Xebat Teyfûr û Hozan Abdûrrahman jî derketin ser dikê.