Pîrozbahiyên Newrozê li Lîce, Sitilîlê û Zanîngeha Mûglayê pêk hatin
Pîrozbahiyên Newrozê li Lîce, Sitilîlê û Zanîngeha Mûglayê pêk hatin
Pîrozbahiyên Newrozê li Lîce, Sitilîlê û Zanîngeha Mûglayê pêk hatin
Li navçeya Lîceya Amedê, Sitîlê ya Nisêbîna Mêrdînê Artemêta Wanê û zanîngeha Muglayê bi girseyî Newroz hat pîrozkirin. Li Mûşê jî girseya ku piştî pirozbahiyê dest bi meşêkir rastî mudaxaleya polîsan hat.
LÎCE
Li navçeya Liceya Amedê Newroz li qada Bahtiyar Aydin bi beşdariya hezaran welatiyên hat pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî bi coş û rengekî zindî tev li Newrozê bûn. Piştî qada Newrozê dije mirov bû, coş û heyecan li qadê derket asta herî jor û dîmenên gelek rengîn û zindî derketin holê. Li qada pîrozbahiyê Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û HPG'ê hatin vekirin. Dîsa posterê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Ertem Karabulut, û Fikri Baygeldî û pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, 3 jinên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin hatin vekirin.
Jinan bi cilên xwe yên rengê kesk, sor û zer qad rengandin. Girseyê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" qîr kir. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê piştî rêzgirtinê sirûda "Ey reqîb" hat xwendin. Girsê piştî fîşekên hewayî agir pêxist û lîstika gel a ji koma jinan a Navenda Çandê ya Şaredariyê derkedin ser dikê. Serokê BDP'a Harun Erkuş diyar kir ku, ew Newroza Lîceyê diyarî 10 hevalên xwe yên di 31'e Kanûna 2012'an de di operasyonê de hatin qetilkirin dikin.
Pişti axaftinan Agirê Newrozê bi silogan û fîşekên hewayî hat pêxistin. Piştî li qada Newrozê agir hat pêxistin li girê Keyra jî agirê Newrozê hat pêxistin. Koma koroya ciwanan jî piştre srana "Sê Jinên Azad" stran. Pîrozbahî bi stranên Seyda Perinçek bi dawî bû.
STILÎLÊ
Li bajaroka Sitilîle ya Nisêbînê jî Newroz ji aliyê sedan welatiyan ve di bin baranê de li qada Newrozê hat pîrozkirin. Li qada newrozê posterên 3 jinên Kurd û û pankarta "Bi avakirina şaristaniya komunalizmê gelê Girêmira bixer hatin wê pêşwazi dike", "Newroza we piroz be" hatin vekirn. Endam û rêveberên BDP'ê û şaredarên BDP'î jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi govend û staran bi dawî bû.
MÛGLA
Li kampusa Zanîngeha Mugla jî bi tevlîbûna zêdeyî hezar xwendekarî Newroz hat pîrozkirin. Di pirozbahiyê de posterê Şerzan Kurt ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat vekirin. Xwendekaran bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" bilind kirin.
QOSER
Li navçeya Qoserê jî bi tevlebûna 40 hezar kesan Newroz li Otogarê pêk hat. Newroza ku bi coşek mezin û rengên zindî pêk hat piştî axaftin û stranan bi dawî bû. Bi 10 hezaran kesên tevlî Newrozê bû piştî pîrozbahiyê ji Qada Newrozê hata Qada Azadiyê xwestin meşê pêk bînin. Girseyla ku bi qasî 2 kîlometreyan meşiyan bê navber siloganên "PKK gele, gel li vire", "Ocalan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" qîr kir. Girseyê di meşê de alên PKK û KCK'ê vekir. Girsê li qada Azadiyê "Çerxa Şoreşê" xwedin. Girse piştî li vir kom bû belav bûn.
MÛŞ
Li Mûşê jî bi 10 hezaran kesên ku li Newroza Qada Îstasyonê bûn, piştî pîrozbahiyê xwestin heta navenda bajar meşekê pêk bînin. Girseyê di meşê de bê navber siloganên "Ji Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe" qîr kir. Piştî meşê maşîne zirxî û TOMA'yan bi ava şit êrîşî girseyê kir. Pişti ciwanan jî bersiv da polîsan pevçûn derket. Pevçûn heta navenda bajar berdewam kir.
ARTEMÊT
Li navçeya Artemêtê ya Wanê jî pîrozbahiya Newrozê li tenişta Petrola Kurtoglu pêk hat. Di pîrozbahiyê de li gel parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, endam û rêveberên BDP'e bi hezaran kes amade bûn. Girseyê rengên kesk, sor û zer û postzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Jinan bi kiras û fîstanên xwe yên reng rengo qad zindî kir.
Piştî axaftinan Koma muzîkê ya Navenda Çanda Mezopotamya ya Wanê konser da. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.