Pîrozbahiyên Newrozê didomin
Newroz li Fransa, Elmanya, Romanya, Îtalya, Awûstralya û Swêdê hat pîrozkirin.
Newroz li Fransa, Elmanya, Romanya, Îtalya, Awûstralya û Swêdê hat pîrozkirin.
Newroz li Fransa, Elmanya, Romanya, Îtalya, Awûstralya û Swêdê hat pîrozkirin.
SARREGÛEMÎNES
Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg, Saînt Avold, Metz, Nancy û Mulhoûse yên Fransayê dijîn, cejna vejînê Newroz bi şevekê pîroz kirin.
Pîrozbahî li bajarê Sarregûemînesê pêk hat û ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinê ve hat organîzekirin. Zêdeyî hezar Kurd, Tirkiyeyî û Fransayî beşdarî şevê bûn.
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê hat xemilandin.
Di dû deqeyeke rêzgirtinê, Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş, nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Jacqûes Marchal û nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) axivîn. Di şevê de peyamên PCF, TJK-E û Ciwanên Azad jî hatin xwendin.
Hunermend Farqîn, Kewê, Hasan Yildiz, Ahmet, Koroya Zarokan a Saînt Avold, Koma Tembûrê ya Saînt Avold û Koma Govendê ya Strasboûrgê derketin ser dikê.
Pîrozbahiyê, bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.
DRAGÛÎGNAN
Newroz li bajarê Dragûîgnan ê li Başûrê Fransayê jî bi şevekê hat pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Osman Îbrahîm axivî û diyar kir, agirê berxwedanê yê li Kurdistanê bi xeta Mazlûm Dogan û Zîlanan li çar parçeyên Kurdistanê pêşengiyê dike.
Di şevê de Hozan Şemdîn, Dilovan û Sosin derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
KONSTANZ
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Konstanz ê Elmanyayê ji aliyê PYD'ê ve hat organîzekirin û bi qasî 700 kes tevlî bûn.
Nûnerê PYD'ê li vir axivî û bibîr xist, vî gelî bi ruhê berxwedanê yê Newrozê hebûna xwe parastiye. Nûner anî ziman, bi ruhê berxwedanê Kurd îro li çar aliyên Kurdistanê gelekî nêzî serketinê ne.
Hozan Sîmar, Berbang, Alî Gavan û Koma Can Welat di şevê de derketin ser dikê.
BUKREŞ
Newroz li paytexta Romanya Bukreşê bi coş hat pîrozkirin. Şeva ku bi qasî 500 kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Firat Ak li vir peyivî û qala girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd kir.
Ji Berpirsyarên PYD'ê yên Ewropayê Beşîr Ak jî rewşa li Rojavayê Kurdistanê nirxand û işaret bi girîngiya Newrozê ji bo Kurdan kir.
Hozan Armanc, Gulseher û Bangîn Agirî di şevê de derketin ser dikê. Şev bi qîrîna dirûşmên "Statu ji Kurdistanê re, azadî ji Ocalan re", "Em ê teqez bi ser bikevin" û bi gerandina govendê qediya.
ROMA
Newroz li paytexta Îtalya Romayê hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên li vê derê ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Araratê ve hatin organîzekirin. Di destpêkê de roja 21'ê Adarê meşale hat vêxistin, di 24'ê Adarê de sînevîzyon hat nîşandan û di 25'ê Adarê de jî agirê Newrozê hat dadan.
Ji KCDK-E Mûrat Ceylan li vir axivî. Hunermend Xemgîn Bîraht, Denîz Deman, Mûbîn Dunen jî hunera xwe pêşkêş kirin.
Di pîrozbahiyan de şaredarên Îtalyayî û nûnerên gelek saziyan axivîn.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî, li Parka Cobûrg Golû festîvala Newrozê hate lidarxistin. Festîval ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Vîctorîa ve hat organîzekirin û piştî xwendina sirûda 'Ey Reqîp' komên zarokan ên muzîk û govendê derketin ser dikê.
Piştî ku Newrozan agirê Newrozê da dan, Şaredara Morelandê Helen Davîdson, Encûmena Şaredariya Morelandê Sûe Bolton, Parlamenterên Partiya Karker Peter Xhalîl, Davîd Feeney, Lîzzîe Blandthorn, lîderê Partiya Keskan ê Vîctorîa senator Greg Barber, Serokê Konseya Civakên Etnîk Eddîe Mîcallef cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin, ew ê her tim piştgiriyê bidin gelê Kurd.
GOTEBORG
Newroz li bajarê Goteborg ê Swêdê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Qisekerên li vê derê bal kişandin ser girîngiya Newrozê ji bo Kurdan û bindestan. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê û Partiya Çep destnîşan kirin, ku Newroz cejna vejîn û berxwedanê ye.
Qisekeran her wiha bal kişandin ser referandûma 16'ê Nîsanê û ji bo dayîna dengê 'NA' bang kirin.
Piştî ku peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan, hunermend Nûarîn, Diyar Dersîm, Kawa Ûrmiye û Farzîn derketin ser dikê.
Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Azadî", "Bijî Kurdista" û bi gerandina govendê qediya.