BI DÎMEN

Pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin

Cejna vejînê Newroz li gelek bajarên Ewropayê bi şev û şahiyan hat pîrozkirin.

Cejna vejînê Newroz li gelek bajarên Ewropayê bi şev û şahiyan hat pîrozkirin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê, ji bo pîrozkirina Newrozê şevek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên Fransî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Gelek saziyên dost û partiya çep a Fransayê jî piştgirî dan. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li şevê axivî û Hozan Cewad, Binevş û Farqîn jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Aydar, rewşa dawî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand. Zubeyîr Aydar destnîşan kir, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de lazim e dengê 'NA' bê dayîn.

Endamên Komeleya Dostaniya Fransa-Kurd û Tevgera Komunîstên Ciwan a bi navê "Amîtîês Kurdes de Lyon" jî bi standên xwe li şahiyê amade bûn.

BOCHOLT

Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê, Meclîsa Gel pîrozbahiya Newrozê organîze kir û zêdeyî sed Kurdistanî tevlî bûn.

Pîrozbahiyê saet di 13:00 de li Komeleya Çanda Mezopotamyayê dest pê kir û li ser pêvajoyê axaftin hat kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê li ber dahol û zirneyê qediya.

100%; height: 100%; }

ESSEN

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Ciwanên Azad û Freîes Forûm Dûîsbûrg (FFD) li Zanîngeha bajarê Essenê şahiya Newrozê amade dikin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê nûnerên YXK, Ciwanên Azad û FFD'ê axivîn. Qisekeran gotin, agirê Newrozê ji bo gelên Mezopotamyayê nîşaneya aştî û azadiyê ye.

Tevî xwendekarên Kurd û Elman, her wiha xwendekarên Afgan û Îranî jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Koma Rizgar, Sînem, Ahmet û Bariş, Koma La Lîberta, Koma Bahar, Koma Hevra û Serhado derketin ser dikê. Komên govendê jî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Beşdaran li dora agirê Newrozê govend gerandin û pîrozbahiya xwe heta derengiya şevê dewam kirin.

ÎNNSBRÛCK

Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê, Newroz li Salona Hafenê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Ji ber zexta Konsolosxaneya Tirk, Wezareta Karên Hundir a Awûstûryayê xwest pîrozbahiyê betal bike, lê li ser israra Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, pîrozbahî pêk hat.

Alîkara Şaredarê Înnsbrûckê Sonja Pîtscheîder, Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer û hunermend Hasan Alî, Sîpan Xelat û Narînxan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Alîkara Şaredarê Înnsbrûckê Sonja Pîtscheîder li vir axivî, Newroza gelê Kurd pîroz kir û anî ziman, ku ji ber dostaniya wan a bi gelê Kurd re ew gelekî kêfxweş in.

Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer jî ji hikumeta AKP'ê re got, "Xwestin me li Sûrê, li Cizîrê tine bikin. Lê belê di serî de li Amedê li her devera Kurdistanê û gelek cihên cîhanê, kurdan bersiva pêwîst dan û nîşan dan ku ew tine nebûne û ji xweliyên xwe ji nû ve afirîne."

Uçer anî ziman, ruhê Newrozê wê îsal bandorê li referandûmê bike.

Pîrozbahî piştî stranên hunermend Hasan Alî, Sîpan Xelat û Narînxan qediya.

LÎNZ

Li paytexta Awûstûrya Jorîn Lînzê, bi beşdarya zêdeyî hezar kesî Newroz hat pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser rewşa siyasî axaftin hat kirin.

Qisekeran bal kişandin ser pêvajoya referandûmê û gotin, "Divê dengê NA bê dayîn."

Beşdaran piştre li ber stranên hunermendan govend gerandin û Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.