Pîrozbahiyên bi coş ên salvegera damezrandina PKK'ê
Pîrozbahiyên bi coş ên salvegera damezrandina PKK'ê
Pîrozbahiyên bi coş ên salvegera damezrandina PKK'ê
36. salvegera damezirandina PKK'ê li gelek bajarên Kurdistanê û li Stenbolê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn û berxwedana Kobanê hate silavkirin. Li navçeya Şirnex Cizîrê jî ji bo pîrozbahiyan esnafan dikanên xwe venekirin.
MÊRDÎN
Di pîrozbahiya li navçeya Mêrdîn Şemrexê de piştî deqeyeke rêzgirtinê Serokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê Mehmet Şik axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji tinebûnê hate van rojan û got: "Eger îro gelê kurd di vê astê de be bi saya berdêlên mezin ên hatin dayîn e. Em soz didin wan heya dilopa dawî ya xwîna xwe em ê wan bişopînin." Piştî axaftinê komên muzîkê yên Navenda Çand û Hunerê ya Mehmed Uzun derketin ser dikê û girse coşandin.
Li navçeya Qoserê jî bi tevlîbûna hezaran kesî pîrozbahî pêk hat. Di pîrozbahiyê de pankarta bi nivîsa "Bi ruhê avakirina PKK ê ber bi Azadiya Serokatîya ve" hate vekirin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî axivî û balkişand ser berxwedana Kobanê. Piştî axaftinan xebatkarên Navenda Çand û Hunerê yên Ş. Alî Temel derketin ser dikê.
AMED
Li navçeya Amed Pîranê jî li gel baranê welatî li hin taxan kom bûn û bi fîşekên hewayî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Li navçeya Peyasê jî welatiyan li herêma Metropolê pîrozbahî lidar xistin. Pîrozbahî ji aliyê Komeleya Hemwelatiyên Azad a Bajêr a Pîranê ve pêk hat.
Li navçeya Çinarê jî DBP'ê pîrozbahiyek lidar xist. Hevşaredarê Çinarê Ahmet Cengîz diyar kir ku damezirandina PKK'ê nuqteyeke gelekî girîng e. Piştî axaftinan welatiyan li ber dahol û zirneyê govend gerandin.
ŞIRNEX
Li navçeya Şirnex Cizîrê jî esnafan bi minasebeta salvegera damezirandina PKK'ê dikanên xwe venekirin. Li navçeyê saet di 14.00'an de wê meş pêk bê û piştre jî wê şahiyek were lidarxistin.
STENBOL
Rêxitina HDP'ê ya Kartalê ya Stenbolê jî bi heman armancê şahî lidar xist. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku di 36. salvegera damezirandina PKK'ê de destketiya herî mezin wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.
Piştî axaftinan şahiyê bi govend û mûzîkê berdewam kir.