Pîrozbahiyên 8'e Adarê dewam dikin
Pîrozbahiyên 8'e Adarê dewam dikin
Pîrozbahiyên 8'e Adarê dewam dikin
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Gimgim, Wan, Manîsayê şahî hatin lidarxistin û 8'ê Adarê hat pîrozkirin. Li navceya Cizirê jî panela bi navê "Zimanê Aştiyê yê Jinan" hat lidarxistin. Di panelê de Prof. Dr. Buşra Ersanli diyar kir ku zilam li hemberî jinê şerekî sar didin meşandin û wiha got: "Lê li aliyê din jin her tim aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê têkoşînê didin.
ŞIRNEX: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Navenda Mafê Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê li Lokala Baroya Cizîrê panela bi navê "Zimanê Aştiyê ya Jinan" pêk anî. Di panelê de Prof. Dr. Buşra Ersanli, Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û parêzerên baroyê amade bûn. Prz. Ruya Elçî Prof. Ersanli û Prz. Îlknur Yokuş Taniş axaftin kirin. Ewil Ruya Elçî, diyar kir ku li ser axa kurdan pirsgirêka jinê baş nayê dîtin û diyar kir ku hem ji ber jin in rastî zext û zordariyê tên û hem jî ji ber ku nasnameya xwe ya kurd tên cewsandin."
Piştre Prof. Ersanli, jî diyar kir ku zilam li jinê şereki sar dide meşandin. Ersanli, da zanîn ku jin jî li hemberî şerê zilam têkoşînek mezin didin û her tim şerê aştiyê pêş dixin. Niha jî hikûmet li hemberî jinê şerekî taybet û sar dide meşandin. Ji bo mafê jinê bê parastin divê di zagonan de guhertinek bingehîn pêk bê. Rola jinê ya di nava civakê de zêde ye. Herî zêde tevgera gelê kurd heqê vê rolê dide. Ji bo jin karibe rolê xwe baş bikar bîne perwerdehî lazim e. Êdî feraseta yek yek yek êdî zilam jî di bin xwe de dieciqîne. Divê hikûmet êdî demek berî demekê zimanê xwe nerm bike. Panel bi axaftin, pirs û bersîvan bi dawî bû
GIMGIM: Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Gimgimê jî bi heman armancê li Kargeriya Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî Kapitalizm, şer, paşverûtiyê, serdestiya zilam û tundiyê" û bi Kurmancî û Dimilkî pankarta "Zilam lê dide dewlet diparêze" û "Jin jiyan azadî", "Cenî cu azadî" vekirin. Endama Komîsyona Jinê Ayşegul Selçuk, diyar kir ku ji bo jin dorpêçkirina siyasî, aborî, civakî bişkînin divê bêtir tekoşînê bidin. Jin pişt re tev li Şahiya Navenda Mordemê bûn Di şahiyê de sinevizyon hat pêşandan.
WAN: Li Wanê jî Wekîlê Şaredarê Wanê Sabri Abî, bi heman armancê peyvira xwe dewrî Endama Meclisa Şaredariyê Ayşe Harmanci kir. Jinên BDP'i Ayşe Harmanci ziyaret kir û sohbet kirin. Di ziyaretê de Endama MYK'ê ya BDP'ê Necla Yildirim, Endama BDP'ê Fîgen Yaşar, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Endama Kordinasyona Jinê ya Wanê ya BDP'ê amede bûn.
MANÎSA: Li Manisayê jî Endamên Meclisa Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi heman armancê dê sibê di 10'ê Adarê saet di 13.00'an de li pazara gundê Horozkoyê şahiyekê pêk bînin. Rêvebera BDP'ê ya Manîsayê Naîle Gumuştaş bang li hemû jinan kir û xwest tev li şahiyê bibin.