Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê berdewam dikin
Li Wanê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê bi çalakiyên cur bi cur didomin. Di sala 1984'an têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê ku destpê kir bi çalakî û pîrozbahiyên cur bi cur ji aliyê Kurdistaniyan ve tê pîrozkirin.
Bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê ku di sala 1984'an de PKK'ê têkoşîna çekdarî da destpêkirin, rêxistina BDP'ê ya Wanê li Kolana Emîrpaşayê şahiyek li dar xist. Hevserokê BDP'a Wanê Musa Îtah, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, hunermendên NÇM'ê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Li cihê ku şahî hat lidarxistin de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û bênavber dirûşmayên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana Rojava', 'Şehîd Namirin' û 'Bijî YPG' hatin berzkirin. Beriya ku şahî destpê bike ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê hunermendên NÇM'ê stran gotin û gel govend girt.
Di şahiyê de Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa Îtah axaftinek kurt kir û wiha got: "Em bi ruhê 15'ê Tebaxê di şexsê fermandar Egîd de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Em li hemberî qehremanên xwe yên ku di rêya têkoşîna azadiyê de şehîd ketine bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Îro bi xwîna şehîdên me û rêya têkoşîna azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye de gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê berxwedanekê dide nîşandan û şoreşek mezin pêk tîne." Şahî bi stranên komên muzîkê yên NÇM'ê heta derengiyê şevê dom kir.
ERDÎŞ
Bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê li navçeya Wanê Erdîşê li caddeya Dalanê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, rêveberên KURDÎ-DER, Şaredarê Bêgirê Îzzet Çelîk, endamên Meclîsa Şaredariya bajar û navçeyan û gelek welatî cihê xwe girtin. Li cihê ku şahî hat lidarxistin pankartên ku li ser 'Mêtingeriyê nejî û nede jiyîn' , 'Ji tiryak, pişaftin, sîxûrkirin û fuhûşê re dawî' , 'Salvegera 1'emîn Şoreşa Rojava pîroz dikin' dinivîsîn û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Girseyê di şahiyê de bênavber dirûşmayên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî YPG' û 'YPG û Rojava ne bi tenê ne' berz kirin. Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi stranên hunermendên NÇM'ê heta derengiyê şevê berdewam kir.
BÊŞEBAB
Li navçeya Bêşebab a Şirnexê li çiyayê Kato piştî ku pîrozbahiyeke bi coş a bi wesîleya 15’ê Tebaxê hat lidarxistin helîkopterên kobra li herêmê geriyan. Li gorî agahiyên hatine wergirtin 2 helîkopterên ku ji Fermandariya Tumen a 23’yemîn firiyan li ser herêmê geriyane. Hat gotin ku ev gera helîkopterê bi munasebeta çavtirsandinê ne.
KOP
Rêxistina Navçeyê ya BDP’ê ya Kopê jî ji bo şahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.
Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Kopê Mahînur Taş, têkildarî mijarê ku daxuyanî da bang li Kurdistaniyan kir da ku beşdarî şahiya ku wê li navenda Mûşê û navçeyên wê bên lidarxistin bibin. Her wiha Taş gel dawetî pîrozbahiyên ku wê sibê saet 18.00’an li Termînala Otobusan a Kopê bê lidarxistin bibin.