Pîrozbahiya 1’ê Gulanê wê li Bakirkoyê bê kirin
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Stenbolê wê li Bakirkoyê bê kirin. Ji bo pîrozbahiya li Qada Pazar a Bakirkoyê li bendê ye ku bi sedhezaran kes tevlî bibin.
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Stenbolê wê li Bakirkoyê bê kirin. Ji bo pîrozbahiya li Qada Pazar a Bakirkoyê li bendê ye ku bi sedhezaran kes tevlî bibin.
Komîteya Amadekariyê ya 1’ê Gulanê, ragihand ku ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê wê li Qada Pazar a Bakirkoyê bê kirin. Pîrozbahiya ku li bendê ye ku bi sed hezaran kes tevlî bibe, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê jî wê bi sirûda ‘Lacika xwe ya spî li xwe bike û were’ tevlî bibe.
Serlêdana ji bo pîrobahiyê ya ji bo Taksîmê ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hate redkirin.