Pîrozbahî dewam dikin: PKK'ê zindî kir, PKK wê rizgar jî bike
Pîrozbahiyên ji bo salvegera damezrandina PKK'ê ku ji aliyê gelê Kurd ve weke 'Cejna vejînê' tê dîtin, dewam dikin.
Pîrozbahiyên ji bo salvegera damezrandina PKK'ê ku ji aliyê gelê Kurd ve weke 'Cejna vejînê' tê dîtin, dewam dikin.
Bi wesîleya salvegera 39. a damezrandina PKK'ê, li gelek welatan pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrobahiyan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK hatin silavkirin.
BREMEN: Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, bi beşdariya bi sedan kesî pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de wateya PKK'ê ji bo gelê Kurd û bandora wê ya li Rojhilata Navîn hate nirxandin û tecrîd hate şermezarkirin. Di pîrozbahiyê de Koma Zarokan a Aram Tîgran, Koma Siyabend, Ayfer Duztaş, Dilovan, Xalig Agirî derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan.
BONN: Şeva li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Delal Amed û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Hevserokê Meclîsa Gel a Bonnê Ahmet Mardîn li vir axivî û diyar kir ku PKK'ê Kurd zindî kir û îro jî ji bo rizgariya gelên Rojhilata Navîn bi rola pêşengiyê radibe. Di şevê de Koma Rojava, Ozlem Baglayan, Rotînda, Hozan Ahmet û Hozan Hêvîdar derketin ser dikê.
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê pîrozbahiyek organîze kirin. Nûnera Meclîsa Jinê li vir axivî û got, "Sala 40. wê bibe sala azadiya Rêber Apo." Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî tevlî pîrozbahiyê bû û axivî. Di pîrozbahiyê de ku zêdeyî hezar kes lê amade bûn Xelîl Xemgîn, Kawa, Ozan Sosin, Koroya NCK, Ozden û Ûmûda Haykiriş hunera xwe nîşan dan.
STÛTTGART: Pîrozbahiya li Stûttgartê jî li Salona Çandê ya Arena pêk hat û bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Qisekeran salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanêna zadiyê û tevahiya gelê Kurd pîroz kirin. Di beşa çandê de jî Koma Can Welat, Hunermend Bêrîvan Arî, Silbus û Tarî û Serhedo derketin ser dikê. Peykertraş û wênevan Dogan Demîr jî portreya Ocalan û wêneyên gerîla yên bi taybetî ji bo şevê amade kiribû, li salona şevê daliqand.
ESSEN: Pîrozbahiya li bajarê Essenê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal û Meclîsa Gel a Şengalê ve hate organîzekirin. Di pîrozbahiyê de ku bi sedan Kurdistanî tevlî bûn, sînevîzyona ji axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat nîşandan. Piştre hunermend Awaz û Deng, Hozan Serdar, Koma Şehîd Welat, Bulet Tûran û Hozan Canê derketin ser dikê.
MARSÎLYA: Kurdistaniyên li bajarên Marsîlya û Marîgnane yên li Başûrê Fransayê dijîn, salvegera 39. a damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin. Beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên Hozan Comert û Hozan Diyar govend gerandin. Li salona şevê ku zêdeyî hezar kes lê amade bûn pankarta bi nivîsa "Dawî li tecrîdê bînin, azadî ji Ocalan re" hate daliqandin. Koroya TEV-ÇAND'ê ya Marsîlyayê û koma govendê ya Arîn Mîrkan jî hunera xwe nîşan dan.
DRAGÛÎGNAN: Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, Kurdistaniyan bi şevekê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, siyasetmedarê Kurd û Hevserokê HDK-Fransayê Îbrahîm Seydo Aydogan axivî. Aydogan destnîşan kir ku PKK ji bo Kurdan Û gelên Rojhilta Navîn veguheriye hêviyê. Di pîrozbahiyê de Farqîn Azad û Zozan Zûdem derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
TORONTO: Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Toronto yê Kanadayê hate pîrozkirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bûn. Di şexsê Delal Amed de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn. Piştî ku peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat xwendin Ûmût Zafer û Grûp Pera derketin ser dikê.