Piraniya wan HDP'î der barê 10 wekîlan de fezleke hate amadekirin
Ji bo mafê wan ê destnedana parlamenteriyê bê rakirin der barê 10 wekîlan de fezleke hate amadekirin ku piraniya wan HDP'î ne.
Ji bo mafê wan ê destnedana parlamenteriyê bê rakirin der barê 10 wekîlan de fezleke hate amadekirin ku piraniya wan HDP'î ne.
Ji bo bidawîkirina mafên wan ên destnedana parlamenteriyê der barê 10 parlamenterên HDP, CHP û MHP'ê de fezleke hatin amadekirin û pêşkêşî meclîsê hatin kirin. Fezleke herî zê de der barê wekîlên HDP'ê de hatine amadekirin. Der barê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû de jî fezleke hate amadekirin.
PARLAMENTERÊN KU FEZLEKE DER BARÊ WAN DE HATINE AMADEKIRIN
Parlamenterên ku der barê wan de fezleke hatine amadekirin: Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, parlamenterên CHP'î Ozgur Ozel, Ogûz Kaan Salici, Mehmet Goker, parlamenterên HDP'î Meral Daniş Beştaş, Alîcan Onlu, Kemal Bulbul, Omer Ocalan, Ayşe Suruc, parlamenterê MHP'ê yê Ordûyê Cemal Engînyûrt.