Peyama KCDK-E ya li ser 15'ê Tebaxê
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê peyamek weşand.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê peyamek weşand.
Di daxuyaniyê de, salvegera 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hat pîrozkirin û ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re, ku bûye hêza bingehîn a şoreşa Rojhilata Navîn serketin hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, 15'ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêngaveke mezin e û hat gotin, "Beriya niha bi 32 salan, di 15'ê Tebaxa 1984'an de hesab ji jiyan û dîroka hatibû têkbirin hat pirsîn; li dijî koledarî, wehşet, zilm û zordariyê bû gava destpêkê û dîrokî ya raperîn û serhildanê. Fîşeka destpêkê ya li Dihê û Şemzînanê hat eqandin, ewilî li mejiyê dagirkeriyê ketiye, piştre jî li tirsa di ruhê gelê Kurd de bû, ket. Vê fîşeka destpêkê ji nû ve ruh da gelê me yê di gorê de bû û ji wê rojê ve rêya azadî û serketinên mezin vekiriye."
KCDK-E diyar kir, pêngava 15'ê Tebaxê pêngaveke ku bi ruhê tolhildana hezar salan, tarîtî bi ronahiyê ji çirandiye û wiha dewam kir: "Pêngava 15'ê Tebaxê ya li Dihê û Şemzînanê, li Kurdistanê rûpeleke nû vekiriye, ji bo tinekirina mêtîngerî, xayîn, feraset, sazî, zîhniyet û kesayetên noker bûne şûrê herî tûj."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, pêngava bi pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd), çavkaniya berxwedan û serketinên mezin ên roja îro ye û bang li gelê Kurd hat kirin, ku di sala 33'an de bi ruhê berxwedana 15'ê Tîrmehê li hev bicive.