Peyama DKP/BOG a li ser 19'ê Kanûnê: Faşîzm wê têk biçe

Partiya Komunaran a Şoreşger û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG), li ser komkujiya girtîgehan a 19'ê Kanûna 2000'î daxuyaniyek da û diyar kir ku wê hesab ji kujeran bipirsin.

Dewleta Tirk, beriya niha bi 18 salan di bin navê "Vegera li jiyanê" de 19-22'ê Kanûna 2000'î li girtîgehan komkujî kir. Di encamê de 32 girtî mirin, bi dehan girtî jî birîndar bûn.

DKP/BOG bi wesîleya salvegera 18'an a komkujiyê peyameke nivîskî weşand û got, "Ev komkujî hewldanek ji bo teslîmgirtina girtiyên şoreşger ên li girtîgehên Tirkiyeyê bû. Tevî ku 18 sal di ser re derbas bûne, me kujer ji bîr nekirine."

DKP/BOG'ê diyar kir, komkujiya 19'ê Kanûnê ji aliyê hikumeta DSP-MHP û ANAP'ê ve hate kirin û destnîşan kir, tifaqa heyî ya AKP-MHP'ê dewama zîhniyeta komkujer e.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, komkujî û sûcên şer ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên kirin ne kêmî komkujiya 19'ê Kanûnê ne û hate diyarkirin, tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dewama komkujiyê ye.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser çalakiya wekîla HDP'yî Leyla Guven û hate ragihandin, çalakî roj bi roj mezin dibe. Di vê der barê de hate gotin, "Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, tirs berdaye dilê desthilatdariya faşîst. Desthilatdariya faşîst diavêje ser avahiyên partiyê û mirovan destgîr dike, hewl dide pêşî li zêdebûna berxwedana greva birçîbûnê bigire."

DKP/BOG bal kişand ser êrîşên li dijî kedkar, jin û ciwanan, gefên dagirkeriyê yên li Rojava tên xwarin û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha dewam kir: "Faşîzm di nava van şert û mercan de hewl dide şoreşa Rojava û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bifetisîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, faşîzm dijminê her kesî ye û hate gotin, "Wezîfeya dîrokî ye ku mirov li dijî êrîşên topyekûn ê faşîzmê bi berxwedana topyekûn rabin. Ji bo me kedkar û çîna karkeran a Tirkiyeyê wezîfeya dîrokî ye ku li ber faşîzmê rabin û li dijî komkujiyên faşîzmê şerê şoreşgerî yê yekbûyî mezin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî faşîzmê gelê me dikare tiştekî bike: Divê her kes li dijî faşîzmê xwe bi rengekî topyekûn bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Roja ku faşîzm hate têkbirin wê hingî hesab ji berpirsyarên komkujiya 19'ê Kanûnê were pirsîn."