'Pêwîste berpirsên komkujiyê werin derxistin'

'Pêwîste berpirsên komkujiyê werin derxistin'

Saziyên Kurdan yên li Almanyayê birêxistîne, Federasyona Komeleyên Kurd yên li Almanyayê (YEK-KOM), Bîroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ), Înformasyona Kurdistanê (ÎSKU), rêxistina Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD), Yeketiya Xwendekarên Kurd (YXK) û Civaka Azad daxuyaniyekî hevpar dan û xwestin, di lêkolîna komkujiya li Parîsê heta ziravî jî berçav bêne girtin û berpirsyar bên aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez di 9’ê Çileyê de rastî komkujiyekî hovane hatine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Bikaranîna çekên bêdeng û bi derbeyên kuştinî, derdixe holê ku qatil profesyonelin.”

Hate diyarkirin ku, komkujî di demek ku di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin heyî pêkhatî balkêşe. Hate aşkera kirin ku, qetilkirina siyasetmedarên Kurd yên jin bi armanca provoke kirin û sabote kirina pêvajoyê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, di komkujiyê de pêwîste rewşa Fransayê jî neyête pişt çav kirin. Hate bibîrxistin ku, beriya çend mehan dadgerê antî-terorê Thierry Frangnolî aşkera kiribû ku, li dijî Kurdan 4 dadger, 8 dozger û 28 komîser hatine erkdarkirin. Wê demê di mekanekî ku ew qas zêde dihat kontrol kirin, pirsa komkujiyek wisan çawa çêbû pirsîn.

Ji bo dewleta Fransa bersiv bide pirsên wiha pirsîn, “Di mekanekî ew qas di bin kontrola polîsan de çawa cînayetek wisan tê kirin, gelo dîmenên qatilan hene, ger hebin çima ev agahî ji raya giştî tê veşartin, gelo beriya vê agahiya serwîsa veşartî ya Fransayê ji vê sûîqestê hebû, ger hebe çima bi raya giştî re parve nekirin, çima agahî nedan mexdûrên potansiyel?”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di girtina siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn de derketibû holê ku, serwîsa veşartî ya Tirk û Fransayê bi hevpar xebat kiriye, “Pêwîste di demek kurt de lêpirsîn bi encam bibe û bersiva pirsên gelê Kurd bêne dayîn.”