'Pêwîst e hilbijêrên HDP’yî yên dengên xwe bi kar neanîbîn nemînin’
NAV-DEM’ê bang li hilbijêran kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.
NAV-DEM’ê bang li hilbijêran kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.
Rêveberiya NAV-DEM’ê ji bo hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên 1’ê Mijdarê bang li hilbijêrên Ewropa kir.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan îradeya gel tine hesibandiye û hilbijartin dubare kiriye û wiha berdewam kir: “Erdogan ji bo tolê ji gelê me hilîne û AKP’ê bi tenê serê xwe bike desthilat dest bi vî şerê qirêj kir û hesabê wî yê girtina dengên nîjadperestan e jî wê têk biçe.”
Daxuyanî bi bîr dixe hilbijêrên li Elmanyayê dijî wê di navbera 8-25’ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û wiha didome:
'EM BI RUHÊ SEFERBERTIYÊ BIXEBITIN'
“Em wek pêkhateyên HDP’ê, di vê hilbijartinê de em ê li Elmanya encama herî baş bigirin, ji bo em ji faşîzma AKP’ê û dîktatoriya wê re bibêjin bisekine jî em ê bi ruhekî seferbertiyê bixebitin.
Em ên dibêjin dîsa dîsa azadî, wekhevî, aştî ji 8’ê Cotmehê heta 25’ê Cotmehê li tevahî bajar, navçe, bajarokan ji bo hilbijêr dengên xwe bidin HDP’ê, em ê bi ruhê seferbertiyê bixebitin. Ji bo cîranan tevahî bigihînin ser sindoqan otobus û wesayît hatine organîzekirin; wê hê jî berdewam bike. Pêwîst e tevahî hilbijêrên HDP’ê dengê xwe bikar bînin.
'PÊWÎST E HER KES HERÎ KÊM HILBIJÊREKÊ/Î DIN JÎ BI XWE RE BIBE'
Wek NAV-DEM ji tevahî aktîvîst, dildar û hilbijêrên HDP’ê re banga me ev e ku divê her kes herî kêm hilbijêrekÊ/î nû jî ji bo dengê xwe bide HDP’ê îqna bike.”