Pêvajoya nû ya çareseriyê û nexşerê

Xefleteke mezin û xwe xapandin e, ku mirov li bendê bin Tayyîp Erdogan, Gladyoya Qesrê û hêzên pê re tifaq kirine, pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bikin. Ev yek tê wateya xapandina Kurdan û hêzên demokrasiyê.

Niha li Tirkiyeyê desthilatdariyeke faşîst û şefekî faşîst heye. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî, ji bo tasfiyekirina hêzên demokrasiyê bi taybetî tasfiyekirina Kurdan, tifaqeke faşîst ava kirin. Li dora vê tifaqa faşîst, hin hêzên cuda yên dijminê demokrasiyê ne û dixwazin Kurdan qir bikin jî hene. Tayyîp Erdogan, mîna şefê cûnta 12'ê Îlonê Kenan Evren eşkere kir, ku heta asayî û ewlekariya cemaweriyê li Tirkiyeyê bic ih bê, wê rewşa awarte raneke. Mikur hat, ku heta Tevgear Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê bên binpêkirin û dîktatoriya xwe serdest bike, wê rewşa awarte bidomîne. Vê daxuyaniyê raxist pêş çavan bê şefê faşîst Tayyîp Erdogan xwedî bernameyeke siyasî û nexşerêyeke çawa ye.

Tayyîp Erdogan ji xwe re kiriye stratejiyeke bingehîn, ku li ser dijminatiya li Kurdan desthilatdariya xwe bidomîne. Li ser vê bingehê bi dijminên Kurdan re tifaqeke taktîkî kiriye. Ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, destekê jid ijminê Kurdan, ji dijminê demokrasiyê digire. Ji xwe ev tifaqên şovenîst jî dixwazin dema rewşa awarte bê dirêjkirin. Lewma Tirkiye bûye du parçe; parçeyek alîgirê rewşa awarte ye, parçeyê din jî dijberê rewşa awarte ye. Piraniya mirovên di referandûmê de dengê na dan, li dijî rewşa awarte ne. Ne şaş e ku mirov bêjin, beşek ji mirovên di referandûmê de dengê erê dane, ew li dijî rewşa awarte ye.

Rewşa awarte dijminatiya li demokrasiyê ye. Rewşa awarte ya ku desthilatdariya AKP'ê dimeşîne, ji rewşa awate yên beriya niha li Tirkiyeyê hatin ragihandin, qat bi qat zordar e. Pêkanînên ku nehat bîra ti ji fermandarên rewşa awarte, desthilatdariya AKP'ê îro bi rengekî bê perwa dike. Tayyîp Erdogan ne tenê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne; dixwaze bi tasfiyekirina PKK'ê ya li pêşiya polîtîkaya qirkirina Kurdan asteng e, qirkirina Kurdan bibe serî. Kî çawa nîşan dide bila bide, polîtîkaya tasfiyekirina PKK'ê polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, îro li hemû parçeyên Kurdistanê rastiya bingehîn ku hebûna Kurdan derxistiye holê, PKK ye. Eger PKK bê tasfiyekirin wê ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn serdemeke tarî dest pê bike. Di nava tarîtiya faşîst a qirker de wê gel êşên herî giran bikişînin. Di serî de li Bakurê Kurdistanê wê li ti cihî şensê jiyanê ji bo Kurdan û tevgereke siyasî ya Kurd nemîne. Ji kê hebe ku di nava rewşeke siyasî ya bêyî PKK'ê de dikare hebûna xwe bidomîne, ew di nava xefletê de ye, xwe daye ber mirinê. Bêguman PKK tasfiye nabe. PKK tevgereke welê ye ku reh berdaye nava civakê, ti êrîşên li dij tê kirin, nikare bi ser bikeve. Tenê yên ku dîroka pêşketinê ya PKK'ê, nêrîn û hêza wê ya civakê fêhm nakin, li pey xeyalên bi vî rengî dikevin. Lê belê berpirsyariya me ya dîrokî ye ku em nîşanî xafîlan bidin, ku dema PKK tasfiye bû wê çi bi serê wan ve bê.

XEFLETEKE MEZIN E KU MIROV LI BENDÊ BIMÎNIN KU ERDOGAN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE

Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo polîtîkaya qirkirinê ji hev bixin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bingeheke derûnî û civakî ava bikin, gelekî hewl dan. Nêzîkatiyên maqûl nîşan dan. Lê belê hat dîtin, ku olîgarşiya siyasî ya li Tirkiyeyê xwedî zîhniyeteke bi vî rengî nîne. Bêguman li cîhanê, bi desthilatdariyên siyasî yên heyî re, bi rêya lihevkirinê gelek pirsgirêk çareser dibin. Lê belê pirsgirêka Kurd ne weke pirsgirêka li cihekî din ê cîhanê ye. Ji ber ku zîhniyeteke ku li lihevkirinê digere nîne. Zîhniyeta ku li pey qirkirinê ye, serdest e. Tayyîp Erdogan û hêzên pê re tifaq kiriye, xwedî vê zîhniyetê ne. Lewma, mirov nebêje sedî sed jî, lê çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û hevdîtinê, bi vê olîgarşiya siyasî û zîhniyeta heyî, bi qasî nepêkan, zehmet e. Ji ber vê yekê xefleteke mezin û xwe xapandin e, ku mirov li bendê bin Tayyîp Erdogan, Gladyoya Qesrê û hêzên pê re tifaq kirine, pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bikin. Ev yek tê wateya xapandina Kurdan û hêzên demokrasiyê. Xeflet e, ku mirov li bendê bin bi desthilatdarî û zîhniyeta heyî ya li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û nexeşrêyeke bi vî rengî bê derxistin. Bendewariyeke bi vî rengî dişibe mînaka hêştirme, ku serê xwe dixe binê axê.

PÊWÎSTIYA TIRKIYEYÊ BI ŞOREŞA DEMOKRATÎK HEYE

Tirkiye welatek e ku hê şoreşa xwe ya demokratîk nekiriye. Xwedî karakterekî dijminê Kurdan, dijminê demokrasiyê ye. Dijminatiya xwe ya li demokrasiyê ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan e. Ji ber vê yekê, pêwîstiya Tirkiyeyê bi şoreşa demokratîk heye. Li Tirkiyeyê tenê bi şoreşa demokratîk pirsgirêka Kurd dikare were çareserkirin. Li Kurdistanê şoreşeke demokratîk pêk hatiye. Tevî ku li Tirkiyeyê salên dûr û drêj e têkoşîna şoreşa demokratîk didome jî, hêzên dijminê demokrasiyê, ji bo desthilatdariya xwe ji dest bernedin û qirkirina Kurdan bidomînin, li ber xwe didin. Bi êrîşên dij bi şoreşê û darbeyan, dixwaze hemû hêzên demokrasiyê bieciqînin.

PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ BI TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎKKIRINÊ DIKARIN WERIN ÇARESERKIRIN

Di rewşa heyî ya siyasî de, pêvajoya çareseriyê û nexşerêya wê ku dikare pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser bikin, tifaqa demokrasiyê û têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê ya xwe dispêre vê yekê ye. Ji bilî vê yekê, gotinên 'ev hêz, ew pêvajo, filan nexşerê' xapandina xwe û civakê ye. Yên ku li tifaqa demokrasiyê û pêvajo û nexşerêyeke xwe dispêre vê nafikirin, wê nikaribin xwe ji bûyîna amûrek şerê taybet ê qirkirinê rizgar bikin. Ji bo demokratên rasteqîn û yên bi rastî jî dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, tenê nexşerêyek heye; têkoşîna demokrasiyê ya xwe dispêre tifaqa hêzên demokrasiyê. Tifaqa demokrasiyê, nexşerêya bernameya demokratîk; têkoşîna demokrasiyê pêvajoya çareseriyê ye. Pêvajoya çareseriyê, ku bi salan e bi niyeteke baş tê ser ziman, ancax bi vî rengî dikare were destpêkirin û pêşvebirin.

Rêber Apo beriya sala 2014'an gelekî hewl da û xwest AKP'ê û dewletê bixe ser xeta pêvajoya çareseriyê, lê nebû. Her wiha ji ber ku baş nehat amadekirin û nebû xwedî amûrên têrker, roleke ku xisarê li mercên çareseriyê dike û çareseriyê taloq dike, lîst. Ji xwe Rêber Apo gelek caran li ser abirgesta 1'ê Cotmehê ya 2006'an de got, ku ew bi têrkerî nehat agahdarkirin û weke ku pê dan kirin, nirxand. da xuyakirin, ku bêyî afirandin û xurkirina mercên guncaw, pêvajoyeke bi vî rengî hatiye destpêkirin û timî rexne kir. Ji ber vê yekê, di dema hevdîtinan de jî fikar û gumanên xwe anî ziman. Lewma li holê pêvajeyeke çareseriyê tine bû; pêvajoya ku desthilatdariya AKP'ê û dewletê bixe nava çareseriyê hebû. Lê belê, dema ku hevdîtin gihîşt qonaxa ku divê êdî bikevin nava pêvajoyekê, AKP'ê û dewletê rûyê xwe yê rast nîşan dan. Mutabaqata Dolmabahçeyê, ji aliyekî ve belgeya ekirina deriyê şoreşa demokratîk, afirandina pêvajoya şoreşa demokratîk bû. Redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve, nîşandana biryara Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmehê ye. Gotina 'mutabaqata demokrasiya çi' ya ji aliyê Erdogan ve hate bilêvkirin, nîşana vê zîhniyetê ye.

Rêber Apo ji xwe çareserî her tim di têkoşîn û yekîtiya hêzên demokrasiyê de dîtiye. Ji vê yekê her tim hewl daye têkoşîna azadiya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê bigihîne hev. Ev hewldana wî her tim bûye karekî sereke yê têkoşîna siyasî. Piştgiriya xwe ya ji bo projeyên HDK û HDP'ê, rola di pêvajoya 7'ê Hezîranê de ji ber vê eykê ye. Hevdîtinên bi desthilatdariya AKP'ê re hatin kirin jî, hewldana ji bo pêkanîna dibetiyekê, yan jî amadekirina zemînekê ji bo têkoşîna hêzên demokrasiyê bû. Rêber Apo di pêvajoya hevdîtinan de jî dîtiye ku pêvajoya çareseriyê ya esasî û nexşerê, têkoşîn û yekîtiya hêzên demokrasiyê ye.

Tayyîp Erdogan, bi tinehesibandina Mutabaqata Dolmabahçeyê re, bi darbeya siyasî ya li hilbijartinên 7'ê Hezîranê kir re, careke din nîşan da ku di pêvajoya çareseriyê û nexşerêyê de divê têkoşîn û yekîtiya hêzên demokrasiyê esas were girtin. Ji xwe Rêber Apo beriya 5'ê Nîsanê bi vê gotinê helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan a bû: 'Ji niha û pê ve hevdîtin nabe, muzakere dibe; muzakere jî qediya ye, wê êdî çareserî bibe'.

Êdî bi vê hikumetê re, bi vî wezîfedarê dewletê ya jî heyetê re ne têkilî, ne pêvajoya çareseriyê, ne jî nexşerê dibe. Ancax têkoşîna demokrasiyê û yekîtiya hêzên demokrasiyê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Bi rêya vê têkoşînê wê şoreşa demokratîk pêk were û pirsgirêk çareser bibe. Ji bilî vê yekê pêvajoyeke çareseriyê, nexşerêyek nîne. Ya rast, divê nexşerê û pêvajoyeke çareseriyê ya bi vî rengî deynin pêşiya hêzên demokrasiyê. Helwesta li derveyî vê yekê, wê helwestek dûrî demokratîkûn û pêvajoya çareseriyê be, wê hewldanek ji bo xapandina gelê Kurd û hêzên demokrasiyê be.

Dem hatiye ku li Kurdistan û Tirkiyeyê divê bi lezgînî nexşerê û pêvajoyeke çareseriyê ya bi vî rengî were destpêkirin. Berpirsyarî û wezîfeya dikeve ser milê hêzên demokrasiyê ev e. Di serî de hêzên demokrasiyê yên Kurd, lazim e hêzên demokasiyê yên Tirkiyeyê li ser pêvajoyeke bi vî rengî ya çareseriyê bisekinin. Her nêzîkatiya li derveyî vê hewldaneke pûç e. Siyaseta ne li gorî dem û zemînê ye. Ya jî hewldana xapandina civakê ye ji aliyê hin siyasetmedarên xwe weke maqûl nîşan didin. Di rewşa heyî ya siyasî de, di nava van zext û zordariya giran de balkişandin ser nexşerê û çareseriyeke cuda, tenê xwe vegirtina ji belayê hêzên serdest e. 

RÊYA YEKANE YEKÎTIYA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YE

Niha jî ji aliyê Gladyoya Qesrê û MÎT'ê ve gotinên 'Wê pêvajoya çareseriyê ji nû ve were destpêkirin' tên gerandin. Hin nivîskarên rojnameyan jî vê tînin ziman. Gotin û nûçeyên bi vî rengî yên şerê taybet, ji bo pêşîgirtina li têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Bi vî rengî dixwazin civakê bixin nava bendewariyan û Tayyîp Erdogan jî di nava rewşeke bi vî rengî de sîstema xwe ya faşîst a qirker bide rûniştandin! Yên ku van nûçeyan dafirînin, dijminên Kurdan ên qirker in, yên ku van nûçeyan belav dikin jî xizmetê ji dijminên Kurdan ên qirker re dikin. Hin jî radibin bi gotina 'Di destpêkê de wê PKK were tasfiyekirin piştre wê pêvajoya çareseriyê were destpêkirin' gotinên ku henekê xwe bi mejiyê mirovan dikin, tînin ziman. Wekî din, hin hêzên ku ji aliyê hin derdoran ve tên birêvebirin dibêjin, li derveyî PKK û HDP'ê wê pêvajoyeke çareseriya pirsgirêka Kurd bê destpêkirin. Gotinên hin derdoran dikarin li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bên bikaranîn. Dibe ku ji van kesan re rola kontra ya bi çek û bê çek were dayin. Lê belê bi Kurdên nokerê sîstema qirker re, nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Tenê dikarin wan bikar bînin û di dîrokê de navê wan weke noker û xayin bên nivîsandin.

Nîqaşên li ser 'dibe ku pêvajoya çareseriyê dikare dest pê bike' ku ji bo xapandin û xistina nava bendewariyê ya civakê tên kirin, ya jî bendewariyeke bi vî rengî ji desthilatdariya faşîst, tê wateya sabotekirina nexşerê û pêvajoya çareseriyê ya xwe dispêre têkoşîn û yekîtiya hêzên demokrasiyê.

Em careke din destnîşan bikin, ji bo yên dixwazin nexşerêya pêvajoya çareseriyê destnîşan bikin, yekane rê têkoşîna demokrasiyê û yekîtiya hêzên demokrasiyê ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA