'Pêşeroja pêvajoyê girêdayê reformên hikûmeta tirk in'
'Pêşeroja pêvajoyê girêdayê reformên hikûmeta tirk in'
'Pêşeroja pêvajoyê girêdayê reformên hikûmeta tirk in'
Nûnerên rêxistinên mafê mirovan a navnetewî diyar kirin ku ji bo pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bigihêje serkeftinê, hewcedarî pêkanîna reformê heye.
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinên xwe yên bi rayedarên tirk re aşkera ki û banga Ocalan a di Newrozê de binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê û pirsgirêkên kêmaran zêdetir di çapemeniyê Swêdê de cih girt.
Ligel tv û radyoyên Swêdê di gelek rojnameyan de nûçe û gotar hatin nivîsin. Ji ajansa Akot ya Radyoya Swêdê Katja Magnusson piştî kut evli pîrozbahiyên 21’ê Adarê ya li Amedê bû şûnde li metropolên wekê Enqere û Stenbolê geriya û der barê pêvajoyê de nêrînan digire û pêşkêşî rayagiştî dike.
Magnusson rojek berê di nûçeya xwe ya Radyoya Swê de cih da nêrînên gel, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên mafê mirovan yên li Tirkiyeyê dijîn.
Ajokarê bi navê Mehmet Uzumcu yê li Stenbolê dijî diyar kir ku êdî gel bi tirs zarokên xwe dişînin leşkeriyê. Ciwanê bi navê Murat jî got êdî kes bi daxwaz leşkeriyê nake û ji bilî nîjadperesten hemû kes çareseriyê dixwaze. Murat dibêje ligel ku PKK wek rêxistina terorê dibînin, zimanê kurdan jî qedexe dikin û dewlet mafê wan yên perwerdê nade.
Berpirsê Maseya Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Andrew Gardner jî diyar kir ku ji bo aştiyeke mayîn de pêk wre divê li dijî azadiya ramanê rêz bê nîşan dan. Gardner diyar kir ku Qanûna Têkoşîna bi Terorê re rê li ber pirsgirêkên cidî vedike û gelek ke ji ber pirtûk nivîsine, tevli xwepêşendanan bûne, bi terorê tên sûcdakirin.
ŞER ENCAMA POLÎTÎKAYA ASÎMÎLASYONÊ YE
Berpirsê Maseya Tirkiyeyê ya Human Rights Watch, Emma Sinclar-Webb jî diyar kir ku ‘çaremîn pakêta darazê’ ya ku AKP’ê amade kiriye erêniya wê heye lê têr nake û got: “Piraniya kesên di girtîgehan de ne ji ber propagandayê, bi sûcdkariya ku alîkarî dane PKK’ê tên sûcdakirin. Ger têgeha endamatiya rêxistinê neyê guhertin, bi hezaran kesê tevli terorê nebûne dê di girtîgehan de bimînin.
Dibe ku şerê di navbera dewlet û PKK’ê de bi dawî be, lê pirsgirêka kurd ji vê mezintire. Ger qanûn neyên guhertin û nêrîna li kêmaran ne guhere dê çareser nebe. Pirsgirêka herî mezin ya pevçûnan polîtîkaya asîmîlasyonê ya li dijî kêmaran e.