Pêşangeha jinên Mezopotamyayê hate vekirin
Pêşangeha jinên Mezopotamyayê hate vekirin
Pêşangeha jinên Mezopotamyayê hate vekirin
Pêşangeha “Bi Sembolan Portreyên Jin ên Mezopotamyayê” a Wênesaz Gokhan Aslan ku bi boneya 8ê Adarê bi temaya têkoşîn, reşbînî, bindestî û hêviyên jinan vedibêjin, li Galeriya Hunerê a Amedê a Sumerparkê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate vekirin.
Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe, Gerînendeya Şaxa Turîzm û Çandê Cevahîr Sadak Duzgun, Koordînatorê Galeriya Hunerê Bariş Seyîtvan, Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û gelek hunermend beşdarî pêşangehê bûn.
Duzgun, da zanîn ku di hefteya 8ê Adarê de berhemên behsa jinên Mezopotamyayê dikin hatine pêşandan û ji ber keda wan spasî li hunermend Gokhan Aslan kir. Aslan jî di axaftina xwe de spasî li hemû jinên ku jê re bûne mijar kir.
Aslan, di wêneyên xwe de jina ku di şer de zarokê xwe ji dest daye bi dest û hêviyên wan şayesandine, di wêneyeke din de jina bi tenê û bêhîvî kiriye mijara wêneyê xwe û di yeke din de jineke li ber çirayê dohnê resmandiye dema ku kurtaj dibe û zarokê xwe ji ber xwe dibe.
Aslan, diyar kir ku bi vê xebata xwe peyam daye Serokwezîr derbarê mijara kurtajê û rexne lê girtiye. Aslan, da zanîn ku di resmên xwe de sorê şerî û reşê reşbîniyê bi kar aniye û got, wî gelek motîfên ji sûrên Amedê, alfabeya kurdî, mizgeft û dêr bi kar anîne.
Gokhan Aslan, di sala 1971ê de li Amedê hatiye dinê, heta lîseyê li wir xwendiye û zanîngeh jî di Beşa Resim a Fakulteya Hunerên Spehî ya Zanîngeha Gazî a Enqereyê de bi dawî aniye. Aslanê ku di heman demê de mamosteyê resmê ye xebatên xwe li Atolyeya Hunerên Germ a Bîsmîlê didomîne. Heta niha 13 pêşangehên Aslan hatine pêşandan.
Pêşange dê heta 24ê Adarê ji bo hunerhezan deriyên xwe vekirî bihêle.