Pereyên ku ji Erdogan re diçin YE li bin guhê hev xist!
Ji ber ku rejîma Erdogan pereyên ku bi şertê ji bo penaberan bimezêxe ji Yekîtiya Ewropa standî kire bin xwe, gelek endamên YE'yê li dijî Brukselê rabûn.
Ji ber ku rejîma Erdogan pereyên ku bi şertê ji bo penaberan bimezêxe ji Yekîtiya Ewropa standî kire bin xwe, gelek endamên YE'yê li dijî Brukselê rabûn.
Serokê Komîsyonê yê YE’yê Claude Juncker ku piştî civîna li Varnayê ya rêveberên Yekîtiya Ewropayê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, diyar kiribû ku bi çarçoweya peymana penaberan ew ê 3 milyar Euroyên dî jî di nêz de bibin Enqerê.
Lê ji bo peymana penaberan ku kete sala duyê, ji ber ku hê jî Tirkiye 3 milyar Euroyên ku beriya niha standî ji bo penaberan nemezaxtiye, ev li Brukselê bû sedema krîzan. Diviya Enqereyê pereyên navborî ji bo xizmetên tenduristî, perwerdeyî, veberhênanê ya sê milyon penaberên Sûriyeyê, Iraqê û Efganîstanê bimezaxta.
Li gorî malpereya Der Spîegelê, ya kovara heftana a Elmanya, ji ber sedema ku Tirkiyeyê pereyên ku standine ji bo projeyan nedaye xebitandin ev di nav welatên endam ê Yekîtiya Ewropayê de bûye sedema krîzeke giran. Hate gotin welatên ku di bin wê binbariyê de ku pereyên ku mane bidin, li dijî Brukselê li ber xwe didin û peymana penaberan ketiye talokeyê.
JI ELMANYA 500 MILYON EURO ÇÛBÛ ENQEREYÊ
Di pakêta pêşî de 3 milyon Euro ji rejîma Enqereyê re çûbû, ji van 3 milyaran ji sê paran yek jê ji kaseya YE'ê çûbû û ya mayî jî li gorî bûdçeya welatên endam hatibû parvekirin. Elmanya ku di nav yekîtiyê de bi aboriya herî xurt e 500 Milyon Euro dabû.
Komîsyona YE'yê di pakêta duyemîn de 3 Milyar Euroyê jî bi hesaban dixwaze bide Enqerê. Lê welatên mîna Elmanya, Fransa, Awûstûrya, Swêd, Danîmarka û Fînlandiye û hwd. Dibêjin desthilata Erdogan pereyên ku standine ji bo projeyan nedane xebitandin û li dijî Brûkselê rabûn.
Diyar bû ku welatên navborî ji bo ku pereyên mayin ji bûdçeya YE'yê were dayin bi hev re serî li Komîsyona Ewropayê dane. Her wiha Der Spîegel a ku belgeya civîneke endamên yekîtiyê ya li Brukselê bi dest xistî, dibêje nûnerekî ji hikûmeta Elmanya wiha helwest nîşan daye: "Divê pakêta din a pereyan heta ku projeyên ku bi Tirkiyê re hatine hazirkirin pêk neyên, divê neyên dayin."
PERE WINDA NE, PROJE DEST PÊ NAKIN!
Heftiya bihurî saziya medyaya navneteweyî European Investigative Collaborations-EIC (Tora Hevkariya Lêkolîner a Ewropayê) derxistibû holê ku peymana penaberan qet weke ku tê dîtin ne bi rewşeke baş e. Li gorî lêkolînê pereyên ku ji bo penaberan dabûne Tirkiyê winda ne û projeyên ku YE’yê ji bo wê pere dabûn qet dest pê nakin.
Heta niha ji van projeyan tenê nîvî jê pêk hatiye. Bi ser de ev projeyên ku têne gotin pêk tên nayên kontrolkirin. Pereyên neqdî ku YE ji bi şertê ku ji bo nexweşxane, dibistanan, a ji bo penaberan dayî rejîma Erdogan nayên xebitandin.
Mînak ji bo nexweşxaneyên li Kilîs û Hatayê 90 milyon Euro dane lê avakirina wan dest pê nekir. Li gorî EIC'yê ji 39 dibistanên ku diviya bihatana avakirin tenê li 8'an jî xebatan dest pê kiriye. Her wiha ji bo veberhênanê û kargehan ji bo penaberan 15 Milyon Euro dabûne Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyê lê ev jî bi belgeyan nikare were çespandin.