Pentagon: Li Kobanê bi sedan çete hatin kuştin

Pentagon: Li Kobanê bi sedan çete hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya DYA’yê der barê êrîşa hewayî ya ku hêzên koalîsyonê de ku li derdora Kobanê pêk anîn, daxuyaniyek da û diyar kir ku bi sedan çete hatine kuştin. Hat gotin ku xetereya li ser bajarê Kobanê jî hê  didome.

Berdevkê Pentagonê John Kîrby der barê êrîşa hewayî ya koalîsyonê ya li Kobanê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di nava 48 saetî de li dijî DAIŞ’ê nêzî 40 êrîşên hewayî pêk hatine û li Kobanê bi giranî kontrol di destê hêzên YPG/YPJ'ê de ye û got ku DAIŞ li cihên diyarkirî yên bajar di hucreyan de dimîne.

Kirby destnîşan kir ku di encama êrîşa hewayî de bi sedan çete hatine kuştin û zehmeteke ku êdî çete xwe ji nû ve tesîs bikin.

Kirby got: “Tevıî vê tehdîda DAIŞ’ê ya li bajar didome û rewş gelek xetere. Bi başbûna şert û mercên hewayî ya Iraqê re wê bandora êrîşên hewayî zêde bibe û bi vî awayî dê darbeyên giran li DAIŞ’ê bikeve.

ÊRÎŞA HEWAYÎ TEVAYÎ ŞEVÊ BERDEWAM KIR

Hate destnîşan kirin ku êrîşa hewayî ya hêzên koalîsyonê tevahiya şevê berdewam kiriye û çavkaniyên herêmî diyar kirin ku herî kêm 5 teqînên mezin pêk hatine û encamên wê jî hê ne diyar in.

LÎDERÊN KOALÎSYONÊ HEVDÎTIN KIR

Li aliyê din Serokê DYA’yê Barack Obama, Serokwezîrê Îngîlîstanê Davî Cameron, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îtalyayê Matte Renzî di konferanseke vîdeoyê de hatin cem hev û gotin wê pêngavên koalîsyonê zêdetir bin.