Pentagon: Ji bo vekişîna me ji Minbicê işaretek nîne!

Pentagonê ragihand ku bûyerên bi dagirkirina Efrînê re rû dane wan dixin nava fikaran û li dijî gefên ku li Minbicê tên xwarin jî ev hişyarî da: "Hemû alî dizanin ku leşkerên DYA li wir in û ji bo rûnedana şer em ê hemû tedbîran bigirin."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (Pentagon) Albay Robert Manning di brîfînga heftane ya çapemeniyê de hişyarî da ku şerê li Efrînê dibe ku firsendê bide çeteyên DAÎŞ'ê ku ji nû ve bibin xwedî hêz. Manning destnîşan kir ku şerê li Efrînê bêyî ku firsendê bide DAÎŞ'ê ku ji nû ve xwe komî ser hev bike, divê biqede.

Berdevkê Pentagonê fikarên xwe yên li ser kuştina sivîlan dubare kir û got, "Ji ber ku agahî tên ku alîkariya însanî û ava paqij bi destê sivîlan nakevin, em bi fikar in."

DI MIJARA LEŞKERÊN LI MINBICÊ DE WÊ TEDBÎR BÊN GIRTIN

Gefên Serokkomarê Tirk Erdoğan ên li Minbic, Kobanê û Başûrê Kurdistanê dixwe ji berdevk hate pirsîn û Manning, di mijara hedefnegirtina hêzên wan ên li Minbicê de hişyarî da.

Gefên gengaz ên li ser leşkerên DYA'yî yên li vê derê ji Manning hate pirsîn û wî jî got, "Di mijara hebûna leşkerên Amerîkî li Minbicê de em gelekî vekirî bûn. Hemû alî zanin ku leşkerên DYA li wir in û ji bo şer neqewime em ê hemû tedbîran bigirin."

'IŞARETEKE BEREVAJÎ MAYINA LI MINBICÊ NÎNE'

Ji bo pirsa "Leşkerên Amerîkî wê ji Minbicê vekişin an na?" berdevk got, "Işareteke bi vî rengî nîne." Ji bo pirsa "niyeta we he ye ku leşkerên we li Minbicê bimînin?" Manning got, "Işareteke berevajî vê nîne."