PEN a Swîsreyê roja nivîskarên girtî, diyariyê nivîskarên kurd kir
PEN a Swîsreyê roja nivîskarên girtî, diyariyê nivîskarên kurd kir
PEN a Swîsreyê roja nivîskarên girtî, diyariyê nivîskarên kurd kir
15 Mijdarê Roja biîranîna nivîskarên girtî, ji aliyê PEN a Swîsreyê ve ji bo nivîskarên kurd hat diyarkirin. du nîvîskarên kurd yên endamên PEN’ê Şeyhmus Sefer û Îrfan Babaoglu ji bo bernameya ku li Swîsreyê pêk tê hat vexwendîkirin. Her du nivîskarên kurd li ser rewşa zimanê kurdî ya li Tirkiyeyê, sedema qedexekirinê, bandora wê ya li ser kudan panelek pêk anîn.
15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Swîsreyê, îsal diyariyê nivîskarên kurd hat kirin û rêzebername hate plankirin. Duh li Bajarê Basel a Swîsreyê li Lîteraturhaus panelek pêk hat û endamê PEN’ê Seyhmus Sefer û Îrfan Babagolu tevli bû. Panela ku mijara wê rewşa zimanê kurdî ya li Tirkiyeyê bû moderatoriya wê endamê Lijneya Rêveberiya Pen a Swîsreyê , Yusuf Yeşîlgoz pêk anî.bandora qedexekirina zimanê kurdî ya li ser civaka kurd hat nirxandin û nivîskaran helbest xwend.piştî axaftinan kesên tevli bibûn pisr pêşkêşî mîvanan kirin.
Panelek din jî îro li Zurîchê pêkhat.