PEN a Navneteweyî piştgirî da Gulgeş Deryaspî

Rêxistina PEN a Navneteweyî xwest, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li nivîskar Gulgeş Deryaspî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatiye birîn, bê rakirin.

Saziyê diyar kir ku Deryaspî ji ber nivîsên xwe yên li ser çand û zimanê Kurdî bûye hedef û ji ber vê yekê jî xwest ku cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn bê betalkirin.

Saziyê bang li endamên xwe hemûyan kir ku ji bo Deryaspî peyamê bişînin ji rayedarên Tirk re û xwest, dawî li darizandina rojnamevan û nivîskarên li Tirkiyeyê bê anîn.

PEN'ê her wiha xwest dawî li zext û zordariya li herêmên Kurdan bê anîn û çareseriyeke aştiyane bê peydakirin.