Pelîn Sîpan li Wûppertalê hat bîranîn
Merasîma bîranînê li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Wûppertalê pêk hat û malbata Pelîn Sîpan û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Merasîma bîranînê li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Wûppertalê pêk hat û malbata Pelîn Sîpan û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Di şexsê gerîlaya YJA Starê Pelîn Sîpan (Gamze Çelîk) de ku 28'ê Îlonê li herêma Adilbeg a Başûrê Kurdistanê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bû, gerîlayên HPG'ê Masîro Botan (Emrah Erdem) û Gelhat Feraşîn (Mehmet Şerîf Tûran) li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, xizma şehîdan Savci Azar axivî û got, "Di şexsê Pelîn Sîpan de em Delal Amed, Azê Malazgîrt û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin."
Azar da xuyakirin ku wezîfeya sereke ya her Kurdistanî ye ku xwedî li mîrateya şehîdan derkeve û got, "Gerîlayê me ji bo azadiya Kurdistanê û ewlehiya gelê me, şev û rojên xwe kirine yek û canê xwe feda dikin. Em ê timî xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin. Bi vê wesîleyê em sala 40'î ya PKK'ê pîroz dikin."
Piştî Azar, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a li ewropayê (KOMAW) axaftin hate kirin.
Merasîma bîranînê piştî axaftinê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.