Pêla binçavkirinê dewam dike
Pêla binçavkirinê dewam dike
Pêla binçavkirinê dewam dike
Li Wan, Agirî û Stenbolê, di serdegirtinên malan de 8 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Wan Ebexê, polîsan danê sibê avêtin ser maleke li Taxa Beyazitê. Di serdegirtinê de, bi hinceta tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûye xwediyê malê Orhan Agaç hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Li navçeya Bêgirê jî, danê sibê polîs û leşkeran avêtin ser gundên Gonderme û Stîgulanê û li gundê Gonderme Yilmaz Kûşçû, li gundê Stîgulanê jî Ayhan Çelîkçî kirin binçavan. Gundiyên Stîgulanê li ser vê yekê li hev kom bûn û serdegirtin protesto kir.
LI AVKEVIRÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Agirî Avkevirê jî, bi hinceta tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne bang li welatiyên bi navê Îlhan Bûdak (37), Tahsîn Taşdemîr (42) û Aydin Kûş (25) hat kirin ku ji bo dayîna îfadeyê biçin emniyetê û li vir hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku li navçeyê der heqê 21 kesan de biryara binçavkirinê heye.
LI ARNAVÛTKOYÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Xebatkarê HDP'ê Erhan Bayrak û welatiyekî bi navê Kasim ê paşnavê wî nehat zanîn, dema ji avahiya navçeya HDP'ê ya Arnavûtkoyê derketin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û hat ragihandin ku li Qereqola Polîsan a Arnavûtkoyê tên ragirtin.