Pêkhateyên li Mannheîm serketina HDP’ê pîroz kirin

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê serketina HDP’ê ya hilbijartinan hat pîrozkirin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê serketina HDP’ê ya hilbijartinan hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya ji aliyê pêkhateyên HDP’ê yên Mannheîm hat organîzekirin, li Markt Platz bi tevlîbûna 4 hezar kesan pêk hat.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ludwigshafen Halîs Dogan ê axaftina vekirinê kir got: “Ev serketina me encama keda 40 salan bû. Êdî her kesî careke din hêza Kurdan dît.”

'EM DIYARÎ BERXWEDAN Û QEHREMANTIYAN DIKIN'

Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Mannheîm Cano Yildiz jî got: "Em vê serketinê diyarî berxwedana Nûrî Dêrsimî, Îboyan, Mazlûman, Arîn û Sîbelan; felsefeya Elewî û Êzidiyan û qehremantiya tevayî gelê Kurd dikin.” Yildiz diyar kir wê têkoşîna azadiyê bidome û wiha dewam kir: “Erdogan wê nebe serok. Wê tenê serokekî me hebe, ew jî mîmarê PKK’ya senteza Rojhilata Navîn Rêber Apo ye.”

Nûnerên NAV-DEM, AGÎF, ATÎF, ADHK jî axivîn û serketina HDP’ê pîroz kirin.

Di şahiyê de li ber stranên hunermendan govend hat gerandin.

 

...