Payebilindekî Emerîkî: Paqijiya etnîkî tê kirin

Wezîfedarê Emerîkî Wîllîam Roebûck ê di nava Koalîsyona Navneteweyî de, raporek amade kir ku di rapora xwe de rêveberiya Emerîkayê rexne dike ji ber ku li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên ji bo 'paqijiya etnîkî' nebû asteng.

Li gorî rojnameya New York Tîmesê rayedarê payebilind Roebûck di raporeke xwe de nerazîbûn nîşanî "hewldanên bi biryar ên paqijiya etnîkî" da ku Tirkiye û tifaqên wê li dijî Kurdan dike. Rayedar ji bo ya diqewime got, "Tenê bi sûcên şer an jî paqijiya etnîkî dikare bê pênasekirin."

Di raporê de hate gotin, "Dema ku rojekê dîroka dîplomatîk hate nivîsandin, hingî em ê ji xwe bipirsin ku çima me ji bo astengkirina bûyerên diqewimin hîn bêhtir hewl nedan, çema me li dijî Tirkiyeyê helwesteke tund nîşan nedan."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE'yê red kir ku bêje "Ev nivîsa navxweyî raste yan na."